Şefafiyat: Di heftiya borî de zêdetirî 17 milyar dînar hinardekirina Silêmanî û Helebçeyê bû
Kurdistan 12:42 PM - 2023-03-24
PUKMEDIA
Dahata malpera Şefafiyetê
Malpera şefafiyetê dahata parêzgehên Silêmanî û Helebçe û herdu rêveberiyên Germiyan û Raperînê di heyama heftiya borî de eşkere kir ku ji 17 milyar dînar derbas bûye.
Li gorî malperê, dahata neftê ya parêzgehên Silêmanî û Helebçe û her du navçeyên Germiyan û Reperîn û ji 18.3.2023 heta 24.3.2023, 17 milyar û 201 milyon û 662 hezar û 674 dînar e. zêdetir ji 16 milyar û 634 milyon û 605 hezar dînar ji wan, 97% bi neqdî ye, 557 milyon û 961 hezar dînar ango 3% bi sikûkî û 96 hezar dînar jî bi muqesasê ye.
Ev yek piştî 30 salan ji desthilatdariya Kurdan li Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê di 15.12.2022an de projeya şefafiyeta hinartina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebçe û rêveberiyan Germiyan û Raperîn ragihand, ku yekem car e li ser asta Kurdistan û Êraqê bi giştî.
Ev proje di nav derdorên Kurdan de bi awayekî berfireh hate pêşwazîkirin û hate xwestin ku ev proje ji bo dahata petrolê li hemû herêmên Kurdistanê were belavkirin.
Qubad Talebanî di axaftinekê de bo ragihandina wê projeyê got: "Ez projeyek girîng radigihînim, ew jî projeya şefafiyeta hinartina neftê ye."
Got jî: Şefafiyet bernameyeke ku hemû hinardekirina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebçe û îdareya Raperîn û Germiyan dihewîne, ji ber ku rojane bi şefafîyeteke temam tên komkirin û tên nivîsandin, daku her kes bikare hûrgilîyên wê yekê bibîne. ew îthalat di her kêliyê de bi riya malpera https://shafafiat.com/ tê weşandin.
Û cîgirê serokwezîr wiha pê de çû: Ev hizra hanê derketiye holê ji ber ku şefafiyet stûna sereke ye ji bo peydabûna pêbaweriyê di navbera hevwelatiyan û her desthilateke siyasî li cîhanê, lewra pêwîste hûn xwe pê nas bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

