Serok Bafil: Deriyê me ji diyalogê re vekirî ye û em ji hilbijartinan natirsin

Kurdistan 08:23 PM - 2023-03-01
Serok Bafil Daxuyaniya Serokê YNKê

Serok Bafil

Serok Bafil Celal Talebanî

Serokê  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ragihand, YNKê her dem ji diyalogê re vekirî ye û em ji hilbijartinan natirsin û em ji encamên hilbijartinan geşbîn in,her wiha got : “Lahur Cengî Burhan êdî ne di nava YNK’ê de ye û bi awayekî serbixwe çi dike azade.
“Em  ne amade ne ti kadroyekî YNKê radestî bikin li gor senaryoyeke televizyonê û xewn de jî nabînin’’.Da zanîn serokê YNKê.
Ev daxuyanî ji aliyê Serok Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve hatin kirin, di dema beşdarbûna xwe di duyemîn konferansa salane ya li Hewlêrê de, ku tê de li ser mijarên (enerjî, ewlehî, hilbijartin, rewşa navxwe) bû.  Pirsên konferansê bersivand û kurteyek ev e.

YNKê her tim dest bi diyalogê kiriye

Derbarê aloziya siyasî û rewşa navbera YNK, PDK û hêzên Kurdistanî de jî, Serokê YNKê got: YNK her dem vekirîbû bo gotûbêjkirina pirsgirêkên di navbera me û PDKê de û her gav me destpêşxeriya her pêngaveke ku di xizmeta demokrasiyê de be kiriye,  her wiha ji bo  prose û yekrêziya Herêma Kurdistanê.”
Talebanî  got: “Me destpêşxeriya civînekê li gel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser pirsa hilbijartinan kiriye û her du dezgehên hilbijartinan yên YNK û PDKê jî ji bo gihîştina bi çareseriyekê ji bo lidarxistina hilbijartinên bê li Herêma Kurdistanê, civînekê lidar xistiye.
“Em ji bo hilbijartinan amade ne û geşbîn in li ser encamên hilbijartinan, lê di rastiyê de PDK tiştekî li Bexdayê dixwaze û tiştekî din jî li Herêma Kurdistanê dixwaze, em ji bo berjewendiya xelkê çi dixwazin?,em li ser tiştên ku li Herêma Kurdistanê diqewimin, ji bo cezakirina herêmek li herêmeke din û birîna mûçeyên hêzên asayîşa YNK’ê nîgeran in.”Da zanîn Serokê YNKê.

Divê netew  xwedî nûnerên xwe yên resen bin, ne bibin yê partiyên din

Serok Bafel di bersiva pirseke derbarê kursiyên komînan de wiha got: YNKê xwedî helwesteke zelal e û ne 11 kursî, li gor me divê zêdetir kursiyên wan li Parlamentoya Kurdistanê hebin, lê daxwaza me ew e ku nûnerên komînan nûneratiya xwe bikin û ti aliyek nûneretiya  wan neke û bike bin kontrola xwe.
"Em dixwazin pirsgirêkên  Herêma Kurdistanê ji hev cuda bikin. Hîn pirsgirêkên biçûk hene ku pêwîste bi pirsgirêkên din ve bên girêdan û em dikarin di zûtirîn dem de wan çareser bikin. Ji bo vê yekê jî ji bo aştî û çareseriyê em ji her tiştî re amade ne. "Got Talebanî.

Birkirina me Mezin ê

Serok Bafil dibêje:YNK hertim nerm bûye û me tu carî nexwestiye ku pirsgirêkan mezintir bikin, berovajî hewl didin wan pirsgirêkan kêm bikin.
Fikirandin mezintir bûye û em  nexwazin xelkê bi hinek mijarên duyemîn mijûl bikin, lê me xwest xizmeta hemû beşên civaka xwe bikin, ji ber ku em dizanin niha Herêma Kurdistanê  hêza xwe heye,hêzê hewlekarî, Sînor û yasayên xwe hene, lê mebesta me hevdengiya aliyane û   partî û YNKê ku ji bo xizmetkirina xelkê wê lihevkirinê çêkin."

Em amade nînin  ti kadroyek YNKê radest bikin

Serok Bafil bersiva pirsyareke din ya derbarê şehîd Hawkar Caf û senaryoya asayîşa Hewlêrê da û got: YNK ne amadeye li ber  senaryoyek televizyonê kadroyê xwe radestî bike, di heman demê de yasa, rênima heye  û heta gotûbêj di navbera wan de hene. “Em ê hewl nedin gel bixapînin û ji me daxwaz bikin ku em qehremanên Kurdistanê radest bikin bêyî belgeyên pêbawer.
Her wiha got: ‘’Ti carî li cîhanê dadgehek li ser televizyonan çênebûye û em amade ne bi hevbeşî li gel civaka navdewletî lêkolînê li ser wê dozê bikin, ji ber ku şehîd Hawkar Caf kadroyekî YNKê bû û got :’’Hêzên Dijî Terorê di heyama borî de 432 operasyonên girîng pêk anîne, hêzên din ên ewlehiyê tenê 30-40 operasyon li dar xistine. Em nizanin çima mûçeyê van hêzên welatparêz hatiye birîn’’.

Peywendiyên YNKê ji her demê baştir in

Serokê YNKê her wiha behsa peywendiyên YNKê yên navdewletî, Êraq û navçeyê jî kir ku di asta herî baş de ye û got: "Pêwendiyên me gelek baş in û em hewl didin zêdetir pêş bixin, Kurdistan ketiye tengasiyê, lê derfet hene.Derfetek zêrîn li ber destê me ye ku em bi hev re xizmeta gelê Herêma Kurdistanê bikin û bi hev re dikarin rewşê baştir bikin û divê peywendiyên me ji bo xizmetkirina xelkê bin.

