Talebanî ji şanda Parlamentoya Ewropayê re: Dem dema rêveberiyê baş e
Kurdistan 07:29 PM - 2023-03-08
Ofîsa Qubad Talebanî
Talebanî bi şanda Parlamentoya Ewropayê re civiya
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya şandeke endamên Parlamentoya Ewropayê bi serokatiya Sara Skyttedal kir û di wê hevdîtinê de çend mijarên ku her du aliyan eleqedar in, gotûbêj kirin.
Di civîna 8.03.2023ê ya li Hewlêrê de, şanda mêvan tekezî li ser bihêzkirina Kurdistanê di çarçoveya Êraqeke federal a bihêz de kir û xwest ku peywendiyên bihêz yên rasterast li gel Herêma Kurdistanê hebe. Her wiha bi bîr xistin ku hemû destkeftên zêrîn ên Kurdistanê di dema yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê de hatine bidestxistin.
Ji aliyê xwe ve Qubad Talebanî diyar kir ku pirsgirêkên qonaxa niha xizmetguzarî û baştirkirina jiyana xelkê ne û “dem dema rêveberiya baş e. Her wiha got: “Mixabin li Kurdistanê yekrêzî nemaye û ev jî dibe sedema lawaziya me li Bexdayê’’.
Qubad Talebanî got, divê hemû hewlên xwe bidin bo dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di bûdceya federalî de û çareserkirina pirsgirêkên kombûyî yên petrol û gazê.
Her du alî li ser giringiya lidarxistina hilbijartinên dadmend û şefaf hemfikir bûn ku bibe bingehek ji bo nûnertiya rasteqîne di parlamento û hikûmeta dahatû ya Herêma Kurdistanê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

