Stran Ebdula: Ji bo me şanazî ye ku alîkarê Rojavayê Kurdistanê bin
Kurdistan 04:57 PM - 2023-04-12
ANF
Stran Ebdula Berpirsê Mektebê Ragihandina YNKê
Berpirsê Ragihandinê ya YNK'ê Stran Ebdula got: "Di dema ku gef û metirsî hebin, pêwîste nêzîkatiya hevbeş a hêzên Kurdî bibe helwestek siyasî û neteweyî."
Berpirsê Ragihandinê yê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Stran Ebdula têkildarê mijarên weke êrîşa li ser balafirgeha Silêmanî ya Navneteweyî, girîngiya yekrêziya hêzên Kurdistanî û gelê Kurd û alîkarîdayîna ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji ANF'ê re axivî.
Stran Ebdula di destpêka axaftina xwe de got, "Siyaseta tirsandin, gef û zexta li ser YNK'ê û îdareya Silêmanî ku beşek ji desthilatiya herêma Kurdistanê ye, her wiha êrîşa li ser balafirgeha Silêmanî encameke xwe ya cidî wê tune be. Ji ber ku YNK di hevsengiya siyasî ya Iraq, herêma Kurdistanê û di asta navneteweyî de hêzeke berpirsiyar e."
Ji bo me şanaziye ku bibin alîkarê birayên me yên Rojavayê Kurdistanê
Ebdula bal kişande ser êrîşa li ser balafirgeha Silêmanî û wiha pê de çû: "Eger êrîşa li ser balafirgeha Silêmanî bi hêceta hebûna pêşengên Rojavayê Kurdistanê be, ev yek hevsengiyeke navneteweyî ye û ji bo YNK'ê şanazî ye ku bibin beşek ji hevsengiya navneteweyî û bibin alîkarê birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê, her wiha bibin beşek ji hêzên şerê li dijî terorîstên DAÎŞ'ê."
Stran Ebdula di dewama axaftina xwe de behsa têkiliya hêzên YNK'ê bi hêzên Rojavayê Kurdistanê ya di çarçoveya şerê li dijî çeteyê DAÎŞ'ê kir û anî ziman: "Ew operasyonên hevbeş ên YNK bi hêzên Rojavayê Kurdistanê pêk aniye di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî de bûye ji bo şerê li dijî terorîstên DAÎŞ'ê. Ew operasyonên ku heta niha hatine kirin li dijî ti hêz û welatekê nebûye, tenê ji bo şerê li dijî terorîstên DAÎŞ'ê bûye. Eger aliyek hebe ku keyfa wan bi terorîstên DAÎŞ'ê re bê, bêguman encam û xebatên hevpeymaniya me û hêzên Rojavayê Kurdistanê wê bi dil û keyfa wan nebe."
Berpirsê Ragihandinê yê YNK'ê Stran Ebdula îşaret bi sekinandina li hemberî êrîşên dijmin û vala derxistina komployên derveyî û navxweyî yên li dijî gelê Kurd kir û got; "Di siyaseta neteweyî de herî kêm eger hêzên siyasî nekaribin bi hevre helwesteke neteweyî, şoreşgerî û rast nîşan bidin, divê nebin beşek ji hevsengiyên herêmê ku zirarê digihîne Kurd û Kurdistanê. Ji ber ku bûyîna bi beşek ji hevsengiyên welatên herêmê zirarê digihîne herêma Kurdistanê û yekrêziya wê jî. Her wiha di asta neteweyî de jî zirarê dide gelê Kurd û wan tevgerên ku xebat û têkoşînê li beşên din ên Kurdistanê birêve dibin. Eger hêzeke siyasî nekaribe bibe beşek ji çareseriyê, bila nebe beşek ji siyaseta ku zirarê digihîne doza Kurd a rewa."
Divê ji bo sekinandina li dijî gefan bibin xwedî yek helwestî
Ebdula qala girîngiya yekrêziya gelê Kurd ya ku niha bi gef û êrîşên dagirkeran re rû bi rû ye kir û ragihand; "Ev mêyzandina hevbeş a hêzên Kurdî heye, divê di demên teng de bibe helwesteke siyasî û neteweyî. Di dema gef li ser Kurdistanê û gelê Kurd hebe, pêwîstî bi vê helwesta neteweyî û yekgirtî heye. Hêza siyasî ya Kurd ku bi armanca xebatkirina ji bo netewa me ava bûne, xebata gelê me du araste ye, ya yekemîn rê nedayîna ji zilm û zoriya li dijî neteweya me ye, arasteya duyemîn jî eve ku dema derfetek ji bo pêşxistina doza siyasî ya Kurdistanê ava dibe, pêwîste ev gavane bên avêtin."
Di bin nav û hêcetên cuda de hewl didin darbe li berjewendiyên neteweyî ya kurd bidin
Berpirsê Ragihandinê yê YNK'ê Stran Ebdula axaftina xwe bi van gotin û bangan bi dawî kir; "Hêzên siyasî yên Kurdistanê bi şêwazeke baş piştewaniya me dikin li dijî vê êrîş û zilma ku li dijî Silêmaniyê tê kirin. Lê tenê ewqasê bes nîne, belku divê li hemberî nezaniya wan hêzan bisekinin ku dibin beşek ji projeya herêmî ya dagirkeran bi armanca dijberiya Kurdistanê û gelê Kurd ku di bin nav û hêcetên cuda de hewl didin darbe li berjewendiyên neteweyî ya Kurd bidin."
PUKMEDIA-ANF
hewal ziyatr
-
Barack û Sefedî tekez li pêkanîna Peymana 10 Adarê dikin
02:01 PM - 2026-01-10 -
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 11:17 PM - 2026-01-10 Serok Bafil: Divê li dijî Kurdên Rojava tundûtûjiya bê ragirtin û hemû vegerin gotûbêjan
Agirbestek demkî li Şêx Meqsûd hat ragihandin
10:08 PM - 2026-01-10
Tom Barack ji Şereh daxwaza aramiyê li Helebê dike
08:48 PM - 2026-01-10
Wezîra Alman: Êrîşên ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir
07:01 PM - 2026-01-10
Civata Şêxmeqsud bo xelkê Şêx Meqsûd:Xwedî li birîndaran derkevin
06:11 PM - 2026-01-10
zortrin xwendraw
-
Tom Barack ji Şereh daxwaza aramiyê li Helebê dike
Cîhan 08:48 PM - 2026-01-10 -
Kurdistanî li dijî êrîşên ser taxên Kurdnişîn xwepêşandanan dikin
Kurdistan 12:27 PM - 2026-01-10 -
Barack û Sefedî tekez li pêkanîna Peymana 10 Adarê dikin
Cîhan 02:01 PM - 2026-01-10 -
Agirbestek demkî li Şêx Meqsûd hat ragihandin
Kurdistan 10:08 PM - 2026-01-10 -
Serok Bafil: Divê li dijî Kurdên Rojava tundûtûjiya bê ragirtin û hemû vegerin gotûbêjan
Kurdistan 11:17 PM - 2026-01-10 -
Pênc şervanan çalakiyên fedayî encam dan û sê Dron jî ketin xwarê
Kurdistan 12:05 PM - 2026-01-10 -
Kenada:Divê xelkê sivîl yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bên parastin
Kurdistan 09:32 AM - 2026-01-10 -
Wezîra Alman: Êrîşên ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir
Kurdistan 07:01 PM - 2026-01-10



.jpg)
.jpg)
.jpg)
Aplîkêşin

