Em vejandina çanda sar rût kirinê şermezar dikin
Kurdistan 01:22 AM - 2023-04-16
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser ,sar rût kirinê parêzer Omer Yaba daxuyaniyek da.“Tişta ku li ser parêzer hatiye kirin, vejandina çanda kevne ya nemirovane ya sar rût kirina li Hewlêrê û ev kiryarên tawankar metirsiyeke mezine li ser xelkê Hewlêrê û divê polîs û dezgehên ewlekarî yên bajêr erka xwe bi cih bînin û rûmeta xelkê biparêzin.’’
Teksta peyamê:
Ev demek e komek çete û çekdar, car caran êrişî xelkê bêparastin û bêçek ên Hewlêrê dikin û heqaretê li wan dikin.
Tiştê hêjayî gotinê ye ku ev reftarên hovane yên rût kirina sar û çavan, ku çandeke nemirovane ya kevnar û paşverû ye, yekem car di 26/9/2016an de li Hewlêrê ji aliyê çend şervanan ve li dijî Pêşmerge Hemn Ebdulxaliq Banaslawaî hat kirin û piştre hat avêtin piştî xala kontrolê ya Degala.
Ev kiryarên tirsonek li hember dengbêjekî netewî û duh jî li dijî parêzer Omer Yaba hatine kirin, vejandina çanda kevne ya nemirovane li Hewlêrê can û kerameta hin welatiyan xirab kiriye û her kes nîgeran kiriye.
Ev kiryarên cinayetkar vê çanda gemar û metirsiyeke cidî li ser xelkê Hewlêrê vedijînin.Em bang li hêzên polîs û dezgehên ewlekarî yên Hewlêrê dikin ku erkê xwe bi cih bînin û Hewlêrê ji van bûyerên ne medenî paqij bikin û kerameta xelkê biparêzin.
Tişta ku li ser parêzer Mihemed Yaba hatiye kirin, bandoreke nerênî li ser hemû pîşeya hiqûqî û dadgehan dike, ji ber ku parêzer piştî dadgehan yekem mertala parastina mafên parêzgerên xwe ne.
Em bang li dezgehên peywendîdar dikin ku rê nedin ev kiryarên hovane wiha derbaz bibe û tawanbaran siza bikin, eger nebe ev yek dê bibe lekeyek xirab li ser tevahiya proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê.
Navenda 3 ya Hewlêrê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

