Proje yasaya budceyê li Meclisa Nûneran e û kêmasiyeke mezin tê de heye
Kurdistan 08:16 PM - 2023-03-18
PUKMEDIA
Bill Budceyê
Ji bo bûdceya sala 2023’an a ku ji parlamentoya Êraqê re hatiye şandin, pêwîstiya Êraqê bi 134 trîlyon û 552 milyar û 919 milyon dînar heye.Çavkaniya sereke ya dahatê firotina 3.5 milyon bermîlên petrolê di rojekê de ye û rêjeya petrola herêmê jî rojane 400 hezar bermîl e. Fraksiyona YNKê di Civata Nûneran de berevaniyê li madeyên girêdayî maf û darayiyên yên herêmê dike.
Kêmasiya budceya Êraqê nêzîkî 65 trîlyon dînar e
Li gor proje yasaya bûdceyê ku wêneyek dest malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA)de heye. Tevahiya bûdceyê bi 134.552.919.063 dînar hatiye pêşbînîkirin, lê pêwîstiya bûdceya îsal bi zêdetirî 199 trîlyon û 22 milyar û 111 milyon dînar hatiye pêşbînîkirin, ku li gor wê kêmasiya zêdetir ji 64 trîlyon û 469 milyar û 192 milyon dînar heye.
Nirxa 100 dolarê Amerîkî li hember diravê Êraqê 130 dînar bû
Çavkaniya sereke ya dahata Êraqê petrol e û li gorî wê proje qanûnê, rêjeya hinartina petrolê rojane 3.5 milyon bermîl e ku rojane 400 hezar bermîl ji Herêma Kurdistanê tê hinardekirin.
Proje yasaya bûdceya Êraqê ji 67 madeyan pêk tê û tê de nirxê petrolê her bermîlek 70 dolar û li hember 1300 dînarê Êraqî dolarek hatiye pêşbînîkirin, ku 100 dolar e li hember 130 hezar dînar e.
Proje yasaya ku niha li parlamentoya Êraqê ye û biryare li ser hemû xalên wê were gotûbêjkirin û dibe mijareke germ a fraksiyonên parlamentoyê bi taybet fraksyonên Kurdistanî yên parlamentoyê.
Endamê Lijneya Aborî, Pîşesazî û Bazirganî ya Parlamentoya Êraqê Dr.Brîar Reşîd ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Fraksiyona YNKê hertim hewl daye ku bergiriyê li bendên proje yasaya bûdceya Herêma Kurdistanê bike, bi taybetî di bûdceya sala 2023an de, ku mezintirîn proje yasaya bûdceya Êraqê ye, bi taybetî yên ku girêdayî maf û mûçeyên karmendan in.
Her wiha got: ‘’Pir giring e hemû firaksiyon li ser pirsa mûçeyan yekdeng bin, ji ber ku YNKê her dem ji bo vê pirsê hewl daye. Biryar got.
Meriv çawa pişka herêmê ji bûdceyê diyar dike
Ji 67 madeyên proje yasaya bûdceyê, madeyên 12, 13 û 14 girêdayî Herêma Kurdistanê ye û mekanîzma danûstandinên darayî , petrol, pişka herêmê ji bûdce û mafên darayî ne.
Di madeya 12 ya proje yasayê de hatiye gotin, ku pişka Herêma Kurdistanê ji tevahiya xerciyên rastî dê ji aliyê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal ve bi erêkirina Serokwezîr were dayîn.
Beşek ji xerciyên sivîl di proje yasayê de cih girtiye, ku tê de pişka hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li gorî hejmara xelkê, li şûna wê pereyê ku ji bo hêzên bejayî yên artêşa Êraqê hatiye terxankirin.
Mafên darayî yên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Kurdistanê de dê bên sifirkirin
Madeya 13 ya proje yasayê mekanîzma çareserkirina pirsgirêkên darayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de diyar dike û di xala 1ê ya proje yasayê de hatiye ku, mafên darayî yên navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê ji bo salên 2004 heta 2022 dê bên sifirkirin.
Xala duyem jî dibêje, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane 400 hezar bermîlên petrolê hinarde bike û pabend be dahatên neftê jî radestî xezîneya Bexdayê bike.
Dahata firotina nefta li herêmê bi yek hesabê bankê tê komkirin
Di xala 14. de wiha tê gotin:Hemû dahatên firotina petrolê dê di hesabekî bankî de bên komkirin, ku dê di bin çavdêriya hikûmeta federal de be û hemû hesabên din dê bên girtin, di nav de Buroya Çavdêriya Darayî ya Bexdayê bi hemahengî li gel Buroya Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê dê kontrolkirina vê hesabê bankê bike.
Madeya 14, xala 7, dibêje ku eger di navbera her du hikûmetan de li ser her xalek ji proje yasayê lihevnekirin, komîteyek hevbeş ji bo çareserkirina wan bê avakirin.
Hikûmeta Êraqê dê berdewam be li ser wergirtina deyn ji ajansa Japonî JICA, ku tê de 46 milyon dolar ji bo projeyên av û kanalîzasyonê li Herêma Kurdistanê tê de ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

