Serokê YNKê; Armanca me her çar parçeyên Kurdistanê ye
Kurdistan 03:38 PM - 2023-03-01
PUKMEDIA
Serokê YNKê di dîdgeha Hewlêrê de rastî got
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafl Celal Talebanî di dîdargeha salane ya Hewlêrê de got:"Em hemû destpêşxeriyan dikin û deriyê guftûgoyan ji bo çareserkirina arîşeyan vekirî ye, çimkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji vê rewşê nerazî ye ji ber ku bi rastî ziyanê digihîne gel".
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafl Celal Talabanî Îro roja çarşemê 1-3-2023`an, di dema beşdarîkirina di duyemîn Dîdara salane ya Hewlêrê de, li ser rewşa Herêma Kurdistanê û arîşeyên ku rastî aramiya Herêma Kurdistanê tên û dibêje:" Arîşeyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê gelek biçûk in û eger em bixwazin dê di heyama pênc xulekan de ev arîşeyên han bêne çareserkirin. Divê em nehêlin tiştên biçûk rewşa me xirab bike. YNK ji vê rewşê nerazî ye ji ber ku bi rastî ziyanê digihîne gel."
Di dirêjahiya gotinên xwe de, serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê wiha got:"Em hemû destpêşxeriyan dikin û dibêjin yek gav pêşde diçin, em deh gavan pêşde diçin" û wiha got: "Deriyê me yê guftûgoyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan vekirî ye û ji bo pirsgirêka hilbijartinê jî me destpêşxerî kiriye. Em dixwazin hilbijartin pêk were û em amade ne, lê ger hilbijartin wisa be û hin hevalên partiya PDKê bikin, dibe ku hilbijartin bête paşxistin ."
"Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek qurbanî ji bo vê hikûmetê dane û li dijî partiya xwe rawestiyaye, lê heya niha neçûye ti civînaên encumena wezîran, lê heya niha jî kesî pê re peywendî nekiriye û lê nepiorsîne û pirsiye ka çima ew ê beşdarî civînan nebe jê nehatiye kirin".Serok Bafil Celal Talebanî wiha got.
"Pirsgirêkên me yên siyasî kêmin û kêşeyên me yên xizmeta gel hene û divê em nehêlin ku ev pirsgirêk wiha berdewam bikin." Bila îro pirsgirêkan çareser bikin û li benda sibê nemînin. Piraniya pirsgirêkan li ser herêma me rû bi rû ne û Hewlêr jî li ser şandina xelkê li azmanê ye û Silêmanî li cihê xwe ye.
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ev jî anî ser ziman: Em li dû Êraqekî dewlemend a yekrêz û serkeftî digerin" û wiha got: "Eger Êraq baş be, em ê baş bin. Bexdad amade ye bi me re lihev bike. Em dikarin ji Bexdadê xizmeta gelê Kurd bikin û li Bexdadê ti hevdîtineke me çênebû ku Kerkûk nehatibe gotûbêjkirin û em amade ne li hev bikin lê em sazêş nakin."
Her weha derbarê armancên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ded jî, serok Bafil Celal Talebanî dazanîn ku armanca YNKê mezine û yek ji wan ku her xizmeta çar parçeyên Kurdistanê bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

