Biryara dadgeha Parîsê hinceta neşandina bûdceyê ji parlamentoyê re birrî
Kurdistan 08:17 PM - 2023-04-05
PUKMEDIA
Biryara dadgeha Parîsê hinceta neşandina bûdceyê ji parlamentoyê re birrî
Piştî cîbicîkirina biryara Dîwana Dadweriya Navdewletî ya Parîsê derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de, ti derfetek ji şandina projeyasaya bûdceyê ji parlamentoyê re nemaye, di heman demê de ev nêzîkî 10 sal in hikûmeta Herêma Kurdistanê proje yasaya bûdceyê neşandiye ku serkirdeya wê ligel PDKê bûn û dahat û xerciyên wê jî nediyar in.
Qubad Talebanî: Bûdce dê nakokiyan kêm bikeCîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî piştî cîbicîkirina biryara Dadgeha Parîsê peyamek belav kir û got: “Herêma Kurdistanê di deh salên borî de tûşî xisareke mezin bûye, geşepêdana aborî û gelek proje rawestiyane, dayîna mûçe jî ketiye tengasiyê, ji ber ne aramî û ne şefafiya dahatê, Herêma Kurdistanê bê qanûna bûdceyê hatiye birêvebirin, ev jî bû kêmkirina baweriya welatiyan bi saziyan, ji bo vê niha ti behaneyek namîne ku parlamentoya Kurdistanê budceyek zelal pesend bike.
“Ji niha û pê ve û piştî vê rêkeftinê, em geşbîn in ku em hemû ji paşerojê ders werbigirin ku em hewlên xwe ji bo avakirina rêveberiyeke baş û bihêzkirina baweriya welatiyan bi saziyan zêdetir bikin.
Divê em projeyên xizmetguzariyê vejînin, şefafiyê di çarçoveya yasaya bûdceyê de pêş bixin û dadperweriyê di dabeşkirina dahat û xizmetguzariyan de li ser hemû parêzgehan bê cudahî misoger bikin .’’
Serokê Parlamentoyê: Divê hikûmet bûdceyê bişîne parlamentoyêSerokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr.Rêwaz Fayeq piştî pabendbûna Herêma Kurdistanê bi biryara Dîwana Dadweriya Navdewletî ya Parîsê re got: ‘’Li gorî heman mantiq û prensîbên destûra Êraqê em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ji niha û pêde proje yasaya bûdceyê ji parlamentoyê re bişîne û em hemû erkên xwe yên yasayî di vî warî de cîbicî bikin."
Ji bo neşandina budçeyê ti hincet nine
Cîgirê Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Luqman Werdî ji PUKMEDIA re ragihand:"Nêzîkî 10 sal in proje yasaya bûdceyê pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê nehatiye kirin. Ji bo rêgirtina li neheqiyê û dabeşkirina dahatê bê cudahî divê di zûtirîn dem de proje yasaya bûdce radestî Parlamentoya Kurdistanê were kirin."
Werdî got: “Piştî cîbicîkirina biryara dadgeha hakemê ya Fransa ya radestkirina dosyaya petrolê û diyarkirina pişka herêmê di bûdceya giştî ya Êraqê de, ti behaneyek ji bo rêgirtin li proje yasaya bûdceyê ji parlamentoyê re nemaye.
Herwiha got: "Nêzîkî 10 sal in dahat û xercî li ser destê PDKê ne diyar in, tenê çend kesan dizanîn çawa bi dahat û xerciyên Herêma Kurdistanê re mijûl dibin, lê ew dem derbas bûye."
Nebûna bûdceyê bûye çavkaniya gendeliyêNebûna bûdceya Herêma Kurdistanê çavkaniya hemû gendelî û newekheviyan e.Hebûna bûdce beşeke ji serrastkirina rêbaza rêvebirina herêmê ye.
Endamê Lijneya Darayî Şêrko Cevdet ji PUKMEDÎA'yê re got: "Tişta ku niha diqewime gendelî ye û ev nêzî 10 sal in hikûmet bi awayekî neyasayî dahatê xerc dike û haya parlamentoyê jê nîne."
‘’Kêmbûna bûdceya herêmê bûye sedem ku dahat û xerckirin ji sedî 100 ne şefaf û ne diyar be, ku ev yek jî çavkaniya hemû gendelî û newekheviya li herêma Kurdistanê ye’’. Şêrko Cevdet wiha dibêje.
Butçe welat ber bi şefafiyê ve dibeProje yasaya bûdceyê giringtirîn proje yasa ye ji bo birêxistinkirina dahat û xerciyan û dabeşkirina wan li ser sektor û projeyan û rêgirtina li ber gendelî, neşefafiyet û bêdadiyê.
Aborînas û mamostayê zanîngehê Dr.Xalid Heyder ji PUKMEDIA re got: "Li her welatekî bûdce kembera şefafiyetê ye û welat ber bi demokrasiyê ve dibe."
Dr.Xalid Heyder got: “Ev 10 sal in li Herêma Kurdistanê şefafiyet nemaye, lê piştî cîbicîkirina biryara dadgeha Parîsê ji aliyê Hewlêr û Bexdayê ve, ti derfet ji pesendkirina bûdceyê re nemaye.
Serokwezîr soza xwe ya butçeyê bi cih neanî
Di heyama 10 salên borî de, çendîn caran Komîteya Darayî daxwaza şandina bûdceyê ji parlamentoyê re kiribû, lê Serokwezîr guh neda daxwaza Komîteya Darayî, heta ku dozgerê giştî hat agahdarkirin ku rola xwe ji bo xizmeta giştî bilîze.
Di dema pêkanîna kabîneya nû de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî soz dabû ku projeyasaya budceya salane pêşkêş bike,lê parlamento ev 2 rûniştine proje yasaya bûdceyê nedîtiye û serokwezîr jî soza xwe nebir ser.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê proje yasaya bûdceya salên 2014, 2015, 2016, 2017, 2018, 2019, 2020, 2021 û 2022an radestî Parlamentoya Kurdistanê nekiriye. Nêzîkî 10 sal in Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê dahat û xerciyên xwe de ne zelal e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23 Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
03:40 PM - 2026-02-23
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
zortrin xwendraw
-
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23 -
Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23




.jpg)

Aplîkêşin

