5 sal bi ser dagîrkirina Efrîn
Kurdistan 11:47 AM - 2023-03-18
PUKMEDIA
Dagîrkirina Efrîn
Îro
18-3-2023`an 5 sal bi ser berxwedana dîrokê yê gel û Hêzên Efrînê û dagîrkirina wê ji alşya Tirkiyê ve derbad dibe, ku artêşa Tirkiyê
li gel komên Îslamî yên bi ser opozisyona Sûriyê ve bi çekên giran û balafirên
şer şerê Efrîn ê kirin, piştî 58 roj şer di dawiyê de Efrîn dagîrkirin û xistin
jêr kontrola xwe.
Bi hemû
rêyên qirêj û dûr ji mirovahiyê û zulm û zordariyê Efrîn ji desr xelkê xwe yê
resen hate standin, û piştî dagîrkirin kiryarên zêdetir bi ser welatiyan de hat
kirin ji kuştin, girtin, eşkencekirin, dizîn, talankirina şûnewaran û guhartina
demigrafîk.
Ev 5 salin
welatiyên Efrînê ku neçar bûn dest ji
mal û warên berdin li navçeya Şehbayê dimînin û hêviya vegerê li ba wan ne
temiriye û di wê bawariyê de ne ku rojeke bê û wê vegerin nav milk û malên xwe.
Rêveberiya
Şûnwaran a Kantona Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê di
5 salên dagirkirinê de bêhtirî 68 deverên dîrokî talan kirine. Yek ji cihên
hatine wêrankirin, Keleha Nebî Hûrî ya 45 km dikeve bakurê navenda bajarê
Efrînê ye. Her wiha çeteyên dewleta Tirk devera Eyn Dara ya dîrokî
bi temamî wêran kir û veguhestin qada perwerdeya leşkerî.
Ev agahiyên
belgekirî beşek biçûk ji sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li
Efrînê ye.
Piştî
erdheja 6'ê Sibata 2023'yan de jî, dewleta Tirk xebatên xwe yên
guhertina demografiya herêmê zêde kirin. Dewleta Tirk kon ji şêniyên mexdûr re
vegirtin û gundên zirardîtî vala kirin. Di vê dawiyê de meclisa xwecih a
girêdayî dagirkeran bi fermana dewleta Tirk bi sedan kon li derdora
navenda bajarê Efrînê vegirtin.
Bi vê boneyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê bang li hêzên aktîf li Sûriyeyê, NY′yê, saziyên hiqûqî û mirovî dikin ku bi awayekî cidî bixebitin û ji helwestên xwe yên şermok ên têkildarî Efrînê û herêmên dagirkirî bi dawî bikin, berpirs bin û kiryarên li Efrînê tên kirin weke qirkirina etnîkî û dagirkerî bihesibînin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku ji bo şopandina rewşa trajîk li Efrînê tîmeke lêpirsînê bişîne Efrînê, da ku hesab ji berpirsên sûcên li wir tên kirin bê xwestin.
Rizgarkirina Efrînê ji bo me biryareke stratejîk e û em rê nadin ku di li tu cihan an di tu dan û standinan de bazar li ser bên kirin. Em piştgiriya hin hêzên herêmî û erebî ji bo Tirkiyeyê û projeya wê ya dagirkeriyê ya li dijî gelê me, şermezar dikin. Di heman demê de em hemû lihevkirinên di navbera Tirkiye û aliyên din de û di nav de rejîma Sûriyeyê yên li ser hesabê gelê me yê Sûriyeyê, red dikin. Em ê girêdayî pîvanên xwe yên nîştimanî û avakirina modeleke demokratîk û adilane ji bo tevahî sûriyeyiyan bin.”
Rihmet li rihê şehîdên qehreman û silav li gelê berxwedan
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

