Bi dirûşma Yekîtî ji dijmin re agire, Kerkûkiyan li hember Baas xwepêşandan kirin
Kurdistan 11:13 AM - 2023-05-06
PUKMEDIA
Kerkûk
Di sala 1982’an de
li Qeladizê xwepêşandaneke mezin ji bo bîranîna bombekirina xwînrêj a bajêr di
sala 1974’an de pêk hat û xwepêşandan li bajarên din ên Kurdistanê, ji wan
Kerkûkê, belav bûn, ji ber wê jî hêzên asayişa Baas bi tundî êrişî
xwepêşanderan kirin û di encamê de çend kes hatin kuştin û birîndarkirin û çend
kes jî hatin girtin.
Di 6/5/1982 de li
Kerkûkê ji bo piştgiriya xwenîşandana Qeladizê xwepêşandan birêve çûn û di
encamê de heşt kesên bi navên Ferîdun Fethullah, Abbas Elî Mewlûd, Enwer Elî
Mewlûd, Azad Ebdulqadir, Resûl Kerîm, Ebdulqadir Hesen, Elî Xetab, Celal Seyîd
Ehmed) şehîd bûn û 95 kes birîndar bûn û zêdetirî 250 kes jî hatin girtin ku di
nav wan de pîr û kal hene. Mixabin gelek ji wan di bin êşkenceyê de seqet bûn.
Di destpêkê de xwepêşandan
li bajarên Qeladizê, Pêncwên û Silêmaniyê destpê kir û li dawî de li Kerkûkê jî
pêk hatin. Roja pênşemî 06.05.1982ê dengoyên xwepêşandanekê li seranserê
Kerkûkê belav bû û nêzîkî 80 heta 100 kes ji rêxistinên YNKê û xelkê bajêr di
wê xwepêşandanê de beşdar bûn.
Paşxistina xwenîşandana sala 1982ê ya Kerkûkê
ji ber çend sedeman bû, ya herî girîng jî ew bû ku rêxistinên YNKê nexwest
endamên wan beşdar bibin ji bo dubare û piştî jidestçûna komîteya Agirî xetên
din ê rêxistinê eşkire nebin û nekevin ber daxistinê, lê piştre eşkire bû ku bi
bê rêxistiê nav bajêr xwepêşandanên wiha nayên lidarxistin ji ber wê jî
piraniya rêxistinên YNK’ê di nava xwendekaran de bûn û tevlî xwepêşandanê bûn.
Kerkûk îspat kir ku ji Kurdistanê nayê cudakirinKargêrî Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Aso Mamend bi boneya salvegera xwepêşandanê peyamek belav kir û têde got: “Nêzîkî 100 keç û kur û keçên wêrek û netirs ên rêxistinên YNKê û girseyeke berçav ji xelkê berxwedêr ên Kerkûkê, ji ciwan û pîr, xwendekar û karker beşdarî xwenîşandanê bûn û duruşmên: ( Bi hêza Mame Rîşe dijmin dikin bi şîşe), (Birûxe rêjîma faşîst a Bexdayê), ( Yekîtiya Niştimanî ji dijminan re agir e), ( kêm bijî û bi serbilindî bijî), û "Serxwebûn bo Kurdistanê" agir berda serbilindiya partiya wêrankirî ya Baas.
Herwaha got: “Ew xwenîşandan piştevaniyek bû bo daxwazên rewa yên nişteciyên bajar û bajarokên din ên Kurdistanê, lê tekez li ser wê yekê jî kir ku Kerkûk beşeke pêkvejiyana Kurdistanê ye û Partiya Baas a wêranbûyî ji vê yekê şok bûye.”
Ewên ku li Kerkûkê xwepêşandan kir tenê ciwanên kurd bûnEndamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Stran Ebdullah di gotareke xwe de ku ji PUKMEDIA re nivîsandiye derbarê xwepêşandana Kerkûkê de wiha gotiye: “Dema ku Kurd li Kerkûkê serî hildan û xwepêşandan kirin, li ti devera cîhanê wexta şoreş, serhildan û xwepêşandaan nebû, li riznamê binirin ji rojhilat heta rojava, ji Amerîkaya L atîn heta Sovyêt û Çîn, ti axaftin li ser destpêşxeriyê nine ,tenê lawê Kerkûk û lawê Yekîtî hebû û heye.
