Wezîra Koç û Koçberan: Ti desthilata me li ser kampên awareyan li herêmê nîne
Kurdistan 12:26 PM - 2023-04-10
PUKMEDIA
Îvan Fayq wezîra koç û koçberan
Wezîra Koç û Koçberan di hikûmeta federal de Îvan Fayq Cebro tekez kir ku ti desthilateke wezaretê li ser birêvebirina kampên koçberên li Herêma Kurdistanê nîne.
Wezîra Koç û Koçberan di hevpeyvînekê de ligel kanala El-Reşîd
got: Ti desthilata me li ser birêvebirina kampên Herêma Kurdistanê nîne û em
hêvîdar in ku Hikûmeta Herêmê rê bide malbatên aware yên ku dixwazin vegerin û
alîkariya me di dawîkirina dosyaya koçkirinê de bikin rê veke.
Cebro daxwaz ji Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî
kir ku binpêkirinên endamên partiya xwe li dijî koçberên wan kampên parêzgehên
Hewlêr û Duhokê rawestîne û got: Berpirsê kampên Herêma Kurdistanê. Wezareta
Navxwe û rêveberiya nava kampan jî yê rêxistina Barzanî ne.
Wezîr her wiha got: Em spasiya Hikûmeta Herêmê dikin ku ev
jimareke mezin ji awareyan girtiye lê divê derî li ber wan bê vekirin û rê
bidin ku vegerin warên xwe, ne ku rê li ber wan bê girtin .
Wezîr tekez kir ku gelek raporên navdewletî hene ku behsa
binpêkirinên li kampên koçberên Herêma Kurdistanê dikin û got: Li Herêma
Kurdistanê 26 kamp hene, yek ji wan heta niha nehatine girtin.
Li Herêma Kurdistanê ti vîna rasteqîn ji bo bidawîkirina dosya koçberan nîne
Wezareta
Koç û Koçberan di dawiya sala 2021ê de ragihandibû hemû kampên awareyan li
parêzgehên Êraqê ji bilî Herêma Kurdistanê hatine girtin.
Wezîra
Koç û Koçberan Îvan Faîq Cebro roja 18.12.2021 di daxuyaniyeke rojnamevanî de
ragihand: Wezaretê ji bilî kampên Herêma Kurdistanê hemû kampên koçberan li
hemû parêzgehan girtin.
Eşkire
kir jî ku di heyama vê mehê de (Kanûna yekem 2021) kampa dawî ya koçberan li
Mûsilê dê were girtin ew kampa Cedaa ye.
Herwaha
got girtina kampên herêmê zehmete ji ber ku ti desthilata wezaretê li ser wan
nîne û ser bi hikûmeta Herêmê ve ne, lê wezaret hemahengiyê li ser girtina
kampên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê dike. Wezaret piştgiriya vegera xwebexş dike,
lê di wê baweriyê de ye ku ti îradeyek rasteqîne ji aliyê Herêma Kurdistanê ve
ji bo bidawîkirina dosya awareyan nîne.
Cebro
amaje bi wê yekê jî kir ku wezaret nikare fişarê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê
bike ji bo girtina kampan, lê ew daxwaz dike ku deriyekî diyalogê li gel
hikûmeta federal hebe ji bo bidawîkirina dosya koçberan.
Koçber ji azadiya tevgerê bêpar in
Human Rights Watch di
raportekê de ku roja 21.10.2021 hat weşandin, ragihand ku desthilatên ewlekarî
yên Êraqî û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî ne yasayî azadîya çûnûhatina
awareyan di kampên awareyan de sînordar dikin, tevî nebûna şer û pevçûnan li
herêmê. û destûr nayê dayîn ku welatî bi azadî ji kampan derkevin.
Human Rights Watch got ku
divê desthilatên Êraqî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê sînordarkirinên neqanûnî li
ser azadîya çûnûhatina awareyan rakin, di nav wan de yên ku di encama şerê
Mûsilê de aware bûne. Nabe ti sînor li ser wan bê ferzkirin ji bilî yên ku
"ji hêla qanûnê ve ... ku tedbîrên
pêwîst ji bo parastina ewlehiya nateweyî û aştiya giştî yan sîstema giştî an jî
parastina tenduristî an edab an jî parastina maf û azadiya din. Ku di paymana
navdewletî ya taybet bi Mafên Sivîl û siyasî de hatiye dayîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

