Karê Rojnamenusê li Herêmê gîştiye qonaxeke metirsîdar
Kurdistan 01:16 PM - 2023-02-20
PUKMEDIA
Rojnamenus di bin metirsiyê de ye
Roj bi roj nîgeranî û aciziya derdorên navdewletî û herêmî li hember kêmbûna şert û mercên azadiya raderbirînê û karê rojnamevaniyê li hinek navçeyên Herêma Kurdistanê zêdetir dibe.Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê tekez kir ku Amerîka nîgeran e li ser paşketina Herêma Kurdistanê di warê parastina mafên mirovan û azadiya derbirînê û herwiha mafên jinan û pêkhateyan.
Li ser rûpela xwe ya fermî li ser Facebook Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ji zarê Konsulê Giştî Irvin Hicks ragihand ku welatê wî ji kêmbûna mafên mirovan, azadiya derbirînê û mafên pêkhateyan li herêmê nîgeran e. tekez kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pabend e bi piştgirîkirina azadiya derbirînê û azadiya çapemeniyê.
Irvin Hicks herwiha got: Amerîka di wê baweriyê de ye ku divê rê bidin rojnamevan û kenalên medyayî bêyî tirsa gef, çewsandin û tolhildanê nûçe û bûyeran ragihînin.
Di heman demê de pisporên medyayê dilgiraniya xwe ya kûr derbarê kêmbûna azadiya ragihandinê û karê rojnamevaniyê li navçeyên Herêma Kurdistanê nîşan didin, ji ber ku dibînin ku sînorkirinek li ser azadiya derbirînê heye, û karê rojnamevanî şahidê karekî metirsîdar e.
Di warê azadiya derbirînê de paşkeyîneke berbiçav heyeDr.Sirûr Ebdulrehman berpirsê Peymangeha Çavdêrî û Perwerdeyê (PEI) ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Li Herêma Kurdistanê di warê azadiya derbirînê de paşveçûneke berçav heye û binpêkirinên eşkere yên mafên mirovan.
Got jî: Hin alî jî rêgiriyê li karê rojnamevanan dikin, wan digrin û nahêlin kar û barê xwe bi temamî bidest bixin.
Rojnamegerî ketiye qonaxeke metirsîdarJi aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, Bizar Hekîm di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Karê rojnamevanî li Herêma Kurdistanê ketiye qonaxeke metirsîdar, ji ber ku azadiya raderbirînê û ragihandinê bi awayekî berfireh tê astengkirin.
Got jî: “Li gor raporta salane ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ku ji aliyê Komîteya Berevaniya Azadiya Rojnamegeran ve hatiye amadekirin, beşek ji wan kesên ku binpêkirin li dijî wan tê kirin, rojnamevanên rastî ne û roj bi roj ev binpêkirin zêdetir dibin. Destnîşan kir ku wan bang kirin ku "Dema ku rojnameger bên girtin divê li gorî zagona 35'an a sala 2007'an bi wan re were danûstandin lê niha qanûn nayê bicihanîn.
Rojnameger ji ber şîroveyeke biçûk hatin girtinCîgira Serokê Rêxistina Ragihandinê bo Rahênana Rojnamevanî Cotyar Kerîm ji PUKMEDIA re ragihand: Di vê standa Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, em bi awayekî eşkere di karê ragihandinê û azadiya derbirînê de kêmbûneke berçav dibînin û ev yek bûye cihê nîgeraniya welatiyan û rêxistinên navneteweyî.
Got jî: li hindek deverên herêma Kurdistanê, azadîya raderbirînê paşveçûneke berçav dîtîye ku rojnamevan û hevwelatîyek bi egera nivîsîna têbînîyek biçûk tên girtin û bi vê sedemê jî tên ceza kirin.
Silêmanî ji navçeyên din baştir eCîgirê serokê rêxistina Ragihandinê dibêje: Li devera Badînan rojnamevan hene ku berî çend salan ji ber cudahiya bîr û baweriyan hatibûn girtin û hêzên ewlehiyê gelek xirab bi rojnamevanan re rûbirû dibin û alavên wan ên çapemeniyê desteser dikin.
Got jî: eger em li parêzgeha Silêmaniyê binerin, emê bibînin ku ev tişt gelek kêmtir ji parêzgeha Duhokê diqewimin, ku di warê azadîya derbirînê de kêmbûneke berçav heye.
Raporên navneteweyî kêmbûna azadiya derbirînê îspat kirineXwediyê malpera (Spî Media) Şiwan Mihemed ji PUKMEDIA re ragihand: Raporên navdewletî yên li ser rewşa rojnamevanan li Herêma Kurdistanê paşveçûneke berçav di warê azadiya rojnamevanî û ragihandinê de piştrast dikin.
Got jî: binpêkirineka eşkere ya yasaya mafê bidestxistina agahîyan heye û ev yek jî bûye sedema têkçûna rewşa rojnamevanan li herêma Kurdistanê û divê nivîskar û rojnamevan bi giranî bixebitin ku fişarê bikin bo derxistina yasayekê ku rojnamegeran diparêze.
Rojnameger bi qanûnek ku bi karê rojnamegeriyê ve girêdayî nîne tên cezakirinŞiwan Mihemed dibêje: Piraniya rojnamevanan bi yasayan tên dadgehîkirin ku ne girêdayî karê rojnamevaniyê ne û divê hikûmet pabendî yasaya karê rojnamevaniyê be.
Got jî: Rojnamevan netenê ji kiryarên hikûmetê dinalin belku tûşî desthelatdarîya ku li pişt hikûmetê disekinin, hêzên asayîşê ti peywendî bi rojnamevanan re nîne lê mixabin em dibînin ku ew hêz gelek destwerdanê dikin û rojnamevan digrin û carna jî dijberên rojnamevanan in.
Got jî adgehên Herêma Kurdistanê ne serbixwe ne, ji ber wê jî şert û mercên xirab ên ku rojnamevan li Herêma Kurdistanê tê re derbas dibin pêwîstî bi têkoşîneke medenî ya demdirêj heye.
Ev yek di demekê de ye ku Rêxistina Human Rights Watch rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê girt ku mafên mirovan binpê dike û rexnegirên wê dike armanc.
Roja 12.1.2023, Rêxistina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) raporta xwe ya salane derbarê rewşa mafên mirovan li cîhanê di sala 2022an de belav kir.
Di raporê de rexne li rewşa mafên mirovan li Êraq û Herêma Kurdistanê hat kirin û wiha hat gotin: "Li Herêma Kurdistana Êraqê, rayedarên kurd di sala 2022an de qanûnên nezelal bi kar anîn da ku rexnegiran ji bo ku nêrînên xwe derbixin û rexne li tiştên ku ew li ser wan nerazî ne, bikin hedef. Bi heman awayî di sala 2021ê de, Dadgeha Tawanan a Hewlêrê sê rojnamevan û çalakvanan bi şeş sal zîndan mehkûm kir piştî tawanbarkirina wan di rêkarên dadweriyê de bi binpêkirinên metirsîdar bo dadgehkirina adil û destwerdana siyasî .
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar: Beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de tekane rêya serrastkirina şaştiyane
Êraq 10:13 PM - 2025-11-10






Aplîkêşin

