Serokwezîr bi dahata Silêmanî danûstendinê dike
Kurdistan 01:16 PM - 2023-02-22
PUKMEDIA
Bajarê Silîmaniyê
Pirojeyên Silêmanî li ser dahata xwedî parêzgeke cîbicîh dike û endamekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: Serokwezîr tenê projeyên Silêmaniyê îmze dike û pêwîstiya Silêmaniyê bi vê muzeyedê nîne. Fermangeya Mîdye û zanyariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand Serokwezîr terxankirina zêdetirî 20 milyar dînar bo parêzgeha Silêmaniyê pesend kiriye.
Silêmanî bazariyê naxwaze, xizmetê dixwazeEndama Parlamentoya Kurdistanê Şîrîn Yûnis ji PUKMEDIA re ragihand ku terxankirina pere ji bo projeyên xizmetguzarî li parêzgeha Silêmaniyê li ser bingeha dahata xwecihî ya Silêmaniyê ye û ev mijar ne hewceyî bazariyê ye.
Şîrîn Yûnis got: Hikûmet tenê ji bo projeyan li Silêmaniyê îmze dike, lê eger dahata Silêmaniyê ji mûçeyan zêdetir be, pêwîstî bi bazariyê nake, dê ji bo projeyan were xerckirin, lê niha hemû dahata Silêmaniyê diçe mûçe.
Îmzeya serokwezîr ji bo nepêkanînê yeCudabûna hikûmetê di xizmeta parêzgehan de bi awayekî eşkere tê dîtin û endamekî encumena parêzgeha Silêmaniyê dibêje: Serokwezîr nekariye bibe serokê hemû parêzgehan û dema serokwezîr li Silêmaniyê projeyan îmze dike ji bo cîbicînekirinê ye, ne cîbicîkirina wan.
Endamê Encumena Parêzgeha Silêmaniyê Sebah Ehmed ji PUKMEDIA re ragihand: Her projeyek li Silêmaniyê were cîbicîkirin ji dahata wê ye û ji ber wê jî YNKê daxwaza rastkirina rêbaza şaş a rêveberiya Herêma Kurdistanê kiriye."
Serokwezîr nekariye bibe serokwezîrê hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê weke yek, berevajî vê yekê di vê kabîneyê de ferqeke tam di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê de heye û ji bo Silêmanî û Helebce û herdu rêveberiyên Germiyan û Raperîn dê rotîneke zor heye di pêkanîna projeyan û projeyên li vê herêmê bi zanebûn tên astengkirin.
Got jî: Dema ku serokwezîr projeyan li Silêmaniyê îmze dike tenê ji bo ne cîbicîkirina wan, ne bo cîbicîkirinê ye, ji ber ku dizane dahata Silêmaniyê tenê têra mûçeyan dike, eger pirojeyan îmze jî bike dinîvise ku li ser dahata navxwe parêzgehê be ji ber wê eger dahata Silêmaniyê zêde bibe, rêveberiya xwecihî ya Silêmaniyê dikare projeyan pêk bîne.
Fermangeha Medya û zanyariyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand 20 milyar dînarên ku ji bo komkirina zibilên parêzgeha Silêmaniyê hatiye terxankirin, ji bo bûdceya Rêveberiya Giştî ya Şaredariyên Silêmaniyê tê xerckirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

