720 hezar kes ferq di serjimêryariya Hewlêr û Bexdayê de heye
Kurdistan 06:52 PM - 2023-03-06
PUKMEDIA
Welatiyên Herêma Kurdistanê
720 hezar kes ferq di serjimêryariya Hewlêr û Bexdayê de heye
Ferq di Hejmara niştecihên Herêma Kurdistanê di navbera Hewlêr û Bexdayê de zêdetirî 720 hezar kes e, ev jî tê wê wateyê ku hejmara zêde ya Hewlêr û Duhokê 14 qat e , ji ya Silêmaniyê û Helebce ye zêdetire.
Yek ji xalên rêkeftina di navbera dezgeha hilbijartinan ya YNKê û mekteba hilbijartinê ya PDKê ji bo hilbijartinên bê yên parlamentoyê ew e ku pişta xwe bi amarên Êraqê bê girtin ku di hilbijartinên niha yên parlamentoya Êraqê de hatiye bikaranîn, ji ber ku amarên Herêma Kurdistanê li gorî amarên Êraqê gelek cuda ne.
Salek û du statîstîkLi gor malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û li ser bingeha amarên Êraqê û amarên Herêma Kurdistanê nifûs (722 hezar û 829) kes ferq heye .
Hejmara niştecihên Herêma Kurdistanê di sala 2020an de li gorî amarên Êraqê (5 milyon û 449 hezar û 360) kes, lê li gor amarên Herêma Kurdistanê (6 milyon û 172 hezar û 83) kes tomarkirî ne û li hember hev du amaran (722 hezar û 723) kes zêdetir ferq heye.
Amarên HewlêrêLi gor amarên Êraqê hejmara rûniştvanên Hewlêrê 1 milyon û 903 hezar û 609 kes e, lê li gor amarên Kurdistanê hejmara niştecihên Hewlêrê 2 milyon û 255 hezar û 422 kes e, ku 351 hezar û 813 kes ferq heye.
Amarên SilêmaniyêLi gorî amarên Êraqê, hejmara rûniştvanên Silêmaniyê û Helebce (2 milyon û 219 hezar û 193) kes in, lê li gorî amarên hikûmeta Herêma Kurdistanê 2 milyon û 268 hezar û 50 kes in û ferqa wê jî (48 hezar û 857) kes e.
Amarên DuhokêLi gor amarên Êraqê hejmara xelkê Duhokê (1 milyon û 326 hezar û 558) kes hatine tomarkirin, lê di amarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hejmara rûniştvanên Duhokê (1 milyon û 648 hezar û 611) kes e, ferq (322 hezar û 53) kes e.
Ferqa di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de 14 qate
Cûdahiya giştî di navbera amarên Hewlêr û Bexdayê de (722 hezar û 723) kes e, ferqa herî mezin dikeve ser parêzgehên Hewlêr û Duhokê (673 hezar û 866) ku ji amarên Bexdayê zêdetir e, ku Hewlêr û Duhok ji Silêmaniyê û Helebçe yê 14 qat zêdetire .
Amarên plansaziya Êraqê rasttir inBerpirsê Lijneya Hevrêzî û Çavdêriyê ya Dezgeha Hilbijartinan Letîf Nêrweyî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: "YNK dê tekezî li ser amarên Wezareta Plandanan a Êraqê ji bo hilbijartinên bê bike, ji ber ku cudahiyeke mezin di navbera amarên nifûsa Herêma Kurdistanê û amarên Wezareta Plandanan a Êraqê de heye."
Letîf Nêrweyî got:’’ Li Êraqê amarên Wezareta Plandanînê ji amarên Wezareta Bazirganiyê rasttir e, ji ber wê jî eger em dixwazin hilbijartinên dadmendane bên lidarxistin, divê em pişta xwe bi amarên Wezareta Plandanan a Êraqê ve girêbidin, encamên hilbijartinan Wê bandoreke mezin li ser encamên hilbijartinan bike."
Nifûsa Herêma Kurdistanê %14ê Êraqê yeLi gor amarên dawî yên nifûsê yên Wezareta Plandanan a Eraqê, wêneyek ketiye destê PUKMEDYA. Serjimara giştî ya Herêma Kurdistanê (5 milyon û 884 hezar û 23) kes, ku %14ê nifûsa Êraqê ye.
Xwe dispêre amarên plansaziya Êraqê
Endama Parlamentoya Eraqê ji Fraksiyona YNKê Dr.Narmîn Merûf ji PUKMEDIA re ragihand:Wezareta Pilandananê berpirsê ji serjimêriya Êraqê re, her belgeyeke wan hebe dê li ber çavan bê girtin û pişta xwe bi wê bê girtin, ku mixabin ferqeke mezin di navbera amarên nifûsa Hewlêr û Bexdayê de heye.
Di navbera Hewlêr û Bexdayê de ferqeke mezin serjimêriya heyeOrganîzatorê Odeya Pêwendiyên Dîplomasî ya Tevgera Gorran cudahiya mezin di navbera niştecihên Herêma Kurdistanê de li gorî amarên Bexda û Hewlêrê piştrast dike.
Rêkxerê Odeya Pêwendiyên Dîplomasî ya Tevgera Gorran Dr.Hoşyar Omer ji PUKMEDYA re ragihand: “Ji cudahiya serjimêriya Hewlêr û Bexdayê ku zêdetirî 722 hezar kes e, nêzîkî 700 hezar kes ber Hewlêrê û Dihukê dikevin.”
Piştî nêzîkî sê salan ji serjimêriya nifûsa Herêma Kurdistanê di sala 2020an de ku bi giştî 6 milyon û 172 hezar û 83 kes bû, li gorî amarên dawî 20/9/2022 yên Wezareta Plandanan a Êraqê ku hejmara niştecihan bi (5 milyon û 884 hezar û 23 kes) ku cûdayî 288 hezar kese. Li gorî amarên Herêma Kurdistanê yên sala 2020 û 2022ê yên Êraqê, tê pêşbînîkirin ku ferqa Herêma Kurdistanê bigihe zêdetirî yek milyon kesî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
HSDê Firokxaneya Leşkerî ya Kuwêrsê toparan kir
10:48 AM - 2026-01-10
Fransa:Divê aliyên şerker li Helebê vegerin Peymana Agirbestê
10:11 AM - 2026-01-10
Kenada:Divê xelkê sivîl yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bên parastin
09:32 AM - 2026-01-10
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
11:14 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Kenada:Divê xelkê sivîl yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bên parastin
Kurdistan 09:32 AM - 2026-01-10






Aplîkêşin

