Serok Bafil û Wezîrê Dewlet yê Brîtanya: Em bi hilbijartina bêkêmasî razî ne
Kurdistan 08:38 PM - 2023-03-01
Nivîsgeha Ragihandinê yê serokê YNK
Serok Bafil û Wezîrê Dewlet yê Brîtanyayê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya Wezîrê Dewlet yê Brîtanyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn, Afrîka, Asyaya Başûr û Neteweyên Yekbûyî Lord Tariq Ehmed kir, dawî pêşhatên siyasî yên li Kurdistan û Êraqê gotûbêj kirin.
Di civîna ku îro li Hewlêrê hat lidarxistin de, Qubad Talebanî û Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Daban Şadala amade bûn. Di hevdîtinê de behsa pirsgirêkên navxweyî yên herêmê hate kirin û tekez li ser çareserkirina wan bi rêya diyalogê hate kirin.
Di derbarê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de jî, Serokê YNKê amaje bi însiyatîfa herî dawî ya çareserkirina pirsgirêkên ji bo hilbijartinan kir û got: “Nabe hilbijartin bi her sedemekê were paşxistin û armanca me jî ew e ku hilbijartinên paqij û dadperwerane bên kirin.
Serok Bafil behsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir û tekez kir ku; Yek rê heye ji bo bidestxistina mafên welatiyan, ew jî lihevkirineke bingehîn e li ser pirsgirêkên berbelav ên ku welatiyan bi giştî ji demeke dirêj ve berdêla wan didin.
Di beşeke din ya civînê de, proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û pêngavên dawî yên proseyê hatin gotûbêjkirin. Em spasiya hevahengiya we dikin ku ji bo çaksazî û birêxistinkirina hêzên me alîkariya me kir, me ji aliyên pêwendîdar re erkdar kiriye ku asankariyê bo cîbicîkirina hemû pêngavên proseyê bikin daku hêzeke me ya bihêztir û jêhatîtir hebe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

