Ji Ebû Rênas bo şaneyên Brûsk û Şalaw, wiha Operasyona rizgarkirina Hewlêrê dest pê kir
Kurdistan 10:59 AM - 2023-03-11
PUKMEDIA
Rizgarkirina Hewlêr
Di salnameya serhildana girseyî ya gelê Kurdistanê li dijî neheqî û dîktatoriya rêjîma Sedam, beriya 32 salan di vê rojê de gelê Hewlêr bi pêşengiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê rabûn ser piyan û di demeke kurt de bajar rizgar kirin.
Û piştî ku di 5ê Adara 1991ê de li navçeya Raniye bi serpereştiya Yekîtiya Niştimanî çirûska serhildana pîroz dest pê kir, proseya berfirehtir bû li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bû û di 11ê Adarê de jî ala Azadiyê gihişt Hewlêrê, ku xelkê wê li dijî neheqî û zulmê rabûn, bi wêrekiya xwe karîbûn di demeke kurt de bajêr paqij bikin.
Çirûskên serhildanê bi banga fermandarê azadkirina bajarê Hewlêrê birêz Kosret Resûl Elî (ji Ebû Rênas heta şaneya Brûsk û Şalaw, em nêzîkî we ne, dest bi xebatê bikin) derketin.
Û birêz Kosret Resûl Elî Serokê Encûmena Bilind a Siyaset û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê Hewlêrê ji rêjîma Sedam peyameke pîrozbahiyê şand û got: Em pîrozbahiyê li zarokên qehreman ên Hewlêrê dikin, ev lehengên ku ji cîhanê re îsbat kirine ku neheqî û cudakariyê qebûl nakin û li hemberê berxwedan dikin.
Kosret Resûl Elî amaje bi wê yekê jî kir ku, Eniya Kurdistanî erkê rizgarkirina Hewlêrê da me û me bi beşdariya ciwanên Hewlêrê yên qehreman, çekdar, rêxistinên veşartî, şaneyên çekdar û Pêşmergeyên qehreman di demeke rekor de bajar rizgar kir.û me karî bi vê serkeftinê dîrokê ava bikin û me li ber kelehê serketinê pîroz kir."
Di vê boneya pîroz de daxwaza pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo welatiyan kir û got: Îro piştî derbasbûna zêdetir ji sê dehsalan bi ser vê boneya dîrokî de, divê em xwe binirxînin û hewl bidin ku xizmetguzariyan ji girseya gelê Kurdistanê re pêşkêş bikin. û pirsgirêkên heyî ji koka xwe ve çareser bikin. Divê em ji bîr nekin ku gelê me negihiştiye armanca xwe û bi danîna bernameyeke neteweyî ya hevbeş rêzên xwe bikin yek.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