Nivîsa gotarê di vê lînkê de ye …..
Bîranînên rêxistinan şahid in
Hêmin Mewlûd ku yek
ji pêşmergeyên YNK'ê di bîranîna wan xwepêşanderan de dibêje: "Piraniya
xwepêşanderan ciwan bûn, ji wan kur û keç û gelek kes jî li derveyî rêxistinan
bûn û ji ber dilsoziya xwe bi kurdayetiyê re beşdarî xwepêşandanê bûn û endamên
partiyên din bi taybet rêxistinên Partiya Komûnîst beşdar bûn."
Wî got:“Xwepêşandan
li derdora Meydana Bartakiye, li pişt Takya Talebanî û li ser cadeya asfaltkirî
ya pêşiya Takyayê hat lidarxistin û bi van dirûşman bû: ( Bi hêza Mame Rîşe
dijmin dikin bi şîşe), (Birûxe rêjîma faşîst a Bexdayê), ( Yekîtiya Niştimanî
ji dijminan re agir e), ( kêm bijî û bi serbilindî bijî), û "Serxwebûn bo
Kurdistanê".
Gel hemû tevlî xwepêşandanê bûn
Yek ji beşdarên di
xwenîşandanê û ji girtiyên ku di bin îşkenceyê de seqet bûye, Bextiyar
Ebdulrehman got: “Roja 6’ê Gulana 1982’an piştî nîvro komek xort, keç û kasibkar
ber bi goristana Şêx Miyedîn ve meşiyan, piştre xwendekar gihiştin goristanê.Di
demjimêr 13:30’an de hemû kom bûn yek û xwepêşandan bi sirûda Ey Şehîdan û
qîrîna dirûşmeyên li dijî rêjîma Baas destpê kir û herweha lîstikvanên futbolê
jî li goristanê tevlî girseya gel bûn.”
Bextiyar Ebdulla
wiha dewam kir ku “Di xwepêşandanê de nêzîkî 100 kes ber bazarê Hesîreke ve çûn û hejmarek keç û jin jî di
xwepêşandanê de hebûn û xwepêşandan bi qîrîna dirûşmeyan berdewam kir û coşa
xwepêşanderan zêde bû. Piştre xwepêşandan gihîşt xwendingeha Îmam Qasim û bazarî
cot qewe.
Bi berfirehbûna
xwepêşandanê em gihiştin ser pira kevirî ya Kerkûkê û gelek kes tevlî
xwepêşandanê bûn û piştre xwenîşander bi saziyên girêdayî rêjîmê re ketin
pevçûnê" .
Bûyerên siyasî girîngiya xwenîşandanê nîşan dide
Pisporê dîroka
Kerkûkê Semko Bahroz derbarê xwepêşandana sala 1982an de wiha got: “Eger em
xwepêşandanê ji aliyê dîrokî ve binirxînin, divê rewşa Kurdistanê û Kerkûkê ya
wê demê bidin ber hev.
Di wê demê de Êraq di nav şerekî mezin de bû
ku nêzîkî sê salan dom kir bi Îranê re û gelek kesên ku temenê wan leşkerî bûn di wê şerî de hatin kuştin yan birîndarkirin
û seqet bûn, lê rewşa Êraqê bi giştî xerabtir bû û tevgera rizgarîxwaz a Kurd
bi serokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di lûtkeya çalakî û berxwedanê
de bû, lewra gelê bajarê Kerkûkê di wê demê de tînuya azadiyê û rizgarbûnê bû, Ji
ber vê yekê tesbîtkirina vê xwenîşandanê hevahengiya rewşa siyasî ya wê demê bû
ku li hemû bajaran bû meşaleya ronahîkirinê, lê her bajarek li gorî şiyana
rêxistinan û çawaniya beşdarbûna girseyan bi wê re mijûl bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
10:49 AM - 2025-12-06
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Rêjeya hejariyê li Îraqê kêm dibe
Êraq 11:32 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05



.jpg)


Aplîkêşin

