Binpêkirina qanûnê li parlamentoyê alarmek metirsîdar e
Kurdistan 06:59 PM - 2023-05-22
PUKMEDIA
Civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê
Parlamentoya cîhanê û di nav de Parlamentoya Kurdistanê berpirsê derxistina yasayan e, lê dema ku yasa li salona parlamentoyê were binpêkirin, wê demê alarmek metirsîdar tê hîskirin. Eger serokê Parlamentoya Herema Kurdistanê û fraksiyona YNKê rê li binpêkirina rûmeta yasayê li parlamentoyê negirtana, wê demê hikûmeta Herêma Kurdistanê dîrokeke gemar tomar kiribû. “Hewldana girtina tedbîrên neyasayî li Parlamentoya Kurdistanê, heqareteke mezin e li saziyên yasayî û destûrî yên herêmê.”
Pêşgotinek vala encamek vala yeDi twîteke xwe de pisporê qanûna destûrî Dr.Yûsif Goran got:“Hewldana ji nû ve aktîvkirina Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyê ya Kurdistanê bi awayekî neyasayî û berovajî rewatiya parlamentoyê, bêrêziyeke mezin e bo saziyên yasayî û destûrî yên herêmê û lîstikeke metirsîdar e ji bo paşeroja proseyê û sîstema siyasî , ji ber ku her tiştê ku li ser bingehê vala ye, encam vala ye.
Serokê Parlementoyê aştî parastCîgirê Serokê Lijneya Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê Ebas Fetah ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand;"Parlamentoya Kurdistanê li gorî rêziknameyan û li gorî yasayan kar dike, zêdekirina xalekê di rojeva civîna parlamentoyê de û 24 demjimêran berî civînê neagehdarkirina endamên parlamentoyê neqanûnî ye û ti bingeheke yasayî nîne." Fetah got: “Serokê parlamentoyê ji bo ku aştî li Herêma Kurdistanê têk neçe û biryar bi awayekî neyasayî neyên dayîn, ji bo bidawîkirina rûniştina parlamentoyê, desthilata xwe ya teqez bikar anî.
Sekreterê meclîsê dilê PDK’ê razî dike
Serokê parlamentoyê rûniştin bi dawî kir û piştî wê rûniştin nehat kirin, eger hebe jî neqanûnî bû.
“Piştî bidawîhatina rûniştina serokê parlamentoya Kurdistanê ti hevdîtinek pêk nehat û gotinên Fraksiyona PDK’ê ku dibêjin komîsyon careke din hatiye aktîfkirin ne rast e û Muna Qehwaçî îsbat kir ku nûnertiya cpêkhatan nake.
Herwaha got: Fraksiyona YNKê ji wan zêdetir li rewşa herêma Kurdistanê difikire û xwast ku ev pirsgirêkên netewî bi aştiyane bên çareser kirin, ne bi senaryo, xapandin û dûrketina ji rastiyê.
Komploya li parlementoyê têk çû
Tişta ku îro partiyek dixwest li Parlamentoya Kurdistanê bike, ew komplo bû ku raya giştî bixapîne û aramiya Kurdistanê têk bide.
Şêwirmendê Yasayî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Çiya Zangana ji PUKMEDIA re ragihand: “Runiştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê ne yasayî bû, ji ber ku li gorî rayeyên ku ji serokê rêziknameyê re hatine dayîn, serokê parlamentoyê dikare bi rayeyên xwe biryara rawestandina civînê bi kar bîne, ji ber ku rûniştin ti bingeheke yasayî nîne.”Ev Komploya li dijî YNK’ê bû û xapandina raya giştî û têkbirina aramiya Kurdistanê bû.”
Her wiha got: “Ji ber ku rûniştina îro ya jimare 4 a Parlamentoya Kurdistanê ne yasayî bû, her biryarek tê de were dayîn ti bingeheke yasayî nîne, lewma aktîvkirina komîsyonê bi biryareke neyasayî, tawaneke yasayî ye. Çiya Zangana wiha dibêje.
Biryara serokê parlamentoyê qanûnî bû
Her wiha got: “Desthilatdariya Dr.Rewaz Fayeq di civînê de yasayî bû, ji ber ku ew serokê rewa yê parlamentoyê ye û biryara rawestandina civînê biryarek yasayî ye û di vî warî de rewatiya temam heye”.
Desthilatdariya Cîgirê Serokê Parlamentoyê nine
Cîgirê serokê parlamentoyê desthilatên xwe diyar kirine û ew desthilat nîne ku li ser navê serokê parlamentoyê biryaran bide, bi taybet dema serokê parlamentoyê di parlamentoyê de amade be.
Pisporê Yasayî û Endamê Lijneya Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê Rojan Hema Kerîm ji PUKMEDIA re ragihand:“Bi awayekî ne yasayî xistina pirsa komîsyonê di rûniştina parlamentoya Kurdistanê de, rêkxistina niştimanî têk bir û rûpelek xirab di navbera partiyan de vekir ku di dîroka parlamentoya Kurdistanê de yekem car e bi awayekî ne yasayî mijarek wiha di civînê de tê kirin.
“Cîgirê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Hemin Hewramî ne xwediyê desthilatê ye ku di parlamentoyê de cih bigire û ji desthilatên serokê Parlemen bikar tîne, ji ber wê jî eger biryar da ku desthilatên serok bikar bîne, ev yek careke din binpêkirina destûrê ye, qanûn e û rêziknameya pêvajoyê."
Rêziknameya parlementoyê çar cure rayeyan dide serokatiya parlementoyê yanî serokê parlementoyê, Cîgir serok û sekreterê parlamentoyê di xala sêyem a madeya 18 a rêziknameya navxwe de, desthilata serokê parlamentoyê heye ji bo (vekirina civînên parlamentoyê û serokatiya wê, bidawîhatin û paşxistin û diyarkirina dema civînan bike) ji ber vê Serokê Parlamentoyê rûniştin heta demeke nediyar taloq kir.
Serokê Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku ji PUKMEDIA re hatiye şandin de wiha got:“Piştî binpêkirina nirx û rêzikên yasayî ti encam ji civîna îro dernakeve û desthilata îmzekirina hemû belgeyên parlamentoyê tenê di desthilata serokê parlamentoyê de ye.
Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê di civîneke rojnamevaniyê de got;"Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê rê li karekî neyasayî û berovajiya rêziknameya Parlamentoya Kurdistanê girt û careke din derket holê ku her dema lihevkirinek di navbera aliyên Kurdistanê de çêbibe, PDK hewla jinavbirina wê yekê dide."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

