Bûyerên Şengalê û hewldana guhertina rastiyan
Kurdistan 11:24 AM - 2023-04-29
PUKMEDIA
Bûyerên Şengalê
Sibeha roja 27ê Nîsanê, nêzîkî 20 malbatên erebên sunne çûne navçeya Şingalê bi mebesta ku vegerin malên xwe, piştî civînekê ku ji aliyê hejmarek şêxên eşîreyên ereb ve hatibû lidarxistin ji bo hişkirina welatiyan ji vegerê re bi hemahengî li gel artêşa Êraqê, Firqeya 20, ku erkê parastina malbatan lixwe digre, û piştî hatina wan bi dehan xurt û keçên xelkê Şingalê kombûn ku di nav wan de rizgarbûyên DAIŞê hebûn Xwepêşandanek ji bo rêgirtin li derbasbûna malbatan lidarxist, û kombûn li nêzîkî Mizgefta El-rehman li navenda navçeyê bû, xwepêşanderan taker şewitandin û kevir bi ser hêzên ewlehiyê û malbatên vegerî de barandin ,ku hin ciwanên Ereb xwe li hewşa Mizgefta El-Rahman girtin da ku xwe ji keviran biparêzin.
Di nav wan de kujerên Êzdiyan henePiştî destwerdana erênî ya fermandarê firqeyê ku bang li her du aliyan kir ku xwe ragirin, malbat vegeriyan Mûsilê, her wiha yek ji rizgarbûyên beşdarî xwepêşandanê bû got yek ji ciwanên Ereb ên vegeriyayî nas kir û got ew ligel DAIŞ terorîst di dema dîlbûna wê ligel malbata xwe de dîbû, û li vir ew xort ji artêşê ve hat girtin û lêkolîn pêre tê kirin û ev bûyer bû sedema gurkirina rewşê û bertekeke tund di nav ciwanên Êzidî de.
Wêne kevn inLi hember bûyeran, duh êvarê hin rûpelên medyaya civakî wêneyên mizgefteke ku hatiye şewitandin û xirabkirin belav kirine û wêne yê yek ji mizgeftên sala 2016ê ye, bû sedema belavkirina nûçeyê ku Êzdiyan mizgefta Rehman şewitandine ku bû sedema bertekek bilez bi taybet ji hêla welatiyên Duhok û Mûsil ve ku xeber bi haştega Êzdî kifir dibin û fîtneyan çêdikin, parvekirin.
Êzidî ne li dijî vegerê ne, LêDerbarê serkirdeyên êzîdî de wan eşkere kir ku ew ne li dijî vegera malbatan in, lê bi şertê ku were piştrastkirin ku ew beşdarî qirkirina êzîdiyan nebûne, nemaze piştî biryara betalkirina destûrên ewlehiyê ji aliyê îstixbarata Êraqê ve, û ev yek bû sedem ku gelek ji tawanbaran ji encamên qanûnî dûr bikevin.
Êzîdî berdêla rastiya xwe didinSerokê Navenda Lêkolînên Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Yûsif Goran li ser vê mijarê dibêje: “Birayên me yên Êzidî di dirêjahiya dîrokê de berdêla eslê xwe yê Kurdewarî û tundrewiya ajandayên derve ji bo jinavbirina Kurdayatiyê dane. Hîn jî bi çêkirina jîngehek li ser bingeha erebkirina nû û derewan rastî îftira û lêdanê tên û tekezî li ser wê yekê kir ku “pêwîste her Kurdekî birûmet li hember van hewldanên xerab raweste.
Di sala 2014an de rêxistina terorîst a DAIŞê navçeya Şingalê bi kuştin, revandin û dîlgirtina kurdên êzîdî dagîr kir û heta niha çarenivîsa gelek ji wan ne diyar e û bi hezaran malbat di nav şert û mercên dijwar de koçber bûn. Doza qurbaniyên DAIŞê li eniyên medyaya herêmî û navdewletî maye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

