Pirbazneyî mafan diparêze û nûnertiya rast ava dike
Kurdistan 12:39 PM - 2023-05-11
PUKMEDIA
Hilbijartin
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewla guhartina yasaya Hilbijartinan dide berê hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê ji ber nebûna edaletiyê di dabeşkkirina kurdsiyan li parizgahên Herêma Kurdistanê de, û hebûna nûnertiya rasteqîne a pêkhateyan.
Yasaya kevin dibêje dive hilbijartin li gor yekadarî be li Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî dixwaze ku yasayê serrast bike û sîstema pirbazneyî kar bike ji bo parastina mafan û rakirina zulm û neheqiyê ku hin parizgeh rastê hatine.
Guhertina qanûnêBerpirsê Lijneya Şopandin û Hevahengiyê di Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de Letîf Nêrwêyî ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxwazên rewa hene û hewl dide beriya hilbijartinên Herêma Kurdistanê, yasaya hilbijartinan serast bike.
Got jî: Yekîtî dixwaze raya giştî li ser cudahiyên nav tomara dengderan li Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal agehdar bike û jibilî wan kêşeyên ku bûne sedema bêdadiyeke mezin li parêzgehên Silêmanî û Helebçe .
Rakirina neheqiyê ji ser parêzgehanLatif Nêrwêyî dibêje Yekîtî dixwaze bi serrastkirina yasaya hilbijartinan, neheqiyê ji holê rake da ku her parêzgehek mafê xwe yê rewa ji bo kursiyên Parlamentoya Kurdistanê bi dest bixe.Got jî: Ev amarên ku ji alîyê Nivîsîngeha Hilbijartinan a Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve hatine ragihandin dê bibe bingeheke baş ji bo diyalog û têgihîştina aliyên siyasî bo serrastkirina yasaya hilbijartinan û tekez jî li ser wê yekê kir ku hemû aliyên siyasî piştevaniya daxwazên Yekîtî dikin. û ez bawer nakim ti aliyek siyasî hebe ku razî be hilbijartinan bi yasaya berê birêve biçin.
Cûdahiya girîng di tomara dengdêran de
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hacî Hema di kongreyeke rojnamevanî de ku PUKMEDIA lê amade bû, ragihand: ferqeke mezin di navbera tomara dengderan li hikûmeta federal û ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye.
Got jî: cudahiya di navbera her du tomaran de li parêzgeha Hewlêrê zêdekirina 198 hezar kese, lê li Silêmanî û Helebçe jî mijar berovajî vê yekê ye, hejmara dengderan zêdetirî 128 hezar kesan kêm bûye. Li parêzgaha Duhokê tomarkirina dengderan li Herêma Kurdistanê bi 216 hezarî ji tomarên dengderên Êraqî zêdetire û tiştê ku Yekîtiya Niştimanî dixwaze ew e ku tomara dengderan li Êraqê were pejirandin ji ber ku paqijtire.
Silêmanî ji mafê xwe yê rewa bêpare
Berpirsê ofîsa hilbijartinan amaje bi vê yekê jî kir: Nabe kar di nav deftera dengderan de ku ev cudahiya mezin tê de heye û li hinek deveran zêde dibe û li hinek deveran kêm dibe bê kirin û Silêmaniyê ji mafê xwezayî yê wergirtina kursiyên parlamentoya Kurdistanê bêpar e, û ew jî dibe sedema dabeşkirina kursiyên zêdetir ji mafê parêzgehên Hewlêr û Duhokê.
Wî berdewam kir: Yekîtî piştevaniya lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de dike, lê nabe ku helbijartin bi tomareke nedadperwerane were kirin û rêjeya wê ya rastîn bi qasî 300 hezar dengderan zêdetir bibe.
Pir dezgehî ji bo Herêma Kurdistanê baştir in
Berpirsê ofîsa hilbijartinan got: Em piştevaniya lidarxistina helbijartinan li çend dezgehan dikin ji ber ku sîstema yek deverî gelek xalên nerênî hene û ne sîstemeke adil e û hejmara kursiyên parêzgehan bi awayekî adil nayê dabeşkirin, lê di sîstema pir dengan de namzed nûnertiya rasteqîne yê deverê xwe dike.
Rizgar Hacî Hema amaje bi wê yekê jî kir ku di qanûna kevin de xiyanet û neheqiyeke mezin li parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin û di Parlamentoya Kurdistanê de 37 kursî jê re hatine terxankirin, lê li gorî sîstema çendîn pêkhateyan, parêzgeha Silêmaniyê 45 kursî di Parlamentoya Kurdistanê de distîne, tekez kir ku cudahî 8 kursî ye.
Bihêzkirina aramiya siyasî
Çavdêrê siyasî Elî Bêder di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA`re ragihand ku li gor sîstema pirbaznayî Êraqê hilbijartin kirine û bi serket , di nav parizgehan de jî pirbazneyî hebû ji ber ku bi cê awayê damezrandina fireksiyonên parlemantoyê tê parastin , aramiya siyasî û rewşeke têghîştinê bo lezkirina avakirina hikûmetê êdike.
Di rêjeya nûnertiyê de ne hevsengî heye
Çavdêrê siyasî Elî Beyder dibêje: Sîstema yekbaznayî dibe sedema nehevsengiya rêjeya nûneratiya herêm û aliyên siyasî di Parlamentoya Kurdistanê de, lê sîstema pirbaznayî nûneratiya pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê de diparêze.
Got jî: eger yasaya kevin ya hilbijartinan kirîzek siyasî çêbike, divê bi rêkevtina hemû alîyên sîyasî bête serrastkirin, daku raya cadeyê werbigire daku welatî bi yasaya nû agehdar bibin û welatî nûneran ava bikin.
Baştiyên pirbaznayî
Pisporê yasayî Elî Temîmî ji PUKMEDIA re ragihand: Di madeya
49 a destûra Êraqê de hatiye ku her nûnerek nûnertiya 100 hezar kesî dike û di
warê nûneratiya rasteqîne ya hemû xelkê de jî divê nûner nûnerê van 100 hezar
xelkê herêma xwe be ku dizane çi tê de heye.
Got jî: Sîstema çendîn baznayî proseya
hejmartin, rêzkirin û naskirina serketî hêsan dike, bi taybetî bi helbijartinên
takekesî, azad û rasterast, ku yê herî zêde dengan werdigire, yekem serketî ye
û her wiha ya duyem û sêyem.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Şervanên Kurd çalakiyên fedayî encam dan û sê Dron jî xistin xwarê
12:05 PM - 2026-01-10
HSDê Firokxaneya Leşkerî ya Kuwêrsê toparan kir
10:48 AM - 2026-01-10
Fransa:Divê aliyên şerker li Helebê vegerin Peymana Agirbestê
10:11 AM - 2026-01-10
Kenada:Divê xelkê sivîl yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bên parastin
09:32 AM - 2026-01-10
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Kenada:Divê xelkê sivîl yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bên parastin
Kurdistan 09:32 AM - 2026-01-10






Aplîkêşin

