Şikistên serokê hikûmet qewareya Herêmê dixe metirsiyê
Kurdistan 04:36 PM - 2023-04-29
PUKMEDIA
Şikistên serokê hikûmet qewareya Herêmê dixe metirsiyê
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê nikanîbû ji zona partiya xwe şefafiyetê di dahat û derxistinê bi destbîne û diyar nîne ku dahatên derwazeyên sînorê Îbrahîm Xelîl çende, di demekê de ye ku ew xalên sînor dahatên xwe bêhtire ji ên dinî Herêma Kurdistanê.
Endamekî parlemana Kurdistanê di wê barê de, dibêje ku: ". Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê şerê qut û xizmetguzariya Silêmanî û Helebçeyê û herdu rêvebiryên serbixwe Raperîn û Germiyanê dike û her ji bo Hewlêrê jî dike û ev kabîneya nek ji aliyê abûriyê ve her ji aliyê ewlekariyê ve jî û pêkvajiyanî û parastina mafên mirovan jî şikest aniye û pêwîste serokê hikûmet li şikistên xwe mikûr were û dest ji kar berde, ji ber ku metirsî li ser qewareya Herêma Kurdistanê dirust dibe."
Hewil didn şikestên serokê hikûmetaê veşêrin
Endamê koma YNKê di Parlemana Kurdistanê de Balambo Mihemed ji maplera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê PUKMEDIA`yê re ragihand: Hejmarek ji parlemanterên PDKê ji bo pînekirina şikestên serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, hewil didin Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi wê yekê tawanbar bikin, di demekê de ye ku Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê nikanîbû ji zona partiya xwe şefafiyetê di dahat û derxistinê bi destbîne û diyar nîne ku dahatên derwazeyên sînorê Îbrahîm Xelîl çende, di demekê de ye ku ew xalên sînor dahatên xwe bêhtire ji ên dinî Herêma Kurdistanê û heya niha naye zanîn ku ew dahat çawa dibe û bi kuve diçe.
Çawa desthilatên girîng ên Herêma Kurdistanê li cem Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)ê ne, pêwîste bi heman awayî ji berpirsyartiyê nereve û mil bide ber wê rewşê ku şikestxwerî ku bi ser Herêma Kurdistanê de aniye û qewareya Herêma Kurdistanê jî xistiye metirsiyê û ber bi hilweşandinê ve dibe ku serokê hikûmetê tenê xwe bi serokê Zaxo û Duhok û beşek ji Hewlêrê dibîne. Ev kurt bîniya jî wekiriye ku di rêvebirina Herêma Kurdistanê de û dewletdariyê de şikestbîne. Balambo Mihemed we got.
Serokê hikumetê bi riya partiya xwe şikestên xwe dabeş dike
Niha û berê jî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê ku serokê hikûmetê li cembû, kar li ser wê yekê dikir ku Silêmanî û Helebçe û Raperîn û Germiyan piştguh bixin û Hewlêr jî bikin bi du zonan ku zonekî hejarnişîn û zonê din jî dewlemendnişîn be, ev jî rûyeke din ê xerapî dewletdariyê ye ku PDKê peyrew dike û hikûmraniya xwe jî şikest aniye.
Balambo Mihemed dibêje: Di vê kabîneyê û ya pêş de ku li cem PDKê bû ye, ne tenê hikiumetê nikarîbûye xizmetî Silêmanî û Helebçeyê bike, her nikarûbû xizmeta Hewlêrê jî bike û Hewlêr bû ye bi du perçe yek ya hejaran û yek jî ya dewlemendan e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

