Li kêleka Konferansa Avê... Serokkomarê li ser asta navneteweyî rêzecivînên berhemdar li dar dixe
Êraq 11:40 AM - 2023-03-25
Malpera serokatiyê
Antonio Guterres û serokkomarê Êraqê
Serokkomarê
Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd roja Înê 24.03.2023 li avahiya Netewên Yekgirtî bi Sekreterê
Giştî yê Netewên Yekgirtî birêz Antonio Guterres civiya bi amadebûna Fûad Hisên Wezîrê Derve, Wezîrê
Jîngehê Nîzar Amîdî û barizgarê Besrayê
Esad El-Eydanî li kêleka Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê kom bûn.
Di destpêka
hevdîtinê de Serok Komarê pîrozbahî li sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî kir
jiber serkeftina konferansa avê û pêşinyarên ku ji bo kêmkirina kirîza cîhanî
ya avê pêşkêş kirine û spasî û pêzanîna xwe ji bo Vexwendina Sekreterê Giştî ji
bo beşdarbûna konferansê kir.
Serok bal kişand
ser barên ku Êraq ji ber kirîza avê hildaye ser milên xwe û diyardeya çolbûn,
ziwabûn û tozê ku bandoreke nerênî li ser warên jiyanê dike û amaje bi rola
giring a Neteweyên Yekbûyî di piştevanîkirina hewlên navdewletî kir. û girtina
tedbîrên guncaw ji bo kêmkirina kirîza avê û çalakkirina hevkariyê di warê avên
dersînor de, di nav de Dabînkirina dabeşkirina dadmend di nav welatên deryayî
de.
Li
hember de jî birêz Guterres spasiya Serok Komarê kir ji bo pêşwaziya germ di
serdana xwe ya vê dawiyê ya Bexdayê de û tekez kir ku ew têdigihê ku
Mezopotamya rastî kêmbûna avê û kêmbûna ava çemê Dicle û Furatê tê. û bandora
wan li ser jiyan û rastiya jîngehê, dûpatkir li ser piştevaniya Rêxistina
Navdewletî ji bo Êraqê û hewlên wê ji bo kêmkirina metirsiyên kirîza avê û
guhertina avhewayê û bandorên wan li ser jiyana giştî.
Pêşwaziya nûnera daîmî yê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî kir
Serok Komarê her wiha duh Înê li New Yorkê pêşwaziya nûnera
hertimî ya Amerîkayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas
Greenfield û şanda pê re kir û di hevdîtinê de kirîza avê û gefên wê li ser ewlekariya
xurek û cihêrengiya jîngehê li Êraqê û herwiha bandorên nerênî yên ji ber avhewayê
û kêmbûna berçav a rêjeya herikîna avê ji welatan.
Serokkomarê amaje bi wê yekê kir ku Êraq ji ber kêmbûna baran û
zêdebûna nifûsê û hindek siyasetên avê yên welatên cîran û germahiya zêde rastî
guherîna avhewayê. amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîste Êraq bi pilanên avê yên
welatên deryayî bizane, daku bikare pilanên pêwîst dayne û bi wan welatan re
bigihêje pareke têr û dadperwer.
Serok destnîşan
kir ku di asteke bilind de plan hene ku bigihêjin çareserîyên rasteqîne ji bo
pirsgirêka avê, û hikûmet bi ciddî li ser karê xwe ye û li benda pesendkirina
bûdceyê ye ji bo temamkirina projeyên pêwîst di vî warî de. pêwîstî bi
baştirkirina rêbazên birêvebirina avê û pêşxistina mekanîzmayên ji bo
bersivdana bandorên guherîna avhewayê û germahiya bilind li Êraqê.
Serok Komarê bal
kişande ser giringiya peydakirina çareseriyên cidî ji bo rûbirûbûna gemariya
jîngehê ku ji ber sektora enerjiyê pêk tê û amaje bi hebûna pirojeyên dahatî
yên têkildarî mijara gazê û çareserkirina bandorên wê yên xirab li ser jîngehê
kir.
Serok Ebdulletîf
Cemal Reşîd behsa dosyeya awareyan li Êraqê kir û amaje bi wê yekê kir ku rewşa
wan pêwîstî bi xebateke cidî û bilez heye ji bo bidawîkirina vê dosyayê û ev
yek jî pêwîstî bi hewlên zêdetir ji aliyê rêxistinên navdewletî heye ji bo
alîkariya Êraqê bo vegerandina awareyan bo navçeyên wan piştî ku. Hazirkirina
wan û dabînkirina jiyaneke hêja.
Her wiha peywendiyên dualî yên di navbera Êraq û Amerîkayê de
û berfirehkirina asoyên hevkariyên di navbera her du welatên dost bi awayekî ku
xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du gelên dost bike gotûbêj kirin.
Li hember de jî balyoz Greenfield daxwaza welatê xwe ji bo
bihêztir kirina peywendiyên hevbeş li gel Êraqê diyar kir û tekez li ser
rijdbûna Amerîka bo piştgîrî kirina Êraqê di warê çareser kirina kêmbûna avê û
derbas kirina vê qirîza han de, bi taybetî bi pêşkêş kirina pisporî bo
piştgîrîkirin û baştir kirina pirsa birêvebirina avê. li Iraqê û herwiha bi
rêya şanda UNAMI li Êraqê.
Hevdîtina bi Rêveberê Giştî yê (FAO) re
Di çarçoweya konferansa
avê ya Neteweyên Yekgirtî de ku li New Yorkê hat lidarxistin, Serokkomar Dr.Ebdullatîf
Cemal Reşîdroja pêncşemê 23-3-2023 li baregeha rûniştina xwe ya li New Yorkê
pêşwazî lirêveberê giştî ê Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî
(FAO) birêz Qu Dongyu kir.
Serokkomar amaje bi
giringiya hevkarî û kiryara hevbeş ji bo rûbirûbûna diyardeya hişkesalî ya ku Êraq
rastê hatiye û sûdwergirtina ji ezmûnên rêxistina (FAO) li gel welatên din kir û
tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina pirojeyên avdanê bi taybetî li gund û gundewaran
ji bo xelkê teşwîq kirina xelkê bi vegerê û avakirina pirojeyên biçûk li
navçeyan wek Sencar.
Ji aliyê xwe ve Rêvebirê
Giştî yê Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) kêfxweşiya xwe ya mezin ji hevdîtina
bi Serok re nîşan da û bal kişand ser tiştên ku cenabê Serok pêşkêşî kir, Qu
Dongyu dilgiraniya xwe ji wergerandina van tiştan piştrast kir. amaje bi wê
yekê jî kir ku tîmên rêxistinê dê serdana Êraqê bikin ji bo şopandina hemû
pirsgirêkan û bihêzkirina peywendiyên di navbera rêxistin û Êraqê di warê hevkariya
çandiniyê û avakirina şiyanan de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

