Ji bo sudwergirtin di dengdanê de Partî rê nade vegera Êzidiyan
Kurdistan 12:06 PM - 2023-04-15
PUKMEDIA
Hilbijartin
Penaberên Şingalê li 17 kampên Duhokê dijîn û ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve bi rêya hikûmetê dest daniye ser û nahêle vegerin welatê xwe û wan wek karteke zexta siyasî li dijî Êraqê bikar tine. Herwiha garantî ye ku ew ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û hilbijartinên parêzgehên Êraqê bên bikaranîn.
Zêdetirî 300 hezar kurd li Nînewa û Şingalê ji ber êrîşên DAÎŞê ji cih û warên xwe bûne û niha li 17 kampên Duhokê dijîn. Li gorî amarên dawî 220 hezar penaberên êzîdî di kampan de mane û PDK jî ji bo armancên xwe ew girtine û nahêle vegerin.
PDK ji bo vegera penaberan bo Êraqê mercan datîne
Çavdêrê siyasî Xeyas Sûrçî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Tevî ku Partiya Demokrata Kurdistanê derxistina partiyên nêzîkî PKK’ê ji Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta Êraqê mercek li hember vegera penaberan bo welatê xwe kiriye, lê eger Êraq vî şertî pêk bîne partî ne amade ye dest ji penaberan berde, ji ber ku dê dengên wan di hilbijartinan de ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne.
Geyas Sorcî diblje daxwaza derxistina hêzên ku PDK wan nêzî PKK’ê bi nav dike, pêkanîna rojeva aliyekî derve ye, li ba her kesî eşkere ye ku Partiya Demokrata Kurdistanê tevî ku gelek destkeftên din pêşkêşî wan penaberan kiriye, ne amadeye ku paneber vegerin warên xwe û ji bo berjewendiyên xwe dest daniye ser û "Ew ê alîkariya navneteweyî zêde bike”.
Armanca sereke ya PDK'ê ewe ku penaberan ji bo hilbijartinan bi kar bîne, herwiha wan weke karteke zextê û hincetekê li dijî hikûmeta Êraqê bikar tîne, PDK dê hemû alîkariyên ku ji aliyê hikûmeta Êraqê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî ve ji bo penaberan bên şandin, yekdestdar bike û bi rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî belav bike.
Vegera awareyan tê wateya îflasa siyasî û hilbijartinan a Partî
Nevegerandina awareyan bo warên xwe, ji ber qazanca Partiya
Demokrat e ku di hilbijartinan de dosya ji bo rojeva xwe ya hizbî bikar tîne.
Berpirsê Navenda Rêxistinên Şengalê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Daûd Cundî di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Vegera awareyan bo
navçeyên xwe tê wateya îflasa siyasî û helbijartinê ya Partiya Demokrat, lewma
Demokrat wek astengeke mezin li pêşiya vegera wan, ji ber ku sûd ji dengên wan
di hilbijartinên vê dawiyê de girt ji bo zêdekirina kursiyên partiya xwe.
Dawûd Cundy dibêje: Partiya Demokrat rê nade awareyên ku
vegerin warên xwe ji ber sûdwergirtina partiyê ji alîkariyên rêxistinên
navdewletî, hikûmeta federal û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji awareyan re,
ku Demokrat desteser dike.
Wezîra Koç û Koçberan: Desthilatdariya me li ser birêvebirina kampên Herêma Kurdistanê nîne
Evan Fayq Cebro Wezîra Koç û Koçberan di hikûmeta federal
de dibêje: Zehmet e girtina kampên penaberan li herêmê ji ber ku desthilata
wezaretê li ser wan nîne û girêdayî hikûmeta herêmê ye, lê ji bo girtina kampên
Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê wezaret hemahengiyê dike û tekez kir ku
"Wezaret piştgiriya vegerên xwebexş dike, lê hûn dibînin ku li Herêma
Kurdistanê îradeyek rast nîne ji bo bidawîkirina dosya koçberan.
Cebro amaje bi wê yekê jî kir ku Wezaret nikare fişarê li
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike ji bo girtina kampan, lê ew daxwaz dike ku
deriyekî diyalogê li gel hikûmeta federal hebe ji bo bidawîkirina dosya
koçberan.
Wezîra Koç û
Koçberan Îvan Fayq Cebro got: Wezaretê hemû kampên awareyan li hemû parêzgehan
ji bilî kampên Herêma Kurdistanê girtin û amaje bi wê yekê jî kir ku di mehê de
(Kanûna 2021), kampa dawî ya awareyan li Mûsila ku kampa El-Ceda'a ye hate
girtin."
“Ti desthilata me li ser birêvebirina kampên Herêma
Kurdistanê nîne û em hêvîdar in ku hikûmeta herêmê rê bide malbatên koçber ên
ku dixwazin vegerin, ji ber ku berpirsê kampên Herêma Kurdistanê Wezareta
Navxwe ye. Wezîrê Koç û Koçberan jî dibêje, rêveberiya nava kampan jî ji bo
Barzaniyan e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

