Talebanî: Kurdistan rastî gef û derfetan tê
Kurdistan 09:32 PM - 2023-03-20
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya cejna Newrozê pîrozbahî li Kurdistaniyan kir û got:“Newroza Kurdî her tim peyama aştî, yekîtî û destpêkirina demsala nû ye’’.
Nivîsa peyamê:
Newroza Kurdî hertim peyama aştî, yekîtî û destpêkirina demsala nû hildaye, lewra divê em hemû peyama Newrozê bi cidî bigirin dest û deriyê çareserkirina pirsgirêkan vekin.
Kurdistan rûbirûyê metirsî û derfetan bûye, gelê Kurd bi salane bi hemû kêmasiyên me re li ber xwe daye, daxwaza xizmetguzariyên baştir, başbûna aborî û aramiya siyasî dike.Di vê rewşê de ez bang li me hemûyan dikim ku ji bo xatirê welatiyan bi berpirsyarî tevbigerin û bi hev re vê rewşa heyî birêve bibin.
Werin em bi hev re derfeta ligel Bexdayê ji bo rêkeftineke dawî û demdirêj bi kar bînin. Werin em şert û mercên hilbijartinên paqij û dadperwer li navxwe ava bikin ku hem baweriya welatiyan bi saziyan xurtir bikin û hem jî hevalbendên me yên li derve bêhêvî nebin.
Di derbarê pirsgirêkên navxweyî yên Kurdistanê de, em destên lihevkirinê dirêj dikin û ji her diyalogê re amade ne. Ti daxwazên me yên şexsî nebûne, lê me daxwaz û berevanî li berjewendiyên welatiyan kiriye, em di wê baweriyê de ne ku ev yek dikare daxwazên me hemûyan be, em soza pêkanîna van daxwazan didin, em amade ne ku hemû alîkarî û gavên pêwîst pêşkêş bikin.
Di dawiyê de ez Newroza Kurdewarî li hamû aliyekî pîroz dikim û cejneke bi xêr û xweşî ji hemûyan re dixwazim.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

