Civata Nûneran xwendina duyem ya projeyasaya parêzgehbûna Helebçeyê dike
Kurdistan 11:15 AM - 2023-05-04
PUKMEDIA
Encumena Nûneran
Biryare îro pêncşemê bi hewlên berdewam yên YNK civata
nûneran xwendina duyem a projeyasaya xistina Helebçe di nav parêzgehên li
Komara Êraqê ku ji aliyê komîteyê ve hatibû pêşkêşkirin Herêm û parêzgehên ku nehatine
birêxistinkirin, bike wek hurmetek ji qurbaniyên mezin ên xelkê wê re di encama
bombebarana bi çekên kîmyayî yên qedexe ji aliyê rêjîma hilweşiyayî ve di Adara
1988an de. û ji bo piştgiriya statuya cîhanî ya ku di encama van qurbanîdanan
de bi dest xistiye.
Hewldanên yekîtiya Niştimanî berdewam inNûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Biryar Reşîd di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî li gel aliyên din yên parlemantoyê ji bo bilezkirina vê projeyasayê ku wek qerebûkirinê ji welatiyên wê re tê hesbandin di şêwirên berdewam de ye.
Wê her wiha got: "Em li gel pêkhateyên din ji bo yasakirina vê projeyê û xizmetkirina xelkê parêzgehê kar dikin."
Naveroka qanûna parêzgeha Helebce
Naveroka proje yasaya parêzgehkirina Helebçe li Komara Êraqê
li ser bingeha xala yekem a madeya (61) ya destûra Êraqê, Encûmena Nûneran
biryar da ku van yasaya derbixe:
- Yasaya hesbandin Helebçe
wek parêzgehek li Êraqê
Benda yekê:
Li Herêma Kurdistanê-Êraqê parêzgehek bi navê (Helebçe) bibe
parêzgariya nozdehemîn a Komara Êraqê û navenda wê jî navçeya Helebce be.
Benda duyemîn:
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê-Iraqê sînor û yekeyên
îdarî yên parêzgehê destnîşan dike.
Benda sêyem:
Desthilatdarên pêwendîdar divê bendên vê qanûnê bi cih
bînin.
Benda çarem:
Ev qanûn ji roja ku di Rojnameya Fermî de (Rojnameya Îraqî)
hat weşandin, wê were cîbicîkirin.
Sedemên erênî:
Ji ber pêwîstiyên berjewendiya giştî û di encama mezinbûna
bajarî û nifûsa bajarê Helebçe û qurbanîdana mezin a xelkê wê û ziyanên madî,
mirovî û jîngehê di encama bombebarana wê de di adara 1988’an de û ji bo
piştgirîkirina statuya navneteweyî ya ku di encama van qurbaniyan de bi dest
xistibû, ev qanûn hate derxistin.
Ji bo Parêzgariya Helebçe qanûnek pir girîng
Pisporê yasayî Elî Temîmî di daxuyaniyeke taybet de ji
malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re dibêje: Ev yasa dê wek
parêzgehên din gelek mafan bide Helebçeyê.
Got jî: dê rêjeyek di budceyê da hebe, wek hemû parêzgehan
û xercîyên parêzgeh, fermangeh, dezgeh û karmendan bê peydakirin.
Qerebûkirina kesên ku ji sûcên Baasê bandor bûne
Elî Temîmî dibêje: Yasakirina vê yasayê dê lezê bide qerebûkirina kesên ku ji encama
tawanên dijî mirovatiyê hatine.
Got jî: dema Helebçe bibe parêzgeh, dê liv û tevgera li ser
asta navdewletî zûtir û berfirehtir bibe û dê bajareke wêrankirî were hesêb û
dê ji hemû welatan alîkarîyên darayî û alîkarîyên mezin jêre werin. Ev yasa dê
rê li ber qerebûkirin, û alîkariyên navxweyî û navdewletî ji parêzgeha Helebçe
re veke, ji ber ku ji aliyê çandiniyê ve parêzgehek pir girîng e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

