Dawûd Cundî: PDK koçberan li gor berjewendiyên xwe bikar tîne
Kurdistan 12:30 PM - 2023-05-04
PUKMEDIA
Şengal
Endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Dawûd Cundî tekez kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê piştî
rûxana rêjîma berê li Şengalê desthilatdar bû, lê ti tişt di rastiya bajêr de
neguhert û di birêvebirina dezgeha dadwerî di warê ewlehî û îdarî de têk çû, û
belgeya herî mezin ji bo wê jî revîn û vekişîna hêzên wê yên leşkerî di dema
êrîşa rêxistina terorîst a DAIŞê de û radestkirina bi hezaran êzîdiyên bêguneh
ji bo DAIŞê ye.
Dawûd Cundî di daxuyaniyeke taybet de ji
PUKMEDIA re got: Partiya Demokrat ev 8 sal koçberên Şengalî ên di kampan de bi
kar tîne di her prosesa hilbijartinan de ji bilî wergirtina alîkariyên madî ji
xêrxwazan li ser hesaba awareyan, ji bilî danîna sînoran û rêgirtin li vegera
awareyan û daxuyaniya vê dawiyê ya wezîrê koç û koçberên Êraqê jî belgeyeke baş
e.
Û wî diyar
kir: Wek her kes dizane niha Herêma Kurdistanê di qonaxekê de ye ku ji aliyê
Partiya Demokrat ve bi yek desthilatdar tê naskirin, bi taybetî li parêzgeha Duhokê
û hewl dide dengên azad qut bike, lê heta niha kesek ji wan kesên ku di vê
dawiyê de hereşe li ser Êzdiyan kiribûn ne hatine cezakirin, lê wan dîsa tenê lêborîna xwestin bêyî ku ti
tedbîrek rastîn ku wan bi axaftinên nefretê û binpêkirinên li dijî gelê Êzidî
yên ku rastî tawanên herî hovane ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine kirin,
sînordar bike.
Derbarê
lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê de jî Daûd Cundî got: Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê herdem amadeye ji bo vê piroseya demokratîk, lê rêjîma
deshilatdar ya ku ji aliyê Partiya Demokrat ve tê birêvebirin, sedema sereke ya
van nakokî û pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ye. bi bikaranîna kotaya pêkhateyên
olî û kêmneteweyên li herêmê re li gor berjewendiyên xwe derbas dibe, ji ber ku
em tekez dikin ku em li gel mafê hemû pêkhateyan ne, bi taybet gelê Êzidî bi
mercê ku ew nûnerên rasteqîn bin û nebin alavek di destê demokratan de!.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

