Di mijara petrolê de îradeya gel û YNK’ê bi ser ket

Kurdistan 04:50 PM - 2023-04-04
Di mijara petrolê de îradeya gel û YNK’ê bi ser ket PUKMEDIA

Di mijara petrolê de îradeya gel û YNK’ê bi ser ket

Petrol,Deyîn Hikumeta Herema Kurdistanê

YNKê hertim di wê baweriyê de ye ku tekane çareseriya pirsgirêka petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêkeftin e
Di salên derbasbûyî de Serokê tîma YNKê di hikûmetê de Qubad Talebanî di salên borî de zêdetirî 20 caran ji bo debara jiyana xelkê serdana Bexdayê kiribû, lê YNKê hertim rê li rêkeftinê girtibû. Pisporê girêbestên petrolê dibêje, deynên hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî 14 salan ji hinardekirina petrolê, 32 milyar dolar e, ji ber polîtîkayên xirab ên petrolê.
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Celal Talebanî peyamek weşand û di wê peyamê de, ragihand: "Piştî biryara dadgeha Parîsê û rawestandina hinardina petrola herêmê biryareke rast e we ku ji bo pêşeroja gelê me û rê li pêşiya afirandina pirsgirêk û aloziyên mezin bê girtin."
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji bo serkevtin û serfiraziya Kurdistanê xwîn rijandiye û em ti hêz û alîyekî ji xwe bêtir dilsozê ji bo Kurdistanê nabînin û berjewendiyên xwe yên bilind pêk bihînin ji ber vê yekê pêngavên dirust û berpirsyarî, rêkeftina bi Bexdadê re û bidestxistina mafên me ye.

Peymana bi zorê ji bin zextê çêtir e
Endamê berê yê Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Êraqê Şîrwan Mîrza ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand;“Di bin fişara xelkê de, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Êraqê di dawiyê de li ser pirsa petrolê li hev kirin, lê çend sal berê di hemû danûstandinên ligel Bexdayê de û di dema dawî de jî dema ku Qubad Talebanî serkirdatiya şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû, hemû danûstandinan li gel Bexdayê ji rêgez ew bûn ku li gel Bexdayê bigihin rêkeftinekê.”
"Lihevkirina bi zorê ji zextan çêtir e. Rêkeftina ku berê YNKê dixwest di şert û mercên asayî de bû, lê niha PDK di bin zexta Dadgeha Federalî û hakemê Parîsê de neçar maye rêkeftin bike."
Aboriya serbixwe zirareke mezin daye herêmê
Piştî zêdetirî 14 salan ji hinartina petrolê, niha hikûmeta Herêma Kurdistanê 32 milyar dolar deyndar e, lê eger ne ji hinardekirinê bûya, di salên borî de zêdetirî 109 milyar dolar ji hikûmeta federal bo herêmê hatibû şandin.
Pisporê girêbestên petrol û gazê Rêbwar Mihemed Emîn ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand; "Me dît ku hinardekirina petrola berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne di berjewendiya welatiyên herêmê de bû, berovajî vê yekê ziyaneke mezin gihandiye aboriya herêmê û xelkê jî ji wê yekê ziyan dîtin."
“Piştî zêdetirî 14 salan ji hinartina petrolê, niha hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin deynekî mezin de ye ku tê texmînkirin 32 milyar dolar e, ku eger ne ji peymanê bûya, di salên borî de zêdetirî 109 milyar dolar ji aliyê hikûmeta federal ve hatibû şandin. "
Her wiha got: YNKê hertim tekezî li ser wê yekê kiriye ku rêkeftin li gel hikûmeta Êraqê bo hinartina petrolê bi rêya SOMO were kirin, ji ber ku ew rêya rast e.
YNKê rê neda ku rewşa herêmê xirab bibe
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ku serpereştiya petrola Herêma Kurdistanê dike, weke wezaret namîne û nûnerekî petrolê ji Bexdayê werdigire.
Rêveberê Rêxistina Ragihandina Nefta Kurdistanê (DOR) got: “Eger YNKê rê li ber rewşa herêmê negirtiba, dê rewş xirabtir bûya.
Rêveberê Rêxistina Dor bo Ragihandina Petrola Kurdistanê Warya Husên di bernameya demjimêr 12 ya Dengê Gelê Kurdistanê de got:“Eger YNK nebûya rewşa Herêma Kurdistanê ji ya niha gelek xerabtir bû, ji ber ku ji sala 2017’an ve YNK’ê hewl dide li gel Bexdayê lihev bike.
“Eger rêveberiyeke baş a petrolê li Herêma Kurdistanê hebûya û sûd ji bo welatiyên herêmê hebûya, me hemûyan dixwest ku Kurdek petrolê birêve bibe, lê ezmûna hinartina petrolê ya 14 salên borî nîşan da ku Bexda baştir e. " wî got.
"Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ku rêveberiya petrola Herêma Kurdistanê dike, weke wezaret namîne. Hikûmeta Êraqê dê nûnerekî taybet bişîne wezaretê û desthilata cîgiriya wezîr jî hebe û nûner jî çavdêriya petrolê bike." Got.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di van salên dawî de ji ber girêbestên hinartina petrolê rastî ziyaneke madî ya mezin hatiye, hemû projeyên xizmetguzariyê hatine rawestandin û Herêma Kurdistanê 10 sal in paşde maye.
  Di bin fişara xelkê de û bi piştevaniya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) siyaseta xirab ya hinartina petrolê li Herêma Kurdistanê vedigere ser rêya rast.
Enqere nîvê şevê 25/3/2 bi fermî Bexda hişyar kir.Ajansa nûçeyan a Argas a Tirkiyê ragihand: "Dadgeha Hakemaniya Navdewletî di doza wê ya demdirêj a li ser hinardekirina nefta xav a Kurdistanê de, biryar da." "Ev derbeyeke din e ji bo herêma nîvserbixwe ya Êraqê."
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket