Bûyer û bîranîn derfetên siyasî û aştiyane peyda dikin
Kurdistan 07:11 PM - 2023-05-11
PUKMEDIA
Merasîma bîranîna Barzanî ya netewî
YNK û PDK’ê erkdar in ku bi awayekî aktîf beşdarî pirs û bûyerên netewî bibin, bi taybetî rêz li têkoşîna wan kesan bigirin ku di tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd de rol lîstine.
Bîranîn û rêzgirtina serokên siyasî û karîzmayên kurd derfetek e ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî wekû Vekirina bîrdariya niştimanî ya Barzanî ya îsal û salvegera koça dawî ya rûmeta netewe û welat, Serok Mam Celal, sala borî du mînakên beşdarbûna serkirdeyên siyasî û rêvebirên Kurdistanê û Êraqê, dîplomat û nûnerên welatan.
YNKê jî helwesta xwe ya derbarê mijarên netewî de neguhertiyeEndamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Miqdad Behadîn ji PUKMEDIA re ragihand.“YNKê ti carî dudil nebûye ku li ser mijarên netewî gav bavêje û hewl daye yekrêziya pêkbîne.” YNK beşdarî merasîma vekirina bîrdariya netewî ya Barzanî bû , her wiha Sala borî di salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal de, PDK jî beşdar bû. Di merasîmê de di asteke bilind de û weke helkefteke netewî nirxandin.”
“Ji bo YNKê helwesta baştirkirina xizmetguzariyan ji bo jiyan û refaha xelkê nayê wateya sifirkirina pirsên netewî û em hemû jî vê rastiyê dizanin ku YNK, PDK û aliyên din di rêveberiya Herêma Kurdistanê de hev temam dikin. Şêx Miqdad Behadîn got, bi hev re dikarin jiyaneke hêjatir ji xelkê re peyda bikin.
PDK wek helkefteke netewî beşdarî salvegera wefata mamê xwe bûÇawaw bi boneya salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal wek helkefteke niştimanî li ser asta bilind şandên siyasî û hikûmetê, PDK û aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê beşdar bûn û heman şêwa jî şandeke bilind a YNK û hêzên din ên Kurdistanî jî di merasîma vekirina Mozexaneya Barzanî de 11-5- 2023 beşdar bûn û derfeta yekîtî û lihevkirinê peyda kir.
Barzanî banga civîna partiyan dikeDi merasîma vekirina "Yadgeha Niştimanî ya Barzanî", Serokê PDK Mesûd Barzanî axaftinek kir û bang li hemû alî û partiyên siyasî yên Kurdistanî kir ku bi hev re bicivin û pirsgirêkan çareser bikin.
Barzanî got: “Di demeke pir nêz de berî 18ê vê mehê hemû bi hev re civîneke berfireh bikin, bi dilsozî behsa pirsgirêkan bikin û wan çareser bikin.”
Herwiha daxwaz ji Polîtburoya PDKê û YNKê kir û got: “Berî vî civîna berfireh, bi awayekî cuda bicivin û zemîneyê amade bikin ji bo serxistina civîna din.”
Di beşeke din a axaftina xwe de Barzanî tekez kir: “Divê derfetan ji dest nedin û ji serhildanê sûd bê girtin. Ji dil û bi biratî daxwazê ji hemû hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikim ku dawî li pirsgirêkên xwe bînin.”
Serokkomar: Qonaxeke nû derketiye holeDi merasima vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de, Serokomarê Êraqê got êdî dem hatiye ku hemû pêkhateyên Êraqê nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekî û diyar kir, ne Êraq bêyî hevkarî û hevahengîya Herêma Kurdistanê aramiyê dibîne û ne jî Herêma Kurdistanê bêyî Êraqê.
Serokomarê Êraqê Abdulletîf Reşîd îro Pêncşemê 11ê Gulana 2023an di merasima vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de gotarek pêşkêş kir û got, “Çarenivîsa Êraqê û Herêma Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye û ji hev nayên cudakirin, ne Êraq bêyî hevkarî û hevahengîya Herêma Kurdistanê aramiyê dibîne û ne jî Herêma Kurdistanê bêyî hikûmeta federal dikare aramiya aborî hebe.”
Abdulletîf Reşîd di gotara xwe de anî ziman, “Dîroka miletê me dîroka serwerî û rûmetê ye. Di dirêjahiya bi dehan salên têkoşîna me ya neteweyî de, gelek kesên mezin û karîzmatîk derketine qada têkoşîn û Kurdayetiyê, bi saya wan rêya têkoşîna me ya neteweyî berdewam bûye.”
Serokomar tekezî li ser wê yekê kir ku rewşa navçe, Êraqê û Herêma Kurdistanê ber bi pirsgirêkên mezin ve diçe û qonaxeke nû derketiye pêşiya Iraqê û Herêma Kurdistanê.
Serokomar di wê baweriyê de ye ku bi salan e ji ber bandora şer, nearamiya siyasî û têkçûna peywendiyan li Iraqê hebûye, “Lê niha atmosfereke aram heye û divê hemû alî hewl bidin ji vê qonaxê sûdê werbigirin ji bo zêdetir nêzîkî hev bibin, diyaloga aştiyane û avadeniyê bimeşînin.”
Ew bal kişand ser wê yekê êdî dem hatiye ku hemû pêkhateyên Êraqê nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekî û jîngeheke siyasî ya tendurist biafirînin.
Sûdanî: Bila vê derfetê ji dest nedin
Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şiya Sûdanî di gotara xwe de li Barzan ragihand: “Kurdistanê ji bo azadiyê gelek qurbanî daye.”
Mihemed Şiya Sûdanî yek ji wan kesan bû û di gotara xwe de ragihand: “Kurdistanê ji bo azadiyê gelek qurbanî daye... Dema tevgera Kurd pêş ket, bi sûcên Seddam re rû bi rû ma.”
Sûdanî di axavtina xwe de got, “Şehîdên gelê me yê Kurd û şehîdên tevahiya tevgera nîştimanî ya Êraqê dixwestin welatekî ji bo neviyên xwe bihêlin ku tê de dadmendî û wekhevî geş bibe û welatî bi rûmet û serbilind tê de bijîn.”
Serokwezîrê IÊraqê "tekoşîn û qurbanîdana" tevgera neteweyî ya Kurd di dehsalên sedsala borî de û serkirdayetiya Mele Mistefa Barzanî li dijî "zaliman" û "dîktatoriya Beasî ya Seddam û tawanên wî” bi bîr anî û got, “Selimand ku gelê Êraqê tevî hemû civakên xwe koletiyê red dike û zilmê qebûl nake.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

