Peyama Mam çirûska serhildanê gur dike
Kurdistan 12:43 PM - 2023-03-06
PUKMEDIA
Serok Mam Celal
Berî destpêkirina serhildanê serok Mam Celal Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji Şamê peyamek ji Nuşîrwan Mistefa re şand û tê de agahdarî da ku xwe ji bo serhildanê amade bike û hêzên kurdî ji nû ve birêxistin bike û xwe ji bo gurkirina serhildanê amade bike .Ev peyama girîng bi rêya Nazim ji Şamê bo devera Qesmereş hat şandin û gihîşt destên Newşîrwan Mistefa Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê. Nazim pêşmergeyê kevin ku erkê gihandina peyama Şam bi destê Newşîrwan Mistefa bi cih anî, ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re ragihand: Piştî ku rêjîma hilweşiyayî Kuweyt dagîr kir, Serok Mam Celal pê hesiya ku niyeta hêzên hevpeyman heye ku êrîşî Êraqê bikin û di roja 1-8-1990ê de peyamek ji aliyê Şamê ve pêşkêşî cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştiman Newşîrwan Mistefa kir û di wê peyamê de jê re got ku pêwîst e ji bo amadekariya serhildanê û azadkirina gelê Kurdistanê xwe amade bikin û hêzên din ên Kurdistanî jî agahdar bike lewma Newşîrwan Mistefa eniyeke çekdarî ya Kurdistanê ji bo serhildanê ava kir, ku Mesûd Barzanî jî wek nûnerê Partiya Demokrat tê de beşdar bû.
Newşîrwan Mistefa cîbicîkarê bernameya Serhildanê bû
Nazin dibêje ku Newşîrwan Mistefa cîbicîkarê erka serhildanê û avakirina şaneûn leşkerî yên veşartî bû ku li sînorên bajaran danî, got jî ez yek ji wan pêşmergeyan bûn di serhildana Bitwînê de beşdar bûm , di roja 5-3-1991 ev erk bi serkeftî encam dan û piştre Silêmaniyê û taxûn wê , Hewlêr û Duhok jî rizgar bûn.
Yekitiya Niştimanî cîbicîkar û endezyarê serhildanê ye
Pêşmerge Yasîn Reş jî ku şahidê amadekariyên serhildanê bûye ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî û cîbicîkarê serhildanê ye û di yekkirina hêzên Kurdistanî di çarçoveya eniya Kurdistanê de bi serket.
Got jî: Yekîtîya Niştîmanî cîbicîkar û plansazê serhildanê ye û berî destpêkirina serhildanê, hemû hêzên çekdar ên ser bi Yekîtîya Niştîmanî ve tevgerîyan û xwe ji bo serhildanê amade kirin û berê karîn êrîşî ser baregehên hizbî û leşkerî bikin û .
Yasîn her wiha got: Berî serhildanê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê karibû Eniya Kurdistanê pêk bîne û berî serhildanê jî li ser daxwaza Mam Celal û Newşîrwan Mistefa şandeke Partiya Demokrat bi serokatiya Mesûd Barzanî gihişte devera Qesmereş û li wir biryara beşdarbûna serhildanê dan.
Ew dibêje: Ez du caran beşdarî di civîna hevbeş de ku di navbera her du polîtbîroyên Yekîtiya Niştimanî, Partiya Demokrat de hatibû lidarxistin bûm û berî wê jî hêzên Yekîtiî li cihên xwe bi cih bûbûn û amade bûn ku êrişî ser baregehên rêjîma Baas bikin.
Amadekariyên rêxistinên navxweyî
Di çarçoveya rêxistinên veşartî li bajaran Yekîtiya Niştimanî amadekariyên tam ji bo cîbicîkirina erka serhildanê kir û ew rêxistin li benda seata sifrê bûn ku dest pê bikin.
Pêşmergeyê kevin Ehmed Nasir ji PUKMEDIA re ragihand ku beriya serhildanê me agahdarî ji radyoyê dengê gelî Kurdistanê werdigirt û peyamên veşartî ku ji serkirdeyan dighîştin me.
Beriya serhildanê agahî gihîştin me ku ji bo seata sifrê xw amade bikin ku êrîşî baregahên Baas bikin,hemû rêxistin têde beşdar bûn digel gel û pêşmerge bajarên Kurdistanê rizgar kirin.
Newşîrwan Mistefa peyamek ji Mesûd Barzanî re dişîne
Piştî ku Newşîrwan Mistefa peyama Mam Celal ku ji Şamê gihîştibû wî, peyamek ji Mesûd Barzanî re şand û tê de got: Em xwe ji bo serhildanê amade dikin û me heval li hemû eniyan hevalan belav kirin.
Û lê zêde dike: Me serkirdayetiya aliya Silêmaniyê radestî rêheval Ferîdûn, aliya Kerkûkê radestî birayê Omer, Hewlêr radestî Kosret û Duhok radestî Nazim kir.
Mesûd Barzanî bersiva peyama Newşîrwan Mistefa dide
Piştî çend rojan Mesûd Barzanî di roja 17.01.1991ê de bersiva nameya Newşîrwan Mistefa da û tê de dibêje: Ez bi we re me, min xwest li ser vê mijarê bi we şêwir bikim, lê spas ji Xwedê re nêrînên me wek hev bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

