MAM.. LI ŞAM (14)

Hewal 05:13 PM - 2023-04-09
Elî Şemdîn PUKMEDIA

Elî Şemdîn

Serok Mam Celal

(Kurdistan Maleke bi Çar Odaye)
Di nîvê salên pênciyê de ji sedsala bîstan, dema ku Mam Celal li Şam bû, bi hevaltiya heryek ji Ebdulrehman Zebîhî û Kemal Fû’ad (ku ewan wê çaxê nûneratiya Partiya Demoqrata Kurdistan, û serokê wê Barzanî dikirin), hevdîtin kirin li gel komelek kesayetiyên erebî, yên fermî û ne fermî, yên diyar li ser astê sûriya, û di wan dîtinan de pirsa kurdî dihate gengeşekirin, û Mam Celal hewil dida wê pirsê biwan kesan bide erê kirin û wan bi dadmendiya wê bidine razî kirin, û hewil dida piştgîriya wan bi dest bixe ji bo çareserkirina wê pirsê bi şêweyekî dîmoqratî dirust, û Ebdul Hemîd Serac bi xwe jî yek ji wan kesayetiyan bû ku Mam Celal ew li Şam dîtin di wê çaxê de.
Ebdûl Hemîd Serac di wê çaxê de berpirsê dezgihê hewalgerî (istixbarat), ya sûrî bû, û yek ji efserên herî bi hêz bû di wê demê de, û pêwendiyeke wî li gel kurdên Şamê jî hebû, ku jina wî ji mala (Zilfo Axa)’bû, û roleke wî ya tirsinak di rêvebiriya welat de hebû di çaxê yekîtiya (Sûrî- Misrî)’de, û karîbû miletê kurd li sûriya û tevgera wî ya siyasî bi tûndî serkut bike, û hemî şêweyên zulim û zorê li dijî wan bi kar bîne. 
Mam Celal di pirtûka (Dîdara Temen)’de, dibêje ku Serac di wê hevdînê de ku di sala (1957)’de, li gel wî htibû li darxistin, wî bê dûdilî amadaekariya xwe dabû nîşandan ku piştgîriya xebata kurdî bike li (Îraq, û Îran û Turkiya), û gotibû ku pilanek di serê wî de digerê ji bo pêkanîna tevkariyeke (Krdî- Erebî), li van welatan, û Mam Celal di gotina xwede berdewam dike û dibêje: (Lê di derbarê sûriya de pêşniyareke wî ya dinê hebû, ew jî ewe ku kurd li sûriya xaka wan ya cugrafî yekparçeyî tuneye, û ew belavin li vir û li wê.. û hijmara wan jî kêm û hindike, û Serac hebûna Partiyeke Kurdistanî Turkî baş û giring didît, û ne li dijbû ku baregehên wê partiyê li nav sûriya jî hebin ji bo ku kurdên sûriya li dor xwe kom bike, û ev partî dikare alîkariya sûriya bike û piştgîriya siyaseta wê jî bike..).
Di dema ku aliyên şofînî bi pilan hewil didan, bi xweşî yan jî bi nexweşî, ku nehêlên kurd alava xwe ya xebatê ya taybet ava bikin û bi dest xwe bixin, û bi hemî karîbûna xwe wan aliyan kardikirin ji bo ku çavê kurdan ber bi dervî sînor ve bibin, ew jî li gor pilana Serac û li ser şopa wî, di vê çaxê ku Mam Celal gihiştibû Şamê sala di (1955)’de, û li wir wî her yek ji (Osman Seberî, û Ebdul Hemîd Derwîş)dîtin, yekser Mam Celal ew handan ku kesayetiya miletê kurd ava bikin, û bi hemî karîbûna xwe alîkariya wan di kir ku taybetmendiya xwe ya netewî û serbixwe bi parêzin, û  piştgîriya damezrênerên pêşî kir ku damezirandina partiya xwe bi fermî ragihînin di (14.6.1957)’de, bi berûvajî pilana ku Serac û neviyên xwe bi rêve dibirin, û her divê çarçewê de Mam Celal di hevdîtina xwe de li gel (Elî Kerîmî), ku hatiye belavkirin di pirtûka (Jiyan Nameya Ebdul Rehman Zebîhî)’de, dibêje ku: (Di wê çaxde- mebest salên pêncî ji sedsala bîstan-bi tenha yek kes li Şamê hebû kar ji bo kurdayetiyê dikir ew jî bi rehmet bê Osman Sebrî bû, û di nav xortên Qamişlo de jî xortekî çalak hebû.. navê wî Ebdul Hemîd Derwîş bû, bi rastî ew jî yek ji wan kesan bû ku bi çalakî di vî warî de kar dikir..).
