Guhertina yasaya Hilbijartinê binpêkirina mafê kurdan û destûra Êraqê ye
Îraq 12:31 PM - 2023-03-28
PUKMEDIA
Guhertina yasaya hilbijarftinan ne destûrî ye
Guhertina yasaya Hilbijartinê nemafî ya li dijî Kurdan û binpêkirina eşkere ya destûra Êraqê ye .
Encûmena nûneran di rûniştina xwe ya doh de, dengdan da û tê de yasaya hilbijartinên encûmenên parêzgehan, qezayan û jêrxaneyan hat serrastkirin. Û hin paragraf li dijî destûra herdemî ya Êraqê derketin, bi taybet madeya 14 ku tê de tê gotin ku "Êraqî hemû li pêş yasayê wekhev in bêyî ku zayend, reges, netewe û statûya aborî û civakî be" lê di yasayê de hin paragrafên ku mafê erebên koçber dikin ku di hilbijartinan de dengê xwe bidin û nadin Kurdan û cudakirina Kerkûkê ji parêzgehên din wê madeya destûrî û binpêkirineke eşkere ya wê binpê dike.
Nabe ti yasayek li dijî destûrê were rewakirin
Pisporê yasayî Elî El Temîmî di dema daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA'yê re wiha ragihand: Ne destûr e ku tu yasayek li dijî destûra Êraqê be were rewakirin.
Wî wiha lê zêde kir û got: Ew yasaya ku hatiye derxistin xema hilbijartinên giştî yên Êraqê ye û ne taybet e bi taybet, ji ber vê yekê divê yasayê ku encûmenê nûneran derxistine bi destûrê re guncaw bin.
Koma YNKê guhertina yasaya hilbijartinê metirsiyê çê dike
Koma YNK`ê ya li Meclîsa Nûneran dibêje: Yasyayî hilbijartinê li ser bingeha serjimartina sala 1957`an bû bingeha dengdêrên li Kerkûkê, lê tiştê ku metirsiyê li ser vê madeyê çêdike hebûna nivîseke din e ku hebûna herêmek hilbijartinê ji bo her parêzgehekê di nav sînorên xwe yên niha de diyar dike û li ser vî esasî dengdêrên Resen ên Kerkûkê li Çemçemal, Kellar, Kafrî û Xurmatû dê ji dengdanê bêpar bimînin.
Wiha pêda çû: Ew deverên ku girêdayî parêzgeha Kerkûkê ne li gorî îstatîstîkên sala 1957 Di civîna serokên blokan de bi amadebûna Serokê Meclîsa Nûneran, yekîneya îdarî ya Sarkaran li ser daxwaza Yekîtiya Neteweyî hate zêdekirin.
Komê di daxuyaniya xwe de piştrast dike: Paragrafek li yasayê hatiye zêdekirin, maf daye kesên ku beriya sala 2003an li Kerkûkê kerta wan ya xwerakê heye û ev yek serjimartina sala 1957`an binpê dike û mafê dengdanê dide Erebên koçber û ev parazname jî bêyî razîbûna Kurdan hatiye derbaskirin.
Hinek paragraf zirarê didin dengdêrên Kurd
Sebah Hebîb endamê parlementerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ê ji PUKMEDIA`yê re ragihand: Hindek paragraf di yasaya hilbijartinan de hene ku zîyaneka mezin didin dengderên Kurd ên li Kerkûkê û bi aşkirayî madeya 140 binpê dikin.
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de wiha pêde çû û got: Yasayê mafê dengdanê dide Erebên hawerde, lê vî mafî ji dengderên Kurd distîne û bê beş dike.
PDKê xwe ji refê kurdan veqetand
Parlementer Sebah Hebîb dibêje, PDKê ji lihevhatina Kurdan ji nav komên kurdî derket li ser hin xalan deng da ku zirareke mezin dide dengdêrên li Kerkûkê
Wiha jî got: Me partiyên Kurdî rojek berî dengdanê li ser yasayê civînek li dar xist û komên Kurdî jî li ser her tiştî li hev kirin, lê mixabin Partiya Demokrat a Kurdistanê ji lihevhatina Kurdan derket û deng li ser wan paragrafan da ku zirarê didin dengderên Kurd û mixabin PDKê ti helwestek li ser wan paragrafan negirt û xwe ji komên kurdî veqetand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

