Wezîrê Koçberan daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê kir ku dengê xwe derxîne
Kurdistan 07:34 PM - 2023-04-11
PUKMEDIA
Wezîrê Koç û Koçberan yê Êraqê û logoya Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Wezîrê Koç û Koçberan ê Êraqê Îvan Fayeq Jabro derbarê penaberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de çend rastiyan eşkere kir û Wezareta Navxwe bi "bazirganî û belavkirina daxuyaniyên neberpirsane û bêbingeh derbarê penaberan û bikaranîna wan ji bo mebestên siyasî" tohmetbar kir.
Wezîrê Koç û Koçberan: Ti desthilata me li ser kampên penaberan li herêmê nineDi hevpeyvîneke televizyonî de got: “Ti desthilata me li ser kampên penaberan li Herêma Kurdistanê nîne ji ber ku Wezareta Navxwe serpereştiya van kampan dike û kamp ji aliyê rêxistina Barzanî ve tên birêvebirin.
Di heman demê de Wezîrê Koç û Koçberan yê Êraqê got:“Raporên navdewletî behsa binpêkirinên li kampên penaberan dikin, ji ber wê jî ez bang li Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî dikim ku hewl bide binpêkirinên li dijî penaberên li kampên Hewlêr û Duhokê rawestîne û divê serbest bên berdan û vegerin welatê xwe.”
Wezareta Navxwe di daxuyaniya xwe de dibêje: ‘’Mixabin Wezîrê Koç û Koçberên Êraqê di hevpeyvîneke televîzyonî de di cîha amaje bi sedemên serekî yên vegera koçberan û astengên pêş rêkeftina Şingalê bilêv bike, ketiye polemîkan û bi belav kirina gotinên neberpirsane û bê bingeh ên di mijara koçberan de û bikaranîna wan bo hizrên siyasî û ew cure cîhanbînî û daxuyanî veşartina daxwazên koçberan e û sergirtina rastiyane û bi ti awayekî xizmetê ji rewşa koçberan û asayîbûna jiyana wan re nake.’’
Wezareta Navxwe ragehand: ‘’Sedemê serekî yê nevegera koçberan a di rêza yekem de, hebûna hêzên neyasayî li devera Şingalê ye û cîhbicîh nekirina rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a derbarê asayîkirina rewşa Şingalê ye. Mixabin heta naha bi navê avadaniyê, alîkariya madî pêşkeşî hêz û milîsên neyasayî tê kirin.’’
Wezareta Navxwe diyar kir: ‘’Eger Wezîrê Koç û Koçberan û ên li gel wî hemawaz hinde rast dibêjin û di xema jiyana koçberan de ne, bila bên kar ji bo asayîkirina rewşa Şingalê bikin. Wê demê dê avadanî asantir bibe û ew avadanî jî dê xizmeta koçberan û asayîbûna jiyana wan de be.’’
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekî de amaje bi wê yekê dike ku, ji bo herkesekî aşkeraye ku bi sedan hezar koçber û penaber ji tirsa zordarî û teror û ji ber cudakarî û siyaseta tayfeyî û nebûna asayîş û aramiyê navçeyên xwe berdane û berê xwe dane Herêma Kurdistanê û beşekî piraniya wan jî li kampan niştecîh in.
PDK dengên penaberan bikar tineLi gor amarên dawî yên Rêveberiya Koç û Koçberan a Herêma Kurdistanê, “di sala 2022an de, hejmara giştî ya awara li Herêma Kurdistanê nêzîkî 665 hezar kes û hejmara penaberan jî zêdetirî 248 hezar kes bûye”.
Li gor amarên Rêveberiya Koç û Koçberan a Herêma Kurdistanê, nêzîkî 900 hezar penaber li Herêma Kurdistanê hene.Partî bi dengê penaberan bazirganiyê dike û bi rêya hikûmetê rê nade ku vegerin welatê xwe.”
Parlamentera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Rojan Mihemed Kerîm ji PUKMEDÎA'yê re got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê li ber vegera penaberan bo warên xwe digire, ji ber ku bi dengên wan bazirganiyê dike."
Hilbijartinan vegera penaberan rawestand
“Niha Êraq û Herêma Kurdistanê rûbirûyê hilbijartinan bûne, lewma PDK berê û niha rê li vegera penaberan girtiye, ji ber ku dengên wan dê çend kursiyên parlamentoya Kurdistanê û encumenên parêzgehên Êraqê bidest dixin.
Her wiha li qada navneteweyî bi wan re bazirganiyê dike." Rojan Mihemed Kerîm got.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nirxê zêr dadikeve
11:08 AM - 2026-02-02 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-02-02 Lihevkirina di navbera HSD û Şamê de bi qedexeya derketina derve re dikeve warê cîbicîkirinê
Dadwerî: Rêkarên lêkolînê ji bo terorîstên DAIŞê ku hatine veguhestin dest pê dikin
11:15 AM - 2026-02-02
161 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:16 AM - 2026-02-02
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
09:20 PM - 2026-02-01
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
161 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:16 AM - 2026-02-02 -
Dadwerî: Rêkarên lêkolînê ji bo terorîstên DAIŞê ku hatine veguhestin dest pê dikin
Êraq 11:15 AM - 2026-02-02




.jpg)

Aplîkêşin

