Hewlêr: Revandina çalakvanekî di biwarê qirkirina bi komî de
Kurdistan 12:54 PM - 2023-04-25
PUKMEDIA
Çalakvan Elî Mehmûd hat revandin
Berdewambûna zincçreya tengavkirina azadiyan li Hewlêrê...Dîsan revandina çalakvanekî di biwarê qirkirina bi komî de..
Hêzên desthilata ewlekariya Hewlêrê, vê berbangê roja sêşemê, ketine nav mala çalakvanê di karûbarên qirkirina bi komî de û ber bi aliyeke ne diyar ve revandin, ev yek jî di çarçoveya binpêkirina mafên mirovan de û tengavkirina azadiyan de ye.
Yekîtiya Nivîskarên Qirkirina bi Komî revandina endamekî xwe ragiahnd
Yekîtiya Nivîskarên Qirkirina bi Komî (Cînosayid) li Kurdistan, revandina çalakvanekî di barê qirkirina bi komî û endamê desteya bilind ya saziya Yekîtiya Nivîskarên Qirkirina Bi Komî li Kurdistanê ku ji mala wî ya li Hewlêrê revandin.
Her weha ji ber wê jî, Yekîtiya Nivîskarên Qirkirina Bi Komî (Cînosayid) li Kurdistanê bang li saziyên peywendîdar kir ku lêgerîn û eşkirekirina çarnivçsê çalakvan Elî Mehmûd bikin û parastina aramiya jiyana wî bikin.
Desthilat berpirsê aramiya wî ye
Serokê Nivîskarên Qirkirina Bi Komî li Kurdistan Salar Mehmûd ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA`yê re ragiahnd: Li gorî zanyariyên ku li cem me ku desthilata li Hewlêrê, vê sibê berbangî ketine nav mala çalakvan Elî Mehmûd û ber bi ciheke nediyar ve revandin.
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe ji PUKMEIDA`yê re Mehmûd aşkire kir ku Elî Mehmûd çalakvan û endamê desteya bilind a damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Qirkirina Bi Komî li Kurdistanê ye.
Salar Mehmûd derbarê çalakvan Elî Mehmûd de wiha got: Ew kesekî rexnegerekî çalak bû, gelek caran desthilatya Hewlêrê ya siyasî rexne dikir, ew yekek ji çalakvanên herî kara û jêhatî di barê qirkirina bi komî di hundir û dervayî Kurdistanê de ye.
Di dirêjahiya daxuyaniyê de, Salar Mehmûd zelal kir ku ev karûbar di çarçoveya tengavkirina azadiyan deye û qedexekirina dengên opozisyon de ye, pêwîste em bi hev re kar li ser wê yekê bikin ku asta mafên mirovan di Herêma Kurdistanê de pêşbixin û bihêz bikin.
Hêzên ewlekariyê ketina mala çalakvan Elî Mehmûd
Jêdereke agahdar li Hewlêrê ji PUKMEDIA`yê re ragiahnd: Hêzeke ewlekariyê îro berbanga sibê ketine nav mala çalakvan Elî Mehmûd û ber bi ciheke nediyar ve revand.
Her weha di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, aşkire kir ku çalakvan û rexneger Elî Mehmûd bi sedema rexnekirina desthilata siyasî di demên derbasbuyî de û helwestên wî ênrexnekirina reftarên hikûmetê bi zelalî, dazanîn ku di gelek boneya de û di serdema hikûmeta sîber de, tengaviya azadî û çalakiyên sivîlî têne kirin. Berê jî, Elî Mehmûd di bîranîna Enfalan de dabû xuyakirin: Kurê yekek ji enfalciyan ku dest Enfalan de hebû ye, niha qayîmeqamê Hewlêrê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