Çima Qubad Talebanî beşdarî civînên Encûmena Wezîran nabe?

Di mijareke din de Serok Bafil behsa rewşa hikumraniya deverê kir û ji amadebûyan pirsî ku çima Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî beşdarî civînên civata wezîran nake? Digel ku wî ji bo wê gelek qurbanî dane û her dem ji partiya xwe zêdetir berjewendiya hikûmetê dihesibîne?
"Tiştê ku berê di salên borî de di hikûmeta Herêma Kurdistanê de dihat dîtin gelek cuda ye û serokê tîma YNKê di hikûmetê de birêz Qubad di şerê li dijî DAIŞê de li hember hinek helwesta partiya xwe rawestiya ku xizmeta hikûmet û gel bike.  Dem hatiye ku xelk bipirse çima Qubad Talebanî civînên vê kabînê boykot kiriye û beşdarî civînên civata wezîran nabe. Ji ber ku dixwaze hikûmetê pêşde bibe û xizmetên zêdetir pêşkêşî gel bike.”
Talebanî  got, "Di nava 4 salan de çend caran Serokwezîr serdana Silêmaniyê kiriye? Çi ji bo Silêmaniyê kiriye? Me her tim amadeyiya xwe nîşan daye ku Herêma Kurdistanê yek hikûmet û yek parlamento be û yasa serweriya hemûyan be." Em cudayîyê navberî parezgekan de dibînin wekû Pêdiviya derman, avakirina hêzên alîgir li Silêmaniyê û êrîşa li ser mala cîgirê serokwezîr li paytexta Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin û em ligel vê yekê nînin."

Em ê ji xizmeta gel dudilî nebin

Serok got:"YNK hertim hewl daye ku peywendiyên xwe li gel Bexdayê bihêztir bike, ji ber ku di wê baweriyê de ye ku em dikarin li Bexdayê zêdetir xizmeta gelê xwe bikin û em hest dikin ku hikûmeta Êraqê bêhtir sazîkirî ye û yasa jî serwere. Hikûmet karê xwe dike û rê nade ti kes destêwerdanê di karûbarên wê de bike.”
Got jî: "Daxwazên Bexdayê ji Herêma Kurdistanê re gelek hêsan in, lê em fêm nakin çima niyeta lihevkirina ligel Bexdayê nîne, dema ku em zêdetir maf ji Bexdayê werbigirin, ez serî li hemû aliyan jî didim,eger her aliyek dixwaze deriyê xêrê ji gelê me re veke ji ber peywendiya me ya bihêz li Bexdayê heye. Em amadene bê dudilî xizmeta xelkê bikin."

Em ji binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê bi fikar in

Serok Bafil got: "Pêwendiyên me di asteke pir baş de ne. Tiştê ku ne baş e, rewşa Herêma Kurdistanê ye di navdewletî de , ku ji me re gelek vekirî behsa azadiya ragihandinê, mafên mirovan, mafên jinan û mijarên din kirine u gotine xirab bûye."
  "Li Herêma Kurdistanê paşveçûnek heye û ji ber wê jî nîgeran in, helbet YNK jî li ser van pirsgirêkan nîgeran e û me çendîn caran hewl daye van paşketiyan çareser bikin,em naxwazin tu kes ji ber azadiya derbirînê bê girtin û zindankirin û Amerîkiyan jî bi zelalî ji me re gotin,30 sal in em bi we re hewl didin, lê em negihiştine ti encamekê. Berovajî vê yekê hûn hê jî bi paş ve diçin."Da zanîn.

Divê em bizanin çima parlamento vala ye.

Derbarê Parlamentoya Kurdistanê de jî Serokê YNKê got:’’Divê em bipirsin pirsgirêka me li parlamentoyê çi ye? Çima parlamenter ji parlementoyê derdikevin û jê vedikişin? "Em di wê baweriyê de ne ku di hikûmet û parlamentoyê de jî pirsgirêkên hinek aliyên din bi PDKê re hene, lê em dikarin pirsgirêkan nîşan bidin û çareser bikin û divê parlamento bê cudahî bibe dengê û rengê her kesî."

Me ji Bexdayê bala xwe daye Kerkûkê

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî got: "Me di hemû civînên xwe yên li Bexdayê de bi awayekî pir cidî behsa Kerkûkê kiriye û em ti carî amade nînin dest jê berdin."
"Ji bo Kerkûkê çi ji destê me tê em dixwazin bikin. Me ji Bexdayê re gelek tişt ji bo wê kiriye. Lê eger hûn ji min bipirsin we ji bo Kerkûkê bi PDK'ê re çi kiriye ez ê bêjim sifir."

Em destûr nadin ku gaz biçe ser êşa petrol

Mijara petrol û gazê jî mijareke din bû ku serokê YNKê behsa wê kir û got :’’Em ji pirsa neft û gaza Herêma Kurdistanê têdigihin, lê niha hemû cîhan hewcedarê gazê ye, lewra me daxwaz kiriye ku bernameyeke hinartina gazê hebe, lê pêwendiyên me ligel PDKê di warê navdewletî de baş in , lê em fêm nakin çima ew bernamê naxwazin.” Bexda jî daxwaz ji me kiriye ku li ser heman pirsê li gel me bibin, lê eger ew gazê li ser hesabê petrolê biçe, em rê nadin.

Serokê  YNK: Baweriya me bi azadiya zonê  me  heye

Her wiha got:“Haya min ji ti peyamek birêz Lahur nîne, lê ew êdî ne di nav YNKê de nemaye û azad e ku partî yan jî lîsteyekê ava bike, ji ber ku li herêma me baweriya me bi azadî û demokrasiyê heye û bi îzna Xwedê ew ê bi ser bikeve.”
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket