YNK û 5 partiyên Kurdistanî hilbijartinên dadyane dixwazin
Kurdistan 03:58 PM - 2023-03-02
PUKMEDIA
CivînaYNK û pênc partiyên Kurdistanê
Bi mebesta pêşde birina kar û xebata hevbeş û tekoşîna hevbeş a di navbera aliyên di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de, Kargerê Mekteba Siyasî, Berpirsê Mekteba Pêwendiyan û Berpirsê Desteya Peywendiyên Kurdistanê pêşwaziya şandeke hevbeş a ji pênc aliyên Kurdistanî pek dihat kir.
Bi mebesta pêşde birina kar, xebat û tekoşîna hevbeş a di navbera aliyên di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de, Rizgar Elî Kargerê Mekteba Siyasî, Emîn Babaşêx Berpirsê Mekteba Pêwendiyan û Salar Serhed Berpirsê Desteya Peywendiyên Kurdistanê pêşwaziya şandeke hevbeş a pênc partiyên Kurdistanî yên Herêma Kurdistanê kir, ku ji Cebar Mîrza Rostemî Sekreterê Partiya Niştimanî ya Kurdistanê, Barûn Omer Fetah Sekreterê Tevgera Çaksaziya Niştimanî, Malko Fares (Malko Bazianî), Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê, Ebdulqadir Hemîd (Qadirşwanî),Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdistanê, Şêx Elî Sekreterê Tevgera Aştiya Kurdistanê pêk dihat.
Di hevdîtinê de şanda her pênc partiyên Kurdistanî tekez li ser wê yekê kirin ku ji bo serxistina proseya siyasî û afirandina şert û mercên hilbijartinên dadmend li ser bingeha sererastkirina yasaya hilbijartinan , komîsyonê û paqijkirina lîsteya dengderan, hemû hewl û şiyanên aliyên siyasî pêşbikeve ji bo zêdetir komkirina aliyên siyasî û berdewamiya peywendiyên dostane di navbera hev de ji bo yekxistina nav mala Kurd û destxweşî li destpêşxeriyên YNKê kirin.
Di beşeke din ya hevdîtinê de şanda mêvan amaje bi wê yekê jî kir ku di hemû qonaxên xebata siyasî de, wan xwe wek hevkar û piştgirê siyaseta rast a YNKê di pirsên niştimanî de dîtine.
Di bersivê de şanda YNKê hevdengiya her 5 aliyên Kurdistanî bilind nirxand û tekez kir ku, ji ber baweriya bi siyaseta gulan di proseya siyasî û rêveberiya YNKê de siyaseteke naguhere û hertim li ser wê yekê tekez dike.
Di dawiyê de biryar hat dayîn ku ji bo çareserkirina jpirsgirêkên jiyana gelê Kurd û sererastkirina rêya rêveberî û hevrêveberiyê ev civîn berdewam bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

