SOMO firotina petrola Herêmê bi nirxê herî erzan bi dawî tîne
Kurdistan 09:55 PM - 2023-04-02
PUKMEDIA
Hinardekirinanaftêbbirêyasomo ya raste
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê berjewendiya girseyên gelê Kurdistanê xistiye pêşiya berjewendiyên hizbî û ji bo wê yekê jî hertim hewl dide li ser dosya petrolê di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bigrêkhîne rêkeftineke berfireh û di wê baweriyê de ye ku ji Bexdayê em dikarin zêdetir xizmetguzarî pêşkêşî xelkê Kurdistanê bikin û hinartina petrolê bi rêya kompaniya SOMO rêyeke rast dibîne.
Serok Bafil Celal Talebanî: Dem dema girtina biryara rast hatiye
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Celal Talebanî peyamek weşand û di wê peyamê de, ragihand: "Piştî biryara dadgeha Parîsê û rawestandina hinardina petrola herêmê biryareke rast e we ku ji bo pêşeroja gelê me û rê li pêşiya afirandina pirsgirêk û aloziyên mezin bê girtin."
Serok BafIl di peyamekê de ragihand ku îro 2-4-2023 an li ser dosyaya neftê û biryara dadgeha Parîsê hatiye weşandin û dibêje: "Kompaniya Somo ya petrolê ya herêmê Kurdistanê difiroşe û dahata neftê ji seranserî Êraqê dê biçe xezîneyekê û pişka Herêma Kurdistanê dê ji budce û dahata Êraqê û mûçeya karmend û xanenişînên herêmê were diyarkirin "Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji bo serkevtin û serfirazîya Kurdistanê xwîn rijandiye û em ti hêz û alîyekî ji xwe bêtir dilsozê Kurdistanê nabînin û ji bo parastina berjewendiyên bilind ên gelê xwe bi dest ve bihînin.
Ev naveroka peyama serok Bafil bixwînin
Piştî biryara dadgeha Parîsê ya rawestandina hinardina petrola herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiye û ji bo paşeroja gelê me û nehêlana arîşe û qeyranên mezin wê biryara rast li ser pirsa petrolê were dayîn.
Kompanyaya Somo ya petrola herêma Kurdistanê difiroşe û dahata giştîya petrolê ji seranserî Êraqê ber bi yek gencîneyan ve diçe. Dê pişka herêma Kurdistanê ji budce û dahata Êraqê bê destnîşankirin û dê mûçeyên fermanber û xanenişînên herêma Kurdistanê bêne misogerkirin
Dê sistema benzînê, petrolê û benzînê ya Herêma Kurdistanê vebigere Êraqê û dê heman nirxê han ji welatîyan re bê dan.
Dê nûnerê Herêma Kurdistanê yê li somo û sistema gazê ya Êraqê beşekî rêvebirî û rêvebirinê be.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi salan e hewl dide bi Bexdadê re lihevkirinekê pêk bîne û dawî li nakokiyan bîne bîrê rast û dirust, hevkariyek û karên hevbeşe ne dûr e û pirsgirêkan kûrtir dike. Nakokiyên navxweyî qewereyê me lawaz dike û herêma me dixe nava metirsiyan, ne hevrêzkirin û daxwaza mafên me li Bexdadê bi lihevkirinê ye û mafên me têne bidestxistin.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji bo serkevtin û serfiraziya Kurdistanê xwîn rijandiye û em ti hêz û alîyekî ji xwe bêtir dilsozê ji bo Kurdistanê nabînin û berjewendiyên xwe yên bilind pêk bihînin ji ber vê yekê pêngavên dirust û berpirsyarî, rêkeftina bi Bexdadê re û bidestxistina mafên me ye.
Hinardekirina petrolê bi rêya SOMOyê wê bibe sedema aramkirina aboriya herêmê
Mamostayê aborî li zanîngeha Silêmaniyê Dr.Xalid Heyder ji PUKMEDIA re ragihand: Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya SOMOyê dê hikûmeta federal neçar bike ku mûçe û bûdceya parêzgehên Herêma Kurdistanê di dema xwe de bişîne.
Herwaha got, ev pêngav dê sûdeke mezin ji bo welatiyan hebe û dê bibe sedema aramiya aboriya Herêma Kurdistanê. Û eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya SOMO petrolê hinarde bike, dikare ji ya niha zêdetir hinarde bike û prose jî zelaltir be.
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku belavkirina keresteyên petrolê bi bihayekî guncaw li ser welatiyan sûdeke din a hinartina petrolê bi rêya SOMO ye.
Di belavkirina dahatan de cihêkarî
Pisporê warê girêbestên neft û gazê Rêbwar Mihemed Emîn ji PUKMEDIA re ragihand: Ne şefafiyeta dosyaya petrolê û guhnedana hikûmetê li dengê aliyên siyasî û firotina petrolê bi erzantirîn nirx, bûye sedem ku welatî yan aliyên siyasî bixwazin petrolê bi rêya hikûmeta federal hinarde bikin, ji ber ku ziyanên projeya bi navê aboriya serbixwe ji berjewendiyên wê zêdetir bû li ser welatiyan.
Got jî: Kêmbûna pêbawerîya amarên hikûmetê bawerîya hevwelatîyan û hikûmetê têk bir, çawa ku cudahîya di dabeş kirina hinartinan bû sedema nerazîbûn û hêrseka mezin, lewra welatî gelek kêfxweşin bi hinartina petrolê bi rêya kompanîya SOMO.
YNK hertim tekezî li ser rêkeftina ligel Bexdayê kiriye
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê weke partiyeke çalak, bi salan e li ser pêwîstiya rêkeftina ligel Hikûmeta Federal ji bo bidawîkirina kêşeyan û pêşxistina çalakiyên hevbeş digere û tekez dike.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste bi yekdengî kar bikin bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê ji ber ku di wê baweriyê de ye ku eve rêya rast bo xizmetkirina girseyên gelê Kurdistanê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

