Desteya navçeyên Kurdistanê: Amanckirina gundê Belkana binpêkirina destûrê ye
Kurdistan 09:30 AM - 2023-04-24
PUKMEDIA
Fehmî Burhan
Rêveberiya Desteya Giştî ya Herêmên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê piştrast kir ku êrîşa li gundê Balkana ya ser bi navçeya Serkaran a ser bi parêzgeha Kerkûkê bo ser welatiyên Kurd, metirsiya ewlehî û aştiya civakî dike.
Berpirsê Desteya Giştî ya Herêmên Kurdistanê yên li derveyî îdareyê Fehmî Burhan di kongreyeke rojnamevanî de ku ji aliyê PUKMEDIA ve hat şopandin ragihand: Em hêvîdar in ku hikûmeta federal erkên xwe yên destûrî bi cih bîne û bernameyeke me ya lihevkirî ligel hikûmetê heye. gelek caran me piştgîriya xwe ji bo pêkanîna erkên xwe li hember hemû pêkhateyên Iraqê tekez kiriye.
Got jî: "Em beşek in ji serkeftina wê hikûmetê, ji ber ku Êraq ji wê zêdetir lihevketina rewş tehemol nake û tenê dijmin ji hebûna nakokiyan sûd werdigirin."
Got jî: armanckirina gundê Belkana binpêkirina hemû nirxên destûrî û bingehên yasayî ye û li şûna pîrozkirina rojên yekem ên Cejna Remezanê, û daxwaza lêborînê û belavkirina şîrîniyan, Erebên hatin deverê êrîşî welatiyên Kurd dikin, û şahiya cejnê veguherîne metirsiyê û êrîşî Kurdên xwediyê erd, zevî û zeviyan dikin.
Got jî: Em daxwazêji serok komarê, serok wezîr û serokê civata nûneran dikin ku rê li ber rûdana wan haletan bigrin, ji ber ku metirsî li ser ewlehî û aştîya herêmê dikin û çareserîya wan tenê bi cîbicîkirina maddeya 140 ye. Û destûrê bikin bingehek bo çareserkirina pirsgirêkan.
Fehmî Burhan di berdewamiya axaftina xwe de got: Em her aliyekî ku li derveyî çarçoveya destûrê îradeya xwe li ser gelê me ferz bike red dikin û bê guman emê hemû rêkarên yasayî ji bo rêgirtina li van êrîşan bigirin. Kêşeya sereke ew e ku ne destûr e ku em li Iraqa nû bi biryarên Encumena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî kar bikin, ji ber ku ewlehî û aştiya civakî dixe metirsiyê. Lê mixabin rêveberiya Kerkûkê van biryaran piştrast dike û piştevaniya wan dike û dixwaze careke din wan biryaran bi cih bîne, ji ber ku Kerkûk bajarê pêkvejiyan û hemahengiya pêkhateyan e.
Got jî: Emê hemû tedbîrên yasayî û destûrî ji bo bidestveanîna mafên gelê xwe û çareser kirina kêşeyên Kurdan li gundên ser bi Kerkukê werbigirin û divê odeyên operasyonên ewlekarî û îdarî yên hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de heta ku cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê ji bo parastina biratî, pêkvejiyan û biratiyê di navbera hemû pêkhateyan de.
Serokê Komisyona Bilind a Herêmên Kurdistanê, bi wekalet parêzgarê Kerkûkê daxwaz kir ku, bi rihê berpirsayetî û ne bi ruhekî şovenîstî û nijadperestî re rûbirû bibin, ji ber ku ev kiryara zerarê dide hemû pêkhateyên Kerkûkê.
Got jî: Nahêle jiyana cotkarên wan deveran bikeve metirsiyê, ji ber ku ew di qonaxa çinîna berhemên xwe yên çandiniyê de ne, û nabe êrîş kirin ser wan, bêdengkirina welatiyên Kurd li wê navçeyê.
PUKMEDIA taybet
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

