Di Dîdarê de metirsî û çarekirina pirsgirêkên Herêm û Êraqê hatin pêşkêşkirin
Kurdistan 12:17 PM - 2023-03-15
Kurdsat News
Heftemîn Dîdara Silêmanî
Di heftemîn dîdara Silêmanî de piştî gotara bi xêrhatina serokê zanîngeha Amerîkî- Silêmanî ji mîvanan re, D.Berhem Salih û Sekretera Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û serokwezîrê Êraqgotar pêşkêş kirin, Kontêrêz ragihand ku: Divê mafên microvan bê parastin.
Heftemîn Dîdara Silêmanî derfeteke bo bidestxistina rêyên çareseriyê
Serokê zanîngeha Amerîkî li Silêmanî D.Bruce Ferguson di destpêka dîdarê de gotarek pêşkêş kir û bi xêrhatina mîvana kir û ragihand ku: Em hêvîdar in ku civîna heftemîn a li Silêmaniyê bibe derfetek ji bo gotûbêjên kûr û dîtina çareseriyan, bi taybetî dema ku em behsa (Piştî 20 salên Êraq û navçeyê di nava alingariyên nû yên cîhanî de) dikin,hewldanek be bo çareserkirina pirsgirêkan.
Bidawî anîna rêjîma berê mezintirîn destkefê seday berê bû
Piştre Dr. Serokomarê berê yê Êraqê D.Berhem Salih bixêrhatina mêhvanan
kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku civîna Silêmanî derfetek bû ji bo dîtina
kesayetiyên siyasî û pispor û got: Zanîngeha Amerîkî zanîngeheke neqezenc û
bêalî ye û armanca wê perwerdekirina nifşekî hişyar li ser mijarên hestiyar e.
D.Berhem ragihand ku: Mijara
xizmetkirina welatiyan dê mijareke girîng a dîdarê be, bi taybetî piştî 20 sal rûxandina
rêjîma berê ya Êraqê, pêwîste em bizanin di vê heyamê de me çi kiriye û divê em
çi bikin?çûnkê xelk li benda me ne.
Siba salvegera Helebçe ye ku ji aliyê rÊjîma berê ya Êraqê ve bi
kîmyabaran hat bombebarankirin, heta niha jî xelkê wê parêzgehê li pey
xizmetguzariyên zêdetir û jiyaneke baştir in.
Gendeliyê ji holê rakin û mafên mirovan biparêzin
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres di peyameke vîdyoyî
de got: "Em dixwazin zêdetir giringiyê bidin karê xwe li seranserê Êraq û
navçeyê, bi taybetî li Êraqê, ku em dizanin ku şiyanên Êraqiyan bo çeksaziyê heye.
Got jî: Min vê dawiyê serdana Iraqê kir û min dît ku ew dikare
pêşkeftinên zêdetir bibîne û derfetên zêdetir ji ciwanan re peyda bike,
gendeliyê ji holê rabike, mafên mirovan biparêze, pirsgirêkên avhewa çareser
bike û rê nede ku Iraq, welatê du çeman, çavkaniyên xwe yên avê zuwa bike.
Herêm bi hêz be Êraq bi hêz dibe
Ji aliyê din ve serokwezîrê Êraqê
Mihemed Şîa Sûdanî di gotarekê de di civîna li Silêmaniyê de got, kabîneya wî
piraniya ajandayên Encûmena Wezîran cîbicî kiriye û dê aramiya siyasî û aborî
pêk bîne.
Di berdewamiya axaftina xwe de
wiha got: Di salvegera bi êş a tawana hovane ya ku rêîma dîktator li dijî gelê
me yê Kurd li bajarê Helebçeyê pêk anî, ev bûyerek xemgîn e. Me beriya du rojan
di Encumena Wezîran de deng da projeya veguherîna wê wek parêzgehek ku herî kêm
em dikarin berdêla fedakariyên wan ên mezin bi vê yekê bidin.
