YNK yekitiyê wek garantiya mafên kurdan dibîne
Kurdistan 01:49 PM - 2023-03-17
PUKMEDIA
YNK yekitiyê wek garantiya mafên kurdan dibîne
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yekrêziya Kurdan li Bexdayê xistiye karê sereke û gavên pratîkî ji bo bidestxistina mafên darayî û destûrî Kurdistanê avêtine ku weke erkê sereke yê partiyên Kurdistanî dibîne.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafeil Celal Talebanî çendîn car tekezî li ser yekrêziya Kurd li Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li gor destûrê kiriye.Her wiha got: “Pêwîste pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi awayekî ku mafên destûrî yên gelê Kurd bê parastin bên çareserkirin.
Yekîtî mifteya çareseriyê ye
Berdevka Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Êraqê Sozan Mensûr ji PUKMEDIA re ragihand:“Pêwîste aliyên Kurdistanî yên li Bexdayê yekrêz bin daku em bi yekdengî mafên neteweya xwe dabîn bikin û ji bîr nekin ku bidest xistina mafên darayî û destûrî yên Kurdistanê erkê me yê serekî ye li Bexdayê.”
Mensûr herwiha got: “Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê hewleke mezin ji bo bidestxistina lihevkirina aliyên Kurdistanî kiriye û yekrêziyê weke kilîta çareseriyê dibîne.
Yekitiya Kurdan girîng tê dîtin
Rewş pêwîste aliyên Kurdistanî yên li Bexdayê yekrêz bin daku mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê di proje yasaya bûdceya Êraqê de cih bigirin.
Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê Karwan Yarwais ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Rêkeftina aliyên Kurdistanî li ser bûdceya Êraqê girîng e ji ber ku bûdce ji aliyê destûrî ve layiqê gelê Kurd e û rewş pêwîst dike ku parlamenterên Kurd li Bexdayê yekdeng bin ji bo lobiyê û xalên girêdayî mafên destûrî,li ser gelê Kurd e ku bêyî pirsgirêk di Meclîsa Nûneran de derbas bibe.”
Yarwas herwiha got: YNK di wê baweriyê de ye ku divê Kurd li Bexdayê yekrêz bin û di pratîkê de jî kar ji bo wê yekê kiriye, lewma divê aliyên Kurdistanî bizanin ku karê wan zehmet e û divê ji bilî hizbî û hizra siyasî ya teng ji bo lihevkirina Kurd li Bexdayê kar bikin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi armanca yekrêziya dengê Kurd li Bexdayê û daxwaz dike ku Kurd li gor yasa û destûrê ji maf û îmtiyazên xwe sûdê werbigirin ji bo xatirê gelê Herêma Kurdistanê li Êraqê û di vî warî de xebatên xwe zêde bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