Mam Celal û hevalên xwe, û bi taybet (Ebdul Rehman Zebîhî), kêmasî nekerin di navtêdana damezrênerên pêşî de û nav diwan didan ku partiyekê damezirînin nûneratiya miletê kurd bike li sûriya, û xebatê bike ji bo nehiştina zilm û zora netewî li ser vî miletî, û pêkanîna daxwaz û hêviyên wî, di ava kirina sîstemeke demoqratî li ser bingiha azadî û dadwerî û wekheviyê, dûr ji zulim û zor û zordestiyê, ji ber ku kurd ta wê çaxê hîç emrazeke xebatê di dest wan de tunebû ku nûneratiya daxwazên miletê wan yên netewî û niştimanî bike, lewma vî miletî di nav herdû kevirê aşde di naland, kevirê helwîsta kosmopolîtî ya partiya komonîsta sûrî, û kevirê aliyên şovîniya erebî- çi dinav desthilatê de û çi jî li dervî wê- ku kurd bi tenê di hijmartin wek koçber ji turkiya hatine sûriya bi armanca avakirina (Isr’îla Diwem), û di vî warî de Mam Celal di (Dîdara Temen)’de, dibêje: (Di nav kurdên sûriya de hîç tevgereke siyasî wê çaxê tunebû, û kurd bi piraniya xwe ber bi partiya komonîst ve diçûn, ku wê partiyê jî ji aliyê xwe ve qet rê nedida damezirandina partiyeke kurdî, û me jî bi riya Apê Osman Sebrî karîbû çend xortan razî bikin ku partiya xwe damezirînin mîna: Ebdul Hemîd Derwîş, û Nûredîn Zaza  û hin kurdên din jî..).
Di destpêkê de Mam Celal nerîneke wî kurdistanî ya zelal hebû, ku dihate kurtkirin di alîkarî û piştgîriya miletê kurd li her beeşekî bê ku dest dirêjî bike nav karûbarê wî beşî, û bi xurtî li tenişt tevgera wî ya siyasî disekinî ku karibê kesayetiya xwe ya netewî avabike, û armancên xwe bi dest xwe bixe, û em dikarin vê nerîna Mam Celal ya istiratîcî di vê serpêhatiya wî de bixwînin, ku Smaî Ehmed Namî di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Dîmenek ji Dîroka winda), gotiye ku Mam Celal di (1958)’de, ji Şamê hatibû Qamişlo bi hevaltiya Nûredîn Zaza (Serokê partiya demoqrata kurdî li sûriya), ji bo ku rêxistin û kesayetiyên kurdî yên ku wê çaxê di nav kurdên sûrî de hebûn, razî bikin ku werin nav rêzên vê partiya nû, û li Qamişlo, di (28.11.1958)’de, li mala helbestvanê kurd yê naskirî (Ehmed Namî), Mam Celal û Dr. Nûredîn komelek kesayetiyên diyar yên rewşenbîrî û civakî kurdî wê çaxê dibînin û li gel wan dicivin, û her di wê civatê de pêşwazî li Mam Celal tê kirin ku mêvanekî bûhaye ji kurdistana îraqê hatiye, Mam Celal jî di gotineke kurt de sipasiya wan dike li ser vê pêşwaziyê û bixêr hatina gerim, û dibêje: (Ez ne mêvanim li vir, ez îro li mala xwe me, di nav kesûkar û hevalê xwede me, û dema ku kurdek ji beşekî kurdistanî diçê beşekî din, mîna ku ji odeyekî ji mala xwe biçê odeya din..).
Lewma Mam Celal di pêwendiyên xwe yên kurdistanî de pabend bû bi nerîna xwe ya istiratîcî ta roja dawî ji jiyana xwe, û di wê dema ku xwe ne didît kesekî xerîb ji (Mala) xwe û kesûkarê xwe, her di wê demêde jî rêz li taybetmendiyên her (Ode)’yekê û li daniştiyên wê, û li kesayetiya wan digirt.
9.4.2023

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket