Kampîna keskirina Kurdistanê digihêje navçeya Pêncwên
Hewal 12:00 PM - 2023-03-13
PUKMEDIA
Kmpîna çandina milyonek dar
Li ser biryar û pêşniyara Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, helmeta niştimanî ya çandina milyonek dar û keskkirina Kurdistanê berdewam e, duh yekşemê kampîn giheşte sînorên navçeya Pêncwên.
Qaymeqamê navçeyê Zana Rehman di dema beşdarbûna xwe di kampînê de
behsa giringiya kampînê kir û bang li aliyên hizbî û veberhêneran kir ku projeyan
bi vî rengî pêk bînin û beşdarî parastina jîngeha Kurdistanê bibin û wiha got:
“Welatiyên qezayê bi girîngî li kampînê
dinirin û destxweşî li serok Bafil Talebanî dikin.
Ji aliyê xwe ve, nûnerê ofîsa Serok Bafil Celal Talebanî di kampînê
de Husên Hema Kerîm got: “Me dest bi qonaxeke nû ya kampanyaya xwe li projeya darastana
Kîlo li Taxa Pêncwên û Parka Daristanî ya Raziane kiriye, ku me tê de hejmareke
mezin ji şitlan çand, Got jî: Navçeya Pêncwên bi gelek daristanên xwe yên
xwezayî tê naskirin, lê belê di plana Rêveberiya Daristanan a Parêzgariya
Silêmaniyê de bo zêdekirina rûbera kesk li navçeyê.
Derbarê mijarê de, nûnerê Rêveberiya Daristanan li Silêmaniyê Elî
Ehmed got: "Kampîna rêjeya nifûsa navçeyê li ber çavan digire, ku li gorî
wê şitlên pêwîst têne dabînkirin, bi mebesta dabînkirin û misogerkirina
jîngeheke saxlem ji bo gel.
Li gor amarên Rêveberiya Daristanên Silêmaniyê, rûbera kesk a
parêzgehê 12 milyon û 780 hezar metre çargoşe ye û bi vî awayî rêjeya rûbera
kesk tê de digihe 19.6%, ku ev rêjeya herî zêde ye li hemû parêzgehên Êraqê. û
bi vê kempîna ku ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve hatiye
destpêkirin, dê rêje bi awayekî berçav zêde bibe.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de li daristanên Ezmar li Silêmaniyê
roja 28.12.2022, nûnerê serok Bafil Husên Hema Kerîm û rêveberê dezgeha
daristanên wî bajarî Hewkar Celal kampînek ji bo çandina milyonek dar
ragihandin. Li ser biryara Serok Bafil Celal Talebanî, û tekez kirin ku kampîn
berdewam dike heta (1/6/2023) Hemû pêdiviyên ji bo pêkanîna kampînê ji aliyê
ofîsa Serok Bafil ve hatine veqetandin.
Serok Bafil Celal Talebanî di 47mîn salvegera damezrandina
Yekîtiya Niştimanî de roja 1/6/2022 de ragihand: Em xwezaya bedew a Kurdistanê
ji bîr nakin û ji niha û pê ve emê kampanyaya çandiniyê ragihînin. Ji bo welatê
me kesk bikin li herêmên cuda milyonek dart ê çandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

