Hevdîtina Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr di qada navneteweyî de hat pêşwazîkirin
Kurdistan 10:56 PM - 2023-05-08
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Civîna Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr
Civîna îro di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî de ji aliyê dîplomat û aliyên navdewletî ve hat pêşwazî kirin û hêvî dikin ku ev yek bibe destpêka proseya lihevkirin û hevkariyê û bihêle ku hikûmet bi bandor kar bike.
Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê Rosy Cave ragihand, ew kêfxweş e ku îro dîtiye Serokwezîr û Cîgirê wî civiyane, ev pêngaveke destpêkê ya girîng e ji bo pêşketina di mijarên sereke de bi rêya gotûbêja avaker.
Rosy Cave destnîşan kir, hikûmeteke yekgirtî ya Herêma Kurdistanê di berjewendiya hemû xelkê Herêma Kurdistana Êraqê de ye û hêvî dike ku civîna Serokwezîr û Cîgirê wî, destpêkek bibe ji bo proseya rêkeftinê.
Barbara Leaf: Em bi hev re yek inJi aliyê xwe ve, Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf, civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî wek pêngaveke mezin bi nav kir.
Barbara Leaf li ser hesabê xwe yê Twitterê bal kişand ser girîngiya civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî û got: “Ev pêngaveke mezin e.” Herwiha amaje bi "diyalogê" kir wek balkişandina ser helwesta Washingtonê ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê.
Alina Romanowski: Girîng e di vê rêyê de bi pêş ve biçin
Balyoza Amerîkayê ya li Êraqê Alina Romanowski di peyamekê de li ser hesabê xwe yê Twitterê pêşwazî li civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û ragihand, ew destxweşiyê li serkirdetiya Serokwezîr û Cîgirê wî dike ku bi hev re kar diikin ji bo destpêkirina çaresekirina kêşeyan bi rêya gotûbêjê.
Alina Romanowski got:’’Dema ku serok li ser hewcedariyên gel bisekinin hemû welat sûdê lê werdigire.Em di vê rêya girîng de bi pêş ve biçin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

