Politburoya YNKê: YNKê xwesepandinê napejrîne
Kurdistan 10:33 AM - 2023-05-23
PUKMEDIA
Belavoka politburoya YNKê ji nerîna giştî re
Belavoka politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji nerîna giştî re.
Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji bo nerîna giştî û dost û alîgirên ezmûna demokrasî derbarê rûniştina parlemana Kurdistanê ku duh roja duşemê 22-5-2023`an birêve çû ye hate weşandin. Naveroka belavoka politburoya YNKê ev e:
Ji bo nerîna giştî û alîgirên ezmûna demokrasiyê yê gelê me
Ji destpêka aloziya siyasî û têkdana lihevkirina nîştimanî derbarê mijarên demokratî û riyên yasayî û nîştimanî ên guncaw ji bo destpêkirina proseya hilbijartinên dahatû yên Parlemana Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji dilsoziya parastina rêkeftin û destpêşxerî û berpirsyartiyê, daxwaz ji hemû aliyan kir ku kar bikin ji bo hemwarkirina yasaya hilbijartinan û riyên ku komisyona serbixwe ya hilbijartinan û rapirsê bikin.
Her weha birêveçûna diyalogan ku bingeha hilbijartinên pak û zelal û demokratîk li ber çavan bigre û li ser wê bingehê, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê amadeyiya xwe ji bo hemû riyên rêkeftina nîştimanî taku ev aloziya demokratîk bê derbaskirin û ji bo ku em bi hev re mizgîna hilbijartinan û nûhkirina ezmûna me ji gelê Kurdistanê û bi hemû pêkhatên wê re û ji dostên xwe di cîhanê de bidin ragihandin.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi sebir û qeyasê xwe ê şoreşgerî û bi vîna xwe ya çareseriyê, ku neçar ma ku karê parlemanê dirêj bike ji bo ku derfetê bide rêkeftina ku li gorî yasayan û mijarên ku berjewendiyên nîştimanî pê re girêdayî ne û pêwîstî bi rêkeftinên hemû aliyan heye.
Her heya ku di civîna dawiyê ya ku di 21/5 / 2023 birêve çûye detekez li ser wê çekê hat kirin ku pêwîste herdu alî û komên mayî yên parlemana Kurdistanê razî bin ku yasaya hilbijartinan bê serrastkirin û komisiyona hilbijartinan bê açalakkirin û ji bilî wê yekê jî, di kombûnên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)ê de bi giştî tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku wê van herdu kêşeyan bi awayekî yek bên çareserkirin û biryareke niştîmanî li ser wan bête dayîn daku rewşa erênî ya destpêşxeriyan û cihê kombûnê têknede û hêviyên gelê me û dostên me ji bo wê yekêgelek mezin in.
Lê mixabin ku koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê ev pirensîpên heyî binpêkirin bi alîkariya sikirteriyeta Parlemanê ji aliyekî tenê ve û bi awayekî tekrawî rabû bi zêdekirina xalên ne dirust ji bernameya rûniştinê re ku roja duşemê bi bê destnîşankirinên berê bi 24 demjimêran ji destpêkirina rûniştinê re û bi bê rêî û bê rêkeftin û bê destpêşxerî û erkên jihevnaskirinê.
Ev pêngavên PDKê bi giştî ne rewa û ne dispilînî ne û tekrawî ne bi van sedeman:
1- Hemû alî û aliyên siyasî yên Herêmê berî niha li hevkirine ku di pesendkirina projeya yasayan de bi berjewendiyên neteweyî re bi tekrawî nêzîk nebin û gerek ne li ser bingeha mercên piraniyê û kêmaniyê be, belê pêwîstî bi li hevtêgihîştina niştimanî heye û di bareya van mijaran de pêk bê û dibê bîr û nerînên hêz û alîyên siyasî yên di barê van projeyan de bên girtin û dest bi nivîsandina reşnivîsa projeyê pêkanîna wê di bernameya kar ya parlemanê, danustandin, pesendkirin û derçûnê de bihê kirin.
2-Dij bi madeya (48) ya ji birgeya (4) ê ya ku ji bo babeta ji bo zêdekirina her babet an jî xalekê di karnameya parlemanê de, pêwîste beriya (24) demjimêran ew daxwaz bê kirin, lê koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê di Parlemana Kurdistanê de bi riya cîgirê serok parlemanê û sikirtêrê parlemanê û bi bê pesendkirina seroka parlemanê rabûn bi zêdsekirina birgeya karekirina komisyona hilbijartinan ya rûniştina duhî roja duşemê 22-5-2023`an ya parlemana Kurdistanê û ev pêngav takrawî ye û dûre ji hemû bingehên pirensîpên ku girêdayî bi karên hevbeş ên nîştimanî.
3-Dij bi madeya (18) ya ku taybete bi desthilatariya seroka parlemanê, eger serok parleman biryar da li gorî bergeya (3) ku di destpêkirina rûniştina parlemanê û bi dawîbûna rûniştinê û paşxistina wê tenê ji desthilatdariya seroka parlemana Kurdistanê ye .
Ew biryara nepejirandina zêdekirina xalek ji bo karekirina komisyona di karnameya rûniştinê an jî bidawîbûnê de ku di roja duşemê de pêkhatiye ji bo peydakirina nerîna giştî li ser mijarên nîştimanî yên girîng û hestyar ji jiyana siyasî û hikumranî di Herêma Kurdistanê de. Serbarê girîngiya wê ya siyasî û di hundirî taybetmendîkirina seroka parlemanê ye, ev biryara ku seroka parlemanê daye li gorî peyrawa navxwe ya parlemanê ye.
Destpêkirina ji vê rastiyan ku her rûniştinek ku endamên PDKê li piştî bidawîbûna rûniştina fermî ya parlemanê bê kirin ti nirxên yasayî nîne û ew kar binpêkirina peyrewa navxweyî ya parlemanê ye, ji ber ku seroka parlemanê rûniştin vekirî nehîştiye heya ku cîgirê xwe dest bi dirêjkirinê bike.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji ber dayîna derfetekê ji rêkeftinan re û dilsoziya parastina derxistina vîna demokrasî û alîgiriya dadwerî û naskirina pê re, pabende û bi sebir û qeyas ji bo birêvebirina hilbijartinên azad û zelal ku derbarê vîna Kurdistanê bi hemû pêkhatên wê ve ji bo armanca demokratîk wê li dijî her kar û pêngavên ne rewa û ne baş bi ezmûna gelê me ziyan bighîne biweste.
Dawîname
Di dawiya belavokê de, em hemû aliyan agahdar dikin ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ne partiyeke ku desthilatdabûn û xweradestkirinê ji vîna aliyekî din re bipejirîne, lê ew amade ye ku hemû rengên fedekarî û qurbaniyê pêşkêş bike ji ber gelê Kurdistanê û ji bo birêveçûna hilbijartinên zelal ş pak ku xizmeta daxwaziyên civaka Kurdistan û hemû aliyên siyasî bike.
Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

