Refaat Ebdullah: YNK mala her têkoşerekî ye
Kurdistan 06:35 PM - 2023-05-17
PUKMEDIA
Civîna biryardeyê Mekteba Siyasî
Biryardeyê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Refat Ebdullah dibêje: "YNK mala her têkoşerekî ye. Divê em hewlên xwe bidin ji bo lihevkirina wan têkoşer û kadroyên ku bi her awayî nîgeran in, îsal emê salrojeke layîq a damezrandina YNKê pîroz bikin.’’
Ev daxuyanî di civînekê de ku bi amadebûna Serokê Buroya Rêxistinê Serkawt Zekî bi serokên navend û desteyan û endamên Buroya Rêxistinê re hat lidarxistin de hatin dayîn.
Di civînê de ku roja 17/5 pêk hat, rêheval Refat Ebdullah di axaftinekê de behsa roja şehîdên Balakayetiyê û rola şehîd Hesen Kowêstanî ku îro salvegera şehadeta wî ye, wiha got: “Rêberê şehîd têkoşerekî payebilinde,ew mêrxas bû û di dîroka têkoşîna Kurd û Yekîtiya Neteweyî de xwedî rol û bandoreke girîng bû.”
Biryarderê desteya cîbicîkar behsa peywendiyên Yekîtiya Niştimanî kir û got:Têkiliyên YNKê li gel aliyên Kurdistanî û Êraqî yên baş hene û di proseya siyasî ya Êraqê de partiyeke sereke û bibandor e û di biryarên diyarker de jî pêgeheke me ya bihêz heye. Herwiha amaje bi pêwendiyên dîplomatîk ên YNKê ligel welat û navendên siyasî jî kir ku di asteke baş de ne.
Derbarê karê rêxistinî de rêheval Refat wiha got: “Divê em hemû hewlên xwe bidin ji bo lihevkirina wan têkoşer û kadroyên ku bi her awayî nîgeran in, ji ber li YNK ji ti kesî zêde nine û mala her têkoşerekî ye.
Di civînê de behsa salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat kirin.“Divê em salrojeke hêja pîroz bikin û îsal bi rêya tîma YNK’ê ya di hikûmetê de bibe derfetek ji bo zêdetir lihevhatina gel, ji bo baştirkirina jiyan û debara gel.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

