Serokê fireksiyona YNK: Hilbijartinan ji pirsgirêkên din cuda bikin
Kurdistan 02:01 PM - 2023-03-27Parlemana Kurdistanê
Serokê Herêma
Kurdistanê li ser zimanê berdevkê 18-11-2023 wek roja hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê diyar kir û serokê fireksiyona Yekîtî li parlemana
Kurdistanê dibêje: Hemû alî li gel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên
kirin û serokatiya Herêmê ku roj diyar kiriye, ji aliyê yasayî ve erkê xwe ye,
lê bi partiyên din re neşêwiriye.
Divê hilbijartin ji pirsgirêkên din bên cudakirin
Serokê
Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Ziyd Cebar ji PUKMEDIA re ragihand: Di
bin ronahiya peyam û destpêşxeriya serokê YNKê Bafil Celal Talebanî de ku ji
hemû aliyên siyasî re gotiye, "hilbijartin xwedî helwêsteke niştimanî ye û
divê ji mijarên din bên cudakirin". Li ser sererastkirina yasaya
hilbijartinan û aktîvkirina komîsyonê çendîn civîn hatin kirin û li ser vê
mijarê di navbera aliyên Kurdistanî de lihevkirin çêbû.
Her çendî di
warê qanûna hilbijartinan de hin nakokiyên me hebin jî, lê di pêşerojê de em ê
hewl bidin van nakokiyan ji holê rakin û serokatiya Herêmê ku roj diyar kiriye
erkê wî yê yasayî ye lê belê bi aliyên din re neşêwiriye.
Hemû alî li gel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin
Berdevkê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê Dilşad Şehab di civîneke rojnamevaniyê de nîşankirina roja
hilbijartinê ragihandku pişt bi fermana Herêmê ya hejmar 90 ê sala 2023 bestiye
û palpişte bi yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê hejmar 1 yê sala 2005.
DiLi gor biryara sê xalî
berdevk xwendiye; Diyarkirina roja 18ê Mijdara 2023ê wek roja encamdana hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê û Hemû aliyên pêwendîdar pabend dibin ku bi hevkarî û
hevahengiya ligel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsî ji bo
cîbicîkirina vê biryarê karên pêwîst bikin.
Herwaha Ziyad Cebar got:
Hemû alî li gel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin û Fraksiyona
YNKê û hin fraksiyonên parlamentoya Kurdistanê jî di wê baweriyê de ne ku divê
yasaya hilbijartinan were sererastkirin, ji ber ku yasa kevine û kêmasiyên wê
hene.
Di civîna roja 3.11.2021ê
û vir ve û hemû civînên din ên derbarê sererastkirina yasaya hilbijartinan de,
cihê nakokiyê li ser aktîvkirina komîsyonê û sererastkirina yasaya
hilbijartinan bûye. Bi mebesta lidarxistina hilbijartinên pak û dadperwerane li
Kurdistanê bibe û dengder ji bo parastina dengên xwe dilniya bin.
Nêzîkkirina nêrînan bo bidawîkirina nakokiyên di navbera partiyan de
Li gor roja
ku serokê herêmê diyar kiriye, 8 meh ji hilbijartinên dewreya şeşem a
parlamentoya Kurdistanê re mane, ku divê aliyên siyasî li ser sererastkirina
yasaya hilbijartinan, aktîvkirina komîsyonê, dosya kursiya kotayê û qeyda
dengdêran lihev bikin.
Serokê fireksiyona
Yekîtiya Nîştimanî dibêje: "Emê di vê heyamê de hewl bidin ku ji bo
bidawîkirina nakokiyên derbarê guhertina yasaya hilbijartinan de bixebitin ky hemû
partiyan asankariyên pêwîst ji bo çareser kirina kêşeyan pêşkêş kirine, bi
taybetî Partiya Demokrat ku di destpêkê de ne bi guhertina qanûnê de bû.
"Em
hêvîdar in ku di serrastkirina qanûnê de şefafiyet û paqijî di birêvebirina hilbijartinan de misoger bibe
û welatî jî baweriya xwe bi sindoqan vegerînin.
Tomara biyometrîkî ya Êraqê ji bo hilbijartinên herêmê
Li gor
berhevkirina amarên herêmê û tomarên bîyometrî yên Êraqê li ser hejmara niştecihan,
zêdetir ji (723) hezar navên zêde di amarên herêmê de hatine dîtin û ji vê
hejmarê jî nêzîkî (670) hezar navên din li Hewlêr û Duhokê hene.
Ziyad Cebbar
dibêje: Hemû alî li hev kirin ku amarên Wezareta Plandanan a Federal û tomarên
biyometrî yên ku di hilbijartinên Civata Nûneran de di sala 2021ê de bi hemû
pêwîstiyên xwe hatine pesendkirin, ji bo pêkanîna hilbijartinên Herêma
Kurdistanê û Li herêmê 4 dezgehên hilbijartinê bên destnîşan kirin.
Ziyad Cebar
dibêje: Hilbijartin û pêkhateya herêmê, ku pêkhateyeke destûrî ye, du mijarên
cuda ne. Aliyek ku daxwaza guhertina yasaya hilbijartinan dike, nikare bi
rawestana li dijî pêkhateya herêmê were tawanbar kirin.
Pirsgirêka kotayê nehatiye çareserkirin
(11)
kursiyên di parlemana Herêmê de yek ji wan kêşeyan e ku aliyên siyasî li ser wê
rêkeftinê ligel Partiya Demokrat li hev nekirine, ji ber ku piraniya fireksiyonan
bi wê yekê dibînin ku ev kursî nûnertiya xwediyên xwe yên rastîn nakin û di wê
baweriyê de ne ku Demokrat ev kursî control kiriye û destêwerdanê di karûbarên
pêkhateyan de di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de dike.
Serokê bloka
Yekîtiya Nîştimanî li parlemantoyê dibêje: “Yekîtiya Niştimanî bêyî ti şert û
merc piştgiriya mafê pêkhateyan dike ku nûnerên xwe bêyî destwerdanên hizbî bi
xwe hilbijêrin, ji ber ku Yekîtiya Niştimanî di wê baweriyê de ye ku divê
kursiyên pêkhateyan nûneratiya xwediyên wan ên rasteqîne li her deverê bike.
Ziad Cebbar
dibêje: “Aliyên siyasî li ser dosyaya kota û pêkhateyan li hev nekirin û em
hêvîdar in di zûtirîn dem de li ser vê mijarê lihev bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26