Talebanî: Armanca me ew e ku kursiyên neteweyan nûnertiya wan a rastîn be
Kurdistan 06:55 PM - 2023-03-08
Ofîsa Qubad Talebanî
Talebanî li gel Balyozê Îtalya civiya
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê Îtalya li Êraqê Maurizio Griganti kir û di wê hevdîtinê de çend mijar ji wan pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên dahatû yên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di civîna 8ê Adara 2023ê de li Hewlêrê, Qubad Talebanî piştgiriya xwe ji bo hikûmeta Êraqê ya bi serokatiya birêz Sûdanî dûpat kir û hêvî xwest ku her du hikûmetên Hewlêr û Bexdayê di demeke nêzîk de li ser pirsa yasaya neft û gazê bigihin rêkeftinekê.
Her wiha got: Êraq welatekî girêdayî dahata petrolê ye, lewra heta Hewlêr û Bexda nekarin pirsa neft û gazê çareser bikin, pirsgirêkên din ên daliqandî bi hêsanî çareser nabin.
Talebanî got:“Êdî dem hatiye ku dest ji wendakirina demê berdin û li ser danûstandinên rêkeftina li ser yasaya neft û gazê û çawaniya birêvebirin û firotina petrolê bisekinin, ji ber ku paşxistina rêkeftinê ne di berjewendiya gelê Êraq û Kurdistanê de ye.
Di mijareke dinê civînê de, guftûgo li ser pirsa hilbijartinên bê yên parlementoya Kurdistanê hate kirin, Qubad Talebanî got: “Amadene ji bo lidarxistina hilbijartinan û niha jî civînên lihevkirina li ser yasaya hilbijartinan destpê bûne,têgihîştinek baş heye û ya ku maye mijara kursiyên neteweyan e. Nêrîna me ji bo kursiyên wa diyar e û armanca me jî ew e ku kursiyên neteweyan ji bo nûnertiya rasteqîn a kêmîneyên Kurdistanê hebin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