El-Sudanî herwiha pesna
"hewldanên ji bo lihevkirina serkirdeyên siyasî yên Kurd ji bo yekkirina
rêzan daye û em piştgiriya van hewlan dikin" nirxand. Wî her wiha got,
"Em li bendê ne ku hevkariyên aborî yên kûr û domdar ku me bi gelên bira û
dost re bîne cem hev û em xema ewlehiyê bi wan re diguherînin. Bi hevkariya
aborî ya bi bandor encax ewlekariya domdar pêk tê."
Herwiha tekez kir ku, em ti
carî qebûl nakin ku axa Êraqê bibe destpêkek ji bo metirsiyê li ser asayîşa
navçeyê û destûra me jî me ferz dike ku destwerdanê di karûbarên hinekên din de
nekin, çawa ku em qebûl nakin ku rûmeta gelê Iraqê. ax û serweriya me ji taxan
an jî ji yên din bê bandor kirin.
Got jî: Herêm bi hêz be Êraq jî bi hêz dibe û eger Êraq bi hêz be Herêm bi hêz dibe û piştevanê li yekrûziya serkirdeyên kurd dikin
Bi hev re li şikest û serkeftinên Êraqê de beşdar bûn
Serok Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de spasiya Serokayetiya
Zanîngeha Amerîkî ya li Êraqê kir ji bo lidarxistina vê dîdarê û got: Ez bi
navê xelkê Helebçe, Herêma Kurdistan û Êraqê spasiya serokwezîr Mihemed Şiya
Sûdanî dikim ji ber hewlên wî yên jidil ji bo temamkirina rêgarên parêgarbûna
Helebçe.ji vir ve em ji hikûmeta Êraqê daxwaza qerebokirina qurbaniyên
kîmyabaranê dikin, bi destûrê jiyaneke baştir ji wan re peyda bikin û budçeyeke
taybet ji Helebçeyê re terxan bikin.
“Em hemû hevparê şikestin û serkeftinên Êraqê ne, bi taybet piştî 20
salan ji rûxandina rêjîma berê, û berpirsyariyeke me ya girîng heye ku em
jiyaneke xweştir ji Êraqiyan re peyda bikin.
Ez daxwaz dikim ku li gor destûr
û li gor lihevkirina navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê qanûnek guncaw di mijara
petrol û gazê de were derxistin.
Di hevdîtinê de Nîçîrvan Barzanî got: Mijara avhewayê mijareke girîng e
û divê em li ser vê yekê helwestê nîşan bidin, nemaze piştî ku dane diyar kirin
ku heta sala 2050’î dê gelek welat ji ber guherîna avhewayê neçar bimînin ku
koç bikin ku Êraq yek ji wan welatan e, lewma divê em daxwaz ji Îran û Tirkiyê
bikin ku rê negirin li berdana avê bo Êraqê da ku welatê me ji vê metirsiyê dûr
bixin.
Di berdewamiya axaftina xwe de got: Kêfxweş im ku alî nêzîkê hilbijartinan
bûne û xitimandina berê ji holê rabûye û em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê
hemû hewlên xwe bidin ji bo diyarkirina roja hilbijartinên îsal.
Yekem civîna Silêmanî di sala 2013an de li zanîngeha Amerîkî bi sernavê “Guherîna Jeopolîtîk li Rojhilata Navîn” hat lidarxistin. Civîna duyemîn di sala 2014an de, civîna sêyemîn di 2015an de, civîna çaremîn di sala 2016an de, civîna pêncemîn di sala 2017an de û civîna şeşemîn jî di sala 2017an de tê lidarxistin.
Civîna Silêmaniyê ji sala 2020 heta 2022 ji ber vîrûsa koronayê nehat lidarxistin.
Di sala 2023’an de jî heftemîn civîna bi sernavê “Piştî 20 salan Êraq û herêm di nava alangariyên nû yên cîhanî de” tê lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
10:49 AM - 2025-12-06
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Rêjeya hejariyê li Îraqê kêm dibe
Êraq 11:32 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05



.jpg)


Aplîkêşin

