Serok Bafil: YNK ji rewşa Kurdistanê ne razî ye
Kurdistan 02:18 PM - 2023-03-05
PUKMEDIA
Serok Bafil li yada Raperîn
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ragihand YNK ji rewşa Kurdistanê ne razî ye û em lêborîna xwe dixwazin ku bi awayekî baş pêş neketiye û xizmeta xelkê ne hatiye kirin.
Serok Bafil di salvegera serhildana mezin a gelê Kurd de li ber deriyê serhildanê gotarek pêşkêş kir û got: “Mixabin xiyanet li we hat kirin û xizmeta ku we kir û xwîna we dayî bi rêk û pêk nehat rêzgirtin, ev 2 sal in Yekîtî hewl dide valahiya hikûmetê dagire û got jî em destê xwe yê aştiyê dirêjî hemû aliyên ku dikarin miletê me li hev bikin û xizmeta miletê xwe bikin û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê kar bikin. Partiya Demookrat ya Kurdistanê eger hûn vê yekê bixwazin em ê destê aştiyê dirêjî we bikin. Heke hûn vê nexwazin hûn ê zerar bikin.
SNaveroka gotara serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafîl Celal Talebanî roja 5.3.2023 li ber deriyê serhildanê eve:
Bi navê Xweda yê mezin û dilovan
Têkoşerên serhildanê, lehengên serhildanê, Yekîtiyên serhildanê, beriya 32 salan gelê Kurd rabû ser piyan û xirabtirîn rejîma Sedam Husên ku hemû cîhan jê ditirsiya hilweşand, lê hûn jê netirsiyan.
Me ev yek ji bo azadiya gel ji bo Kurdistana xwe kir.Kurdistan di van salan de pêşketineke mezin bi dest xist berz û nizimbûn jî dîtin. Niha sala 2023 ye û ez dixwazim çend pirsan ji we bikim, gelo hûn ji vê rewşê razî ne, gelo em weko pêwîst pêşve diçin, hûn ji rewşa Kurdistanê razî ne? li her çar parçeyên Kurdistanê?, Yekîtiya Niştimanî ne razî ye yek ji sedemên ku ez îro li vir im, lêborîna ji we ye, ji roja ku Mam Celal, birêz Kosret, Cebar Ferman û Hîro Xan nexweş ketine, me bi awayekî rêk û pêk şerê we nekir pirsgirêkên me yên navxweyî hebûn lê me ew qonaxa derbas kir . Îro Yekîtiya Niştimanî bihêztire û pêwendiyên wê zor başin.
Lê mixabin xiyanet li we hat kirin û ew xizmeta ku we kiriye û xwîna we daye, bi awayekî baş rêz lê nehatiye girtin, 2 sal in YNK hewl dide valahiya hikûmetê dagirtî bike.
Ez ji vê rewşê ne razî me û behsa herêmên kesk û zer jî nakim, daxwaz ji we dikim dev ji axaftinê berdin, YNK xwediyê hemû Kurdistanê ye û nûnertiya her çar parçeyên Kurdistanê dike.
Belê xiyanet li we hat kirin, lê bêzar û nîgeran nebin û geşbîn bin, didema Mam Celal de ewqas bihêz nebûye di warê peywendiyên li Bexdayê û peywendiyên navdewletî dedi nav partiyên kurdistanî û hêzên pêşmerge de kes ewqas bihêz nebûne.
Weke sala 1991ê ku YNK bû serê rimê bo milet ji vir ve ez soz didim we ku emê bi hemû hêza xwe ji bo parastina yekrêziya Kurdistanê û heta her çar parçeyên Kurdistanê mafên xwe bi dest bixin didin. da ku em rêzê li xwîna şehîdên xwe û we bigrin.
Hûn xwediyê YNK û Kurdistanê bin, li gel me bin û piştgiriya me bikin, em dikarin li kêleka we her tiştî bikin, gel û netewe û partiyên xwe li hev bikin, dijberên xwe berfirehtir bikin. Ji bo serkeftina Kurdistanê em ê bi hev re bimeşin
Peyamek min ji bo hemû aliyên Kurdistanî heye, em îro weke firsendekê bikar bînin û destê aştiyê dirêjî hemû aliyên Kurdistanî bikin, em naxwazin navçeyê parçe bikin.Herêm hî me ye û me bihevre ava kiriye û we jî bo wê xwîn da ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

