Qubad Talebanî û Elî Alaq pirsgirêkên petrol, dolar û dînar gotûbêj dikin
Kurdistan 01:05 PM - 2023-03-16
PUKMEDIA
Dîdara Silêmanî 2023
Duyemîn roja heftemîn
Dîdara Silêmanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên kîmyabarana Helebçeyê ku
beriya 35 salan di 16ê Adara 1988an de ji aliyê rêjîma Baas ve hat
bombebarankirin dest pê kir.
Paşê panêla (Siyaseta Aborî, Dînar û Pirsgirêkên Pêşketinê) dest pê kir
ku Serok Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û
Serokkomarê berê yê Êraqê D.Berhem Salih, hejmarek ji kesayetiyên siyasî,
konsul û balyoz, dîplomatên biyanî yên Kurdistanî û Êraqî, ji wan Cîgirê
Serokwezîr Qubad Talebanî û Serokê Banka Navendî Elî Elaq amade bûn.
Parêzgarê Banka Navendî: Em dixwazin nirxê dînar
kontrol bikin
Mijara panêlê ji aliyê Serokê Banka Navendî ya Êraqê Elî Alaq ve hat pêşkêşkirin û ragihand ku: Geşbûna aborî ya Êraqê ber bi rêyeke rast ve diçe û em dixwazin nirxê dînarê kontrol bikin û berê jî rê nadin ku nirxê dînarê li hember dolar kêm bibe, tedbîrên ku me wek banka navendî girtibûn ji bo vê armancê bû.
Pêşîlêgirtina qaçaxçîtiya dolarên Amerîkî karekî pir dijwar e û di proje
yasaya bûdceya sala 2023an de kêmasiyek mezin heye.
Herwaha got: Pereyê dolarê Iraqê li gor sala 2014ê gelek zêde bûye û em hewl
didin pereyên dolarê Iraqê zêde bikin.
Pêşîlêgirtina qaçaxçîtiya dolarên Amerîkî karekî pir zehmet e û di proje yasaya
bûdceya 2023an de kêmasiyek mezin heye û got: Pereyê dolarê Êraqê li gor sala
2014ê gelek zêde bûye û em hewl didin pereyên dolarê Êraqê zêde bikin.
Parêzgarê Banka Navendî ya Êraqê got: Em nikarin mûçeyan bi dolar bidin ji ber
ku ji berk u bihaya dînar ji dest me derdikeve, Lê em xebatên xwe yên ji bo
cîbicîkirina nirxê dolar û pêkanîna tedbîrên ku ji bo rêgirtina li
hinardekirina dolaran hatine xwestin didomînin.
Qubad Talebanî: Derbarê siyaseta
petrolê nêrînên cuda li hikûmetê hene
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî behsa bûdce û siyaseta
petrolê ya Herêma Kurdistanê kir û got: Divê em siyaseta petrol û gazê
biguherînin û di hikûmeta Herêma Kurdistanê de nêrînên cuda hene, lê em li gel
wê ne ku somoyek were rêkxistin û hevbeşekî baş be bo Herêm û divê sîstemeke nû
ya neft û gazê hebe.”
Qubad Talebanî: Girîng e dahata petrolê baş bê bikaranîn
“Em guh nadin ku petrol çawa û bo kîjan welatî tê firotin, lê girîng e dahata
firotina petrolê bi başî bikar bînin û bi bûdceyê projeyên baştir pêşkêşî xelkê
bikin û bersiva hemû pirsên derbarê doseya petrolê de bidin.
Her wiha got: “Divê em kêşeyên sektora petrolê çareser bikin û siyaseta petrolê
ya Herêma Kurdistanê bi wan kêşeyên ku hene berdewam nebeû kêşeyên sereke yên
di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de werin çareserkirin.
Talebanî got: “Gelek pirsgirêk û alingarî li ber proje yasaya bûdceyê hene û
pêwîste bên çareserkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

