YNK ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinê giliyê xwe dike
Kurdistan 07:34 PM - 2023-05-02
PUKMEDIA
YNK ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinê giliyê xwe dike
Fraksiyona YNKê li Parlemantoya Kurdistanê ji bo guhertina yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê giliyê xwe tomar kir li Dadgeha Federalî ya Êraqê li Bexdadê .
PDKê dijî guhertina yasaya Hilbijartine
Cîgirê Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Kurdistanê Luqman Werdî ji PUKMEDIA re ragihand:"Ev du sal in em kar dikin ji bo lihevkirina li ser sererastkirina yasaya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê, lê PDKê di vî warî de ti gavekî cidî neavêtiye û sererastkirina yasayê hatiye rawestandin."
Werdî got: YNK alîgirê yasaya kevin hilbijartinan nine û fraksiyona me li Parlamentoya Kurdistanê li dijî qanûna hejmar 1 ya hilbijartinên sala 1992an gilî kiriye û daxwaz dike ku berî hilbijartinan ev yasa were sererastkirin.
Her wiha got :“Eger Dadgeha Federalî biryar da ku dirêjkirina dema parlamentoya Kurdistanê neyasayî bû, divê rêyekê ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinan bibîne û rê li ber yasaya kevin bigire ku bi wê hilbijartinên Herêma Kurdistanê bên kirin, ji ber ku hilbijartinên li gorî zagona kevn wê rewşê neguherîne û pêvajoya demokrasiyê winda bike."
Daxwaza YNKê ya Gelê Kurdistanê
“Daxwaza YNK’ê ya ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinê ne tenê daxwaza YNK’ê ye, belkî daxwaza partiyan û gelê Herêma Kurdistanê ye jî, ku ne bi yasaya kevin re ne.’’Werdî got
Li ser pêşniyara Serokê YNKê rêzdar Bafil Talebanî dezgeha Hilbijartinan a YNKê û Mekteba Hilbijartinan a PDKê çend caran li ser guhertinên yasaya hilbijartinan û pirsa tomarkirina dengderan û aktîvkirina komîsyona hilbijartinan civiyane,di wan civînan de PDKê razî bû ku qanûna hilbijartinan serast bikin û tomarkirina dengderanê Êraqê bikin bingeh ji bo hilbijartinan lê belê niha ji soza xwe poşman bûye û ji wê yekê direve.
Li hember de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ,Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Civaka Dadweriya Kurdistanê û Tevgera Gorran daxwaza serrastkirina yasaya hilbijartinan dikin û li gor yasaya kevin amade nînin hilbijartinên parlamentoyê bên kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

