YNK: Bi guhartina yasaya hilbijartinan neheqiyê kursî bi awayekî dadperwerî dabeş dike
Rêportaj 12:35 PM - 2023-05-09
PUKMEDIA
Berpirsê dezgeha hilbijartinên YNK
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir
ku berî lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêwîstî bi guhertina
yasaya hilbijartinan heye, ji ber ku ev yek helbijartinan zelal û dadperwer
dike.
Cûdahiya mezin di qeyda dengdêran deBerpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hacî Hema di kongreyeke rojnamevanî de ku PUKMEDIA lê amade bû, ragihand: ferqeke mezin di navbera tomara dengderan li hikûmeta federal û ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye.
Got jî: cudahiya di navbera her du tomaran de li parêzgeha Hewlêrê zêdekirina 198 hezar kese, lê li Silêmanî û Helebçe jî mijar berovajî vê yekê ye, hejmara dengderan zêdetirî 128 hezar kesan kêm bûye. Li parêzgaha Duhokê tomarkirina dengderan li Herêma Kurdistanê bi 216 hezarî ji tomarên dengderên Êraqî zêdetire û tiştê ku Yekîtiya Niştimanî dixwaze ew e ku tomara dengderan li Êraqê were pejirandin ji ber ku paqijtire.
Silêmanî ji mafê xwe yê rewa bêpareBerpirsê ofîsa hilbijartinan amaje bi vê yekê jî kir: Nabe kar di nav deftera dengderan de ku ev cudahiya mezin tê de heye û li hinek deveran zêde dibe û li hinek deveran kêm dibe bê kirin û Silêmaniyê ji mafê xwezayî yê wergirtina kursiyên parlamentoya Kurdistanê bêpar e, û ew jî dibe sedema dabeşkirina kursiyên zêdetir ji mafê parêzgehên Hewlêr û Duhokê.
Wî berdewam kir: Yekîtî piştevaniya lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de dike, lê nabe ku helbijartin bi tomareke nedadperwerane were kirin û rêjeya wê ya rastîn bi qasî 300 hezar dengderan zêdetir bibe.
Pir dezgehî ji bo Herêma Kurdistanê baştir inBerpirsê ofîsa hilbijartinan got: Em piştevaniya lidarxistina helbijartinan li çend dezgehan dikin ji ber ku sîstema yek deverî gelek xalên nerênî hene û ne sîstemeke adil e û hejmara kursiyên parêzgehan bi awayekî adil nayê dabeşkirin, lê di sîstema pir dengan de namzed nûnertiya rasteqîne yê deverê xwe dike.
Rizgar Hacî Hema amaje bi wê yekê jî kir ku di qanûna kevin de xiyanet û neheqiyeke mezin li parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin û di Parlamentoya Kurdistanê de 37 kursî jê re hatine terxankirin, lê li gorî sîstema çendîn pêkhateyan, parêzgeha Silêmaniyê 45 kursî di Parlamentoya Kurdistanê de distîne, tekez kir ku cudahî 8 kursî ye.
Daxwazên me rewa neRizgar Hacî Hema teqez kir ku daxwazên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê rewa ne û ew dixwaze ew neheqî û pêşdaraziyên ku li parêzgehên Silêmanî û Helebçe hatine kirin ji holê rakin û amaje bi wê yekê jî kir ku sîstema yek dengî zêdetir kursiyan ji mafên wan zêdetir dide parêzgehan.
Tekez kir ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê parêzvanê mafên ciwanan e û hewl dide navên wan di tomara dengderan de li Herêma Kurdistanê tomar bike da ku beşdarî hilbijartinan bibin, dengên xwe bidin û mafê xwe yê xwezayî bikar bînin.
Got jî: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê piştevaniya dabeşkirina kursiyên pêkhateyan li ser hemû parêzgehan dike daku pêkhate nûneratiya rasteqîne li parlamentoya Kurdistanê de hebe û kursiyên pêkhateyan ji bo armancên siyasî neyên bikaranîn. Wî bal kişand ser wê yekê ku di qanûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê de hejmara kursiyên pêkhateyan û mekanîzma dabeşkirina wan li ser parêzgehan nehatiye diyarkirin û got: Em dixwazin dadmendî di dabeşkirina kursiyên pêkhateyan li ser parêzgehan hebe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

