Axaftina yekem serokkomarê Kurd aştiya li Êraq û Kurdistanê bihêztir kir
Kurdistan 07:42 PM - 2023-04-05
PUKMEDIA
Serok Mam Celal
Nivîskar û Rojnamevan Barzan Şêx Osman di gotarekê de ku di beşa raya PUKMEDIA de li ser rola Mam Celal di posta serokomariya Êraqê de hatiye belavkirin, dibêje: "Serok Mam Celal bi xurtkirina pêgeha Kurdî û serokatiyê da xuya kir ku hemû pirsgirêk û nakokiyên li Koşka Aşitiyê û mala Serok Mam Celal tên çareser kirin.Wî hevoka “em kurdên Êraqî” bikar anî û diyar kir ku gelê kurd li vê beşê Kurdistanê jî beşeke pêkvejiyana Êraqê ye.
Kurd beşeke bingehîn a Êraqê ne"Mam Celal di yekemîn parlamentoya Êraqê de ji 257 dengan 227 deng bi dest xist û bû yekem serokomarê hilbijartî yê Êraqê û di wê baweriyê de bû ku tenê bi demokratîkbûna Êraqê dê ev beşê Kurdistanê bigihê mafên xwe. Her ji vê perspektîfê de bû ku sekreterê giştî di raporta xwe ya siyasî de di duyemîn kongreya YNKê de gotina “em kurdên Êraqî” bikar anî û ji her kesî re ragihand ku gelê kurd li vê beşê Kurdistanê beşeke ji Êraqê ye.
Mam soza nûkirin û yekkirina aştiyê da"Roja ku Mam Celal gotara xwe wek yekem serokomarê welat pêşkêş kir, soza xwe ya xebatê bo yekxistina Êraqeke serbixwe û azad nû kir û ew soz jî bû nexşerêyek ji bo Herêma Kurdistanê ku li kêleka navçeyên din ên Êraqê pêş bikeve." Barzan Şêx Osman got.
Serok Mam Celal hevsengiya Êraqê parastibû
“Serok Mam Celal Êraqî û Kurd bû, ji ber wê jî karîbû aştî li parçeyên din ên Kurdistanê pêk bîne, her çendî aştî nebe, her parçeyek Kurdistanê taybetmendiya xwe heye.Di derbarê aborî de jî Serok Mam Celal hevsengî armanc kiribû ,her wiha Herêma Kurdistanê him erkên destûrî berdewam bike û mafên xwe yên destûrî jî misoger be , ji wan jî berdewamkirina 17% ji bûdceya Êraqê ji bo Herêma Kurdistanê û pêşketineke berçav di cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

