Dadgeha Hewlêrê 2 girtiyên li Badînanê bernade
Kurdistan 07:15 PM - 2023-03-16
PUKMEDIA
Girtiyên Badînan
Serokê tîma parêzerên girtiyan li Badînan jî got, heta niha 2 girtiyên li Badînan nehatine berdan û got:“Em ê piştî Newrozê hewl bidin 2 girtiyên din jî bi şert û mercên serbest berdin. Eger daxwaza me bê redkirin dê 6 mehên din jî di girtîgehê de bimînin.
Serokê tîma parêzerên girtiyan li Badînan, Beşdar Hesen ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Tevî ku Şvan Seîd, Ayaz Karam û Harîwan Îsa îro piştî derbasbûna 3 salan di girtîgehê de hatin azadkirin, lê cezayê Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî heta Îlona îsal hat dirêjkirin.
Hesen he rwiha got: “Tevî ku em vê biryarê neqanûnî dibînin, lê piştî Newrozê emê careke din daxwaz ji dadgehê bikin ku Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî bi şertê azad bikin.
Ji aliyê din ve nûnerê girtiyên li Badînan Ayhan Seîd jî got: “Di demekê de ku kêmtir ji 24 demjimêran ji bo azadkirina wan mabû, dadgeha duyemîn a Hewlêrê li gor madeya 279 a yasaya cezayên Êraqê, cezayê nû li rojnamevan Gohdar Zêbarî birî. Em vê biryarê bi guherandina logoya otomobîla wî ji Nissan bo Daewoo berî sê salan (di heman demê de ku tu logo neguherandiye û ev jî bi cezayê tirafîkê ve girêdayî ye) vê biryarê wek bêrêzî li dadgeh û demokrasiyê dibînin.
Her wiha got:’’Ji raya giştî û civaka navdewletî re eşkere ye ku rojnamevan û çalakvanên Badînanê 2 sal û 8 meh in di proseyeke neqanûnî û nedemokratîk de hatine cezakirin,ku li dijî hêsantirîn xalên yasayên cîbecîkar ên Herêma Kurdistanê, xalên Destûra Êraqê û heta li dijî maddeya 13 ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan in, ku navûdengê herêma me bêtir xirab kiriye.
Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê 6 sal cezayê girtîgehê yê Şêrwan Şêrwanî, Şvan Seîd, Ayaz Keram, Harîwan Îsa û Guhdar Zêbarî li gorî xala 331ê ya qanûna tawanan daxist 2 sal û 4 mehan.Dibûya di meha Tebaxa sala borî de serbestberdana bi şert a her 5 girtiyan bihata berdan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

