Vekêşana rojnamevanî ya kabîneya nû rastî rexneyên navneteweyî hat
Kurdistan 04:08 PM - 2023-04-22
PUKMEDIA
Kêmbûna rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê
Di kabîneya nehemîn de, di warê rojnamegeriyê de paşveçûneke mezin rû da û gelek rojnamevan di bin zextên partiyan û di bin qanûnên cuda de hatin kuştin.
Çend rêxistinên navdewletî hişyarî dan Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember paşvekişînê û bi karekî nebaş binav kirin.Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ya Silêmaniyê ragihand: "Rojnameger ji ber pîşeya xwe bi yasayeke ku ne li gorî yasaya rojnamevaniyê ye, tên cezakirin."
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi boneya salvegera rojnamegeriya kurdî pîrozbahiyê li rojnamevanên kurd dike û got:’’Rastiyeke nayê înkarkirin ku çapemeniya azad û azadiya derbirînê stûneke girîng a demokrasiyê û sembola pêşketina welat e. Mixabin di van salên dawî de hinek deverên Herêma Kurdistanê ne tenê di vî warî de pêş neketin, belkî bûne cihê tepeserkirin û zindankirina dengên azad. Li hemberî rojnamegeran sûcdarkirinên ne rewa tên kirin û dîmeneke nebaş a herêmê ji civaka navneteweyî re tê pêşkêşkirin.’’
Baweriya me bi rojnamegeriya azad û rojnamevanên wêrek heye. Me tu carî xwe di ser rexneyê re nedîtiye û em piştgiriyê didin her hewldanek ku xeletiyên xwe nas bike û riya rast nîşanî me bide. Ji ber vê yekê em ê li ser baweriyên xwe yên neguherbar berdewam bin û bi çapemeniya profesyonel û hemû dengên wêrek û azad re hevkariyê bikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rojnamevanan re hevkariyê nake
Endamê Komîteya Rewşenbîrî, Civaka Sivîl, Werziş û Ciwanan a Parlamentoya Kurdistanê Azad Ekrem ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: ““Em bi raporên navdewletî yên li ser kêmbûna rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê razî ne."Divê hikûmet bi çavekî din li rojnamegeriya Herêma Kurdistanê binêre.Hikûmeta Herêma Kurdistanê pişka herî mezin a kêmbûna rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê ye û weke pêwîst piştevaniya rojnamevanan nake. Ji bo rojnamegeriyê ti derfetek ji bo pêşkêşkirina ti projeyekê ji bo desteya serokatiya parlamentoyê çênebûye.
Li Hewlêr û Duhokê rojnameger di bin zextên partiyan de tên girtin
Di kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li hinek navçeyên Kurdistanê di bin fişarên partiyan de rojnamevan tên girtin û raportên navdewletî jî dilgiraniya xwe nîşan didin.
Sekreterê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Şaxê Silêmaniyê Karwan Enwer ji PUKMEDÎA'yê re ragihand: "Qanûna bikaranîna alavên ragihandinê bûye çekek ji bo hikûmetê û li dijî rojnamevanan bikar tîne."
"Pêwîste hikûmet li gorî qanûna jimare 35 a sala 2007 bi rojnamevanan re mijûl bibe, ne li gorî zagonên din. Di vê kabîneyê de li Hewlêr û Duhokê rojnamevan di bin zextên partiyan de tên girtin û cezakirin."Sekreterê Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê Şaxê Silêmaniyê wiha got.
“Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî cidî li raporên navneteweyî bigire û li gorî wan tevbigere, ne ku bi derewan bersivê bide.
Rêxistina Lêborîna Navdewletî di daxuyaniyekê de binpêkirina mafên rojnamevanan di kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê de, beriya niha Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Êraqê Jennifer Hennessy-Plaschardt û Konsulê Giştî yê Amerîkayê Ervin Hicks ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan û derbarê binpêkirina mafên rojnamevanan li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Çendîn rêxistinên navdewletî wek Human Rights Watch raport û hevpeyvîn li ser binpêkirinên mafên mirovan û rojnamevanan li Herêma Kurdistanê belav kirine û têde behsa rewşa nebaş a mafên mirov li herêmê û destêwerdanên partiyan di dadgehên vê kabîneyê de kirine û bandoreke neyînî li navûdengê herêmê dike.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hertim baweriya xwe bi rojnamevaniya azad hebûye û dê berdewam be li ser piştevaniya medyaya pîşeyî û hemû dengên mêrxas û azad, wek berê jî medyayek azad heye û her kes dikare bîr û rexneyên xwe bibêje. Li paytexta çandê her kes dikare bi azadî ramanên xwe bêje.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

